Parlamenterê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) yê berê Îbrahîm Bînîcî, li Enqereyê serê vê sibê di serdegirtina malê de hat binçavkirin. Polîsan di lêgerîna mala Bînîcî de, dest danîn ser pirtûk û meteryalan. Hat diyar kirin ku ji bo Bînîcî biryara heya 24 saetan qedexekirina parêzeran hatiye dayîn.
Hat destnîşankirin ku Bînîcî di çarçoveya ‘Lêpirsîna Kobanê’ de hat binçavkirin. Hat hînbûn ku li Enqere, Semsûr, Amed û Êlihê, polîsan di çarçoveya heman lêpirsînê de, bi ser malan de girtin e. ENQERE