Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Kasim Gulpinar dest danî ser erdên gundiyan

Li gundê Teyştê welatiyan diyar kirin parlamenterê AKP’ê Kasim Gulpinar û xizmên wan dest xistine ser erdên wan û gotin ku li vî gundî tiştek bê serê kesî berpirs Kasim û birayê wî Veysel Gurpinar in

Hat gotin ku li Gundê Teyştê yê Siwêregê parlamenterê AKP’ê Kasim Gulpinar û xizmên wî dest danî ne ser erdên welatiyan û tapûyê didin ser navê xwe. Hat diyarkirin ku Kasim Gulpinar û xizmên wî di 7’ê tebaxê de bi cendermeyan, kepçe, traqtor û wesayetan dest danîne ser erdên welatiyan û li ser bertekan gundî çûne gel cendermeyê lê wan jî gotine ‘tiştek ji destên me nayê’.

Têkildarî mijarê gundî ji Ajansa Jinnewsê re axivîn.

‘Dixwazin me ji gund biavêjin’

Hizna Gumuş diyar kir ew bi salan e li gundê Teyştê rûdinên û cotkariyê dikin di bin şerdên zor de gund ava kirine lê belê parlamenterê AKP’ê Kasim Gulpinar bi hîleyan wekî gelek gundî erdên gundê Teyştê jî li ser navê xwe tapû kiriye û wiha got: “Ji ber parlamenterê AKP’ê ye dewlet li pişta wan e em nikarin tiştekî bikin. Herkes bi vê axê dizane. Bi sedan salan e em li ser vê axê dixebitin. Ev berî çand rojan bi kepçe, wesayet û bi hezaran însanan dest danîn ser axa me. Dixwazin me ji gund biavêjin. Erdên nikare bigire ser navê xwe digere ser navê xwişk û birayên xwe. Malên hazîneyê li ser navê xwe û xizmên xwe tapû dike. Dixwazin me ji gund biavêjin. Erdên malên hazîneyê ne li ser navê xwe û xizmên xwe tapû dikin. Li vî gundî tiştek bê serê kesî berpirs Kasim û birayê wî Veysel Gurpinar in.”

‘Dest danîn ser erdê me’

Zelîha Alan da zanîn ku bi leşkeran hatine û dest danîn ser erdê wan û ev tişt anî ziman: “Me du caran axa xwe kiri lê tapû nedan me. Ji ber vê jî Kasim Gulpinar û xizmên wî carek din hatin û dest danîn ser erdê me. Niha li ser erdê me bi sedan maşîne hene. Ev maşîne ji bajarên derdorê anîn. Em diçin gilî dikin lê ji ber ku parlamenterê AKP’ê ye tiştek nayê kirin.”

Gundiyê bi navê Nusret Karataş da zanîn nêzî 4 roj in dest danîn ser erdê wan û wiha got: “4 roj berê nêzî bi 100 kepçe û bi sedan maşîneyê hatin. Axa me hatiye dagirkirin. Em diçin gilî dikin lê belê dewlet jî û parêzer jî ya wan e. Ax ya me ye lê tapû li ser navê xwe çêkirine.”

Salîh Alan jî ji heman gundê dijî diyar kir ku bi zorê wan ji gund derdixin û got ku sedema hemû pirsgirêkan Kasim Gulpinar û birayê wî Veysel Gulpinar e.

Her wiha Şeyhmus Yol jî anî ziman ku di hemû maşîneyên ku anîne ser erdê gundiyan de çek hebûne û destnîşan kir ku dewlet di deste wan de ye û nikarin tiştek bikin. RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar