Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Çarşamba - 28 Ağustos 2024

Parlamentera Iraqê: Me êrîşa li dijî Zînî Wertê xiste rojeva Iraqê

NAVENDA NÛÇEYAN

Parlementera Koma YNK’ê ya Iraqê Arezû Mehmûd diyar kir ku YNK ne li gel derketina şerê navxweyî û sîstemeke dû îdareyîne li herêmê û got, “Destpêkê hêz bi sedema korona çûn herêmê, paşê mijar bû siyasî û Tirkiyeyê jî êrîş kir. Me li dijî van binpêkirinên Tirkiyeyê nerazîbûnên xwe gihand rayedarên Iraqê û xwest helwestê li hember êrîşên Tirkiyeyê nîşan bidin.”

Parlementera YNK’ê ya herêma Raperîn li parlementoya Iraqê Arezû Mehmûd têkildarî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Herêma Kurdistanê û aloziya li Zînî Wertê ji Ajansa Rojnewsê re axivî. Arezû Mehmûd dîyar kir destpêkê mebesta çûyîna hêz ji bo Zînî Wertê pêşî lê girtina koronayê bûye, paşê veguheriye mijareke siyasî û wiha axivî, “Destpêkê sedema çûyîna Zînî Wertê korona bû, lê piştre tevgerandina hêz ji bo herêmê hişt ku mijar veguhere mijareke siyasî. Piştî herêm ji aliyê balafirên şer ên Tirkiye ve hate bombekirin, me li parlementoya Iraqê daxwaz ji hikûmetê kir helwest nîşana Tirkiye bidin. Me hem weke Fraksyona YNK’ê hem jî weke Lijneya Peywendiyên Derve du daxwazname pêşkêş kir. Me xwest dawî li mûdexeleyên derve ji bo Iraqê bê anîn.”

Arezû diyar kir ew weke YNK bi ti awayî alîgirê şerekî navxweyî nînin û ji bo vê jî ketine nava hewldanan, “Me weke YNK hewl daye û daxwazkiriye bi ti awayî ev mijar veneguhere şerê navxweyî û nebe sedema sîstemke dû îdareyî. Gelê herêmê êdî ji aloziyan westiyane. Êrîşên DAIŞ, qeyrana siyasî ya li Iraqê, nexweşiya korona gel bêzar kiriye. Niha aloziya nakokiyên navxweyî gelê Kurd yê herêmê nîgeran kiriye û gel nikare aloziyeke din jî rake.”

Parlementer Mehmûd dazanîn wan daxwazkiriye aliyên Kurd ji bo vê mijarê bihevre rûnin û pirsgirêke bi guftûgoyê çareser bikin, “Me weke parlementer jî daxwaz kiriye, aliyên Kurd bihevre rûnin û bi diyalogê vê pirsgirêkê çareser bikin. Ji ber YNK bi ti awayî alîgirê dûbarebûna şerê navxweyî nîne. Ji ber vê me weke YNK daxwazê ji birayên xwe yên PDK’ê kir bi awayeke herî lezgîn li hev bicivin û mijarê guftûgo bikin. Ew jî bersiveke erênî ji vê daxwaza me re dan. Bawer nakim ti kêşeyeke siyasî hebe ji bo paşxistinê, lê sedema wê tam nizanim. Gelek rê û rêbazên çareseriyê hene ku ev mijar bêçareser kirin. Ez bawerim wê ev pirsgirêk hîn hesantir bê çaerserkirin, bêyku welatiyên herêmê bibin qurbanî. Tirkiye bi bahaneya hebûn û çalakiyên PKK’ê ku jixwere weke metirsî dibîne, êrîşê herêmê dike. Sedem çi dibe bila bibe, ev binpêkirina serweriya xaka Iraqê ye. Nabe ku destûr ji van binpêkirinên sînor re were dayîn.”

Arezû dazanîn ji ber Iraq di nava bêîstîqrariyeke sivîl de ye ji ber wê nikare zextê li welatên cîran bike, ji bo sînoran binpê nekin û got: “Ji ber aloziyên li pey hev ên li herêmê û Iraqê, nikarî zexteke cidî li ser welatên cîran çêbikî. Bê îstîqrariya li Iraqê, dihêleke bandorê li Herêma Kurdistanê jî bike û nekare wek pêwîst bi pirsgirêken vir re jî eleqeder bibe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar