Parlamentera HDP’ê ya berê û zimanzan Mulkiye Bîrtane ya girtî dihat darizandin hat berdan
Danişîna 3’yemîn a doza parlamentera HDP’ê ya Qersê ya berê û zimanzan Mulkiyet Bîrtane ku ji ber xebatên KCD’ê dihat darizandin li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Bîrtane bi bi rêya dîmen ji Girtîgeha Xarpêtê beşdarî danişînê bû. Malbata Bîrtane, parêzer, Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û endamên KCD’ê doz şopandin.
Piştî parastinan heyeta dadgehê bi angaşta ‘endamtiya rêxistinê’ 6 sal û 3 meh ceza li Bîrtane birî û biryara berdana wê da.
Tê payîn ku di saetên pêş de Bîrtane ji girtîgehê derkeve. AMED