Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Parlamenterê Iraqê: Divê Iraq giliyê Tirkiyeyê ji NY’yê re bike

Parlamenterê Iraqê Tayir Mexeyf êrîşên dewleta tirk ên li ser başûrê Kurdistanê şermezar kir û da zanîn ku êrîş li ser Iraqê gefin, divê Wezareta Karê Derve li Neteweyên Yekbûyî ji bo parastina serweriya Iraqê, giliyê Tirkiyeyê bike.

Êrîşên dewleta tirk a dagirker yên li ser xaka Iraq û Herêma Kurdistanê bê navber dewam dikin. Hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê jî dijî êrîşan bêdengiya xwe diparêzin. Parlamenterê Iraqê Tayir Mexeyf der barê êrîşan de ji Rojnews re axivî.

Parlamenter Tayir Mexefy da zanîn ku bi salane êrîşên dewleta tirk ên li ser navxweyî ya Iraqê dewam dikin, ji ber êrîşan xelkê sivîl malên xwe berdidin û koç dikin. Mexeyf diyar kir ku ziyanek mezin digihe xelkê û taybet jî zeviyên çandiniyê.

Parlamenterê Iraqê Mexeyf di dewama axaftina xwe de destnîşankir ku êrîş binpêkirinek aşkera ya serweriya xaka Iraq, ewlekarî û aramiya Iraqê ye. Mexeyf got: “Êrîş berevajiyê yasaya navnetweyî ye, divê li ser bingehê rêzdarî, bawerî û berjewendiyan pirsgirêk werin çareserkirin.”

Ji bo rawestandina êrîşên dewleta tirk, parlamenter Mexeyf bang li Hikûmeta Iraq û parlamentoya Iraqê kir da ku tedbîrên pêwîst bigire û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê Wezareta Karê Derve ya Iraqê j bo parastina serwerî, aramî û ewlekariya gel, bi awayek fermî giliyê Tirkiyeyê li Neteweyên Yekbûyî bike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar