Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Parlamenterê PDK’ê gefa êrîşên leşkerî li Şengalê kir

Parlamenterê PDK’ê û Serokê Lijneya Karûbarên Şengalê ya Parlamentoya Iraqê Şêrwan Duberdanî bi gefên êrîşên leşkerî gef li xelkê Şengalê xwar. Balkêşe ku piştî gefên parlamenterê PDK’ê Artêşa Iraqê hêzek mezin ber bi Şengalê ve şand

Parlamenterê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Serokê Lijneya Karûbarên Şengalê ya Parlamentoya Iraqê Şêrwan Duberdanî ku endamê Lijneya Destxistina Rastiyanan a Parlamentoya Iraqê ye, di daxuyaniyek xwe ya ji bo ajansekî dewleta tirk de gef li xelkê Şengalê xwar.

Şêrwan Duberdanî aşkera kir ku wan raporek 30 xalî amade kirine û wiha got: “Yek ji xalên sereke derxistina PKK’ê ye ji Şengalê ye. Ji bo armancê jî me îmzeyên 68 parlamenteran kom kiriye. Em li gel Serokê Parlamentoya Iraqê civiyane û em ê di rûniştina bê de bixin dengdanê de. ”

Lê tişka bal kêş ew e ku hêzên HPG’ê di 23’ê adara sala 2018’an de ji Şengalê derketin û niha ti hêzekî wan li Şengalê nîne. Şervanên YBŞ’ê jî hemû xelkê Şengalê ne û êzidî ne.

Duberdanî di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Bikaranîna hêzê bi biryara Fermandarê Gitşî yê Hêzên çekdarî ya Iraqê, bi hemahengiya hevpeymanê û hikûmeta Herêma Kurdistanê yekane çareseriye ji bo derxistina PKK’ê ji herêma Şengalê.”

Artêşa Iraqê leşker şand Şengalê

Balkêşe ku ev daxuyaniya Parlamenterê PDK’ê piştî êrîşa 17’ê adarê ya artêşa Iraqê ya li dijî wesayitekî şervanên YBŞ’ê tê. Pîştî bûyerên ku di 17’ê adarê de li Şengalê pêk hatin, artêşa Iraqê îro 3 lîwa (tugay) leşker ber bi Şengalê ve derxistin rê.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) dabû zanîn ku di êrîşa li hemberî wesayîteke wan pêk hatî de 2 şervanên wan şehîd bûne, 3 şervan jî birîndar bûne. Fermandariyê diyar kir ku ev êrîş ji aliyê komên provakator ve hatiye kirin. ŞENGAL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar