Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Parlamenteran êrîşên dewleta tirk şermezar kirin

Parlamenterên YNK û Tevgera Nifşê Nû  yên li parlamentoya Herêma Kurdistanê êrîş û bombebaranên dewleta tirk ên li ser xaka başûrê Kurdistanê şermezar kirin û daxwaz ji serokwezîr, serokê Herêma Kurdistanê û serokê parlamentoyê kirin ku rê li pêşiya êrîş û destwerdana dewleta tirk bigirin

Parlamenterên Koma Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Nifşê Nû (Neweyê Niwê) yên li parlamentoya Herêma Kurdistanê jî weke welatiyan li dijî bombebaranên dewleta tirk a li ser xaka başûrê Kurdistanê bûn xwedî helwest û daxwaza rawestandina dagirkeriya dewleta tirk kirin.

Parlamenterê Tevgera Nifşê Nû (Neweyê Niwê) yê li Parlamentoya Herêma Kurdistanê Kawe Ebulqadir di serî de êrîşên dewleta tirk şermezar kir û wiha got: “Êrîşên Tirkiyeyê destdirêjiye li ser xaka Kurdistanê û şehîdên Kurdistanê. Tişta ku Tirkiyeye dike binpêkirina serweriya xaka Kurdistanê ye. Hêvîdarin ku demildest van destdirêjiyên xwe rawestîne. Daxwazê dikin ku serokên hikûmet, parlamento û Herêma Kurdistanê dengê xwe derbixin û bi hevkariya li gel hikûmeta Iraqê sînorek ji bo van destdirêjiyan danin.”

Kawe Ebulqadir bal kişand li ser daxuyaniya hikûmetê ya têkildarî êrîşên dewleta tirk û wiha domand: “Mixabin berjewendî li ser hestên neteweyî gelek serwer bûne. Pêwîst bû ew daxuyaniya hikûmeta ya li ser bûyeran da, ku şermane bû, tundtir bûya. Helwesa hikumetê têde bûya ku têde êrîşên li ser xaka Herêma Kurdistanê şermezar bikiriya.”

Herwiha Berdevkê Koma Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) ya li parlamentoya Herêma Kurdistanê Luqman Werdî jî wiha axivî: “Mixabin, bi salene herêmên sînor ên Kurdistanê tê bombebaran kirin. Li Bnarê Qendîl, Amêdî, Bradost û Behdînan xelkê sivîl dibin qurbanî. Ev karasatane rojane dubare dibin. Rez û baxên welatiyan ji ber bombebaran û topbarana artêşa tirk de ziyanê dibînin. Herî dawî welatiyên sivîl dibin qurbanî. Dizanin bi salene dewleta tirk li wan herêma rastî têkoşîna rizgarîxwazan bûne. Vê bandorî li ser aborî û hêza Tirkiyeyê hebû. Lewma li gorî dîtina me, wiha baştire ku aliyên siyasî vegerin li ser çareserkirina pirsgirêka kurd. Li Tirkiyeyê bi çareserkirina pirsgirêka kurd dê hem ji bo Tirkiyeyê aramî pêk were, hem ji pirsgirêka kurd çareser dibe. ”

Werdî diyar kir ku divê destdirêjiyên dewleta tirk rawestin û wiha got: “Daxwazê ji hikûmeta Herêma Kurdistanê û parlamentoyê, serokatiya herêmê, civaka navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî dikin ku sînorekê ji destdirêjiyên Tirkiyeyê re danin ku sivîl têde dibin qurbanî.” HEWLÊR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar