Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Parlamenterê PE’yê Barrena: Divê Abdullah Ocalan azad bibe

Parlamenterê PE’yê Pernando Barrena  got ku divê Abdullah Ocalan azad bibe û wiha axivî: “Abdullah Ocalan mirovekî ku ji bo azadî û aştiyê ji bo gelê kurd têdikoşe ye. Her wiha paradîgmaya Birêz Ocalan û pêşniyara Konfederalîzma Demokratîk, ji bo misogerkirina aştiyê ji bo siberoja me û rêzgirtina ji mafên gelê kurd, xaleke destpêkê ya gelekî girîng e."

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 25 sal berê dîl hat girtin û ev nêzî 3 salan e tu agahî jê nayên girtin. Li dijî tecrîda mutleq û girankirî ya li ser Abdullah Ocalan, di serî de CPT, sazî û rêxistinên navneteweyî ku ew dikarin selêdana Îmraliyê bikin, bêdengiya xwe didomînin. Ji bo pêngava ‘’Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî’’ piştgiriya beşên cuda yên civakî her ku diçe zêde dibe.

Pernando Barrena ê Parlamenterê Koma Çep ê Parlamentoya Ewropayê derbarê şert û mercên tecrîdê û azadiya Abdullah Ocalan de axivî. Parlamenterê Parlamentoya Ewropayê Pernando Barrena bertekên xwe nîşanî şert û mercên tecrîda Îmraliyê da û wiha got:’’Tecrîda mutleq a li ser Abdullah Ocalan, teqez dermirovî û neheqî ye. Êdî divê ev rewş bi dawî bibe. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 25 sal in li Îmraliyê dîl tê girtin. Şert û mercên Ocalan ên li Îmraliyê di nav de gelekî ji standardên mafên mirovan dûr in. Şert û mercên tecrîdê teqez rewşeke ku ji aliyê tevahiya mafên mirovan ên navneteweyî ve li dij tê derketin û redkirin e. Gelek kes li dijî cezayê darvekirinê ne. Lê divê lê bê zêdekirin ku; Cezayê muebbetê jî nayê qebûlkirin.”’’

Barrena da zanîn ku dewleta tirk li dijî Abdullah Ocalan pêkanîneke ku mînaka wê nîne dimeşîne û wiha domand: “Şert û mercên ku Ocalan lê tê girtin, ji dervî mînakê Mandela ku ji aliyê rejima Apartheid ve hatibû dîlgirtin, li ti deverê cîhanê mînaka wê nîne. Di nava girtiyên dem dirêj ên Baskî jî rewşek wiha pêk nehatiye.”

Parlementerê PE’yê Pernando Barrena, Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di qada navneteweyî de weke referanseke siyasî pênase kir û wiha got, “Abdullah Ocalan di nav rêberên ku ji bo gelê xwe û cîhanê têdikoşin de referanseke siyasî ye. Abdullah Ocalan mirovekî ku ji bo azadî û aştiyê ji bo gelê kurd têdikoşe ye. Her wiha paradîgmaya Birêz Ocalan û pêşniyara Konfederalîzma Demokratîk, ji bo misogerkirina aştiyê ji bo siberoja me û rêzgirtina ji mafên gelê kurd, xaleke destpêkê ya gelekî girîng e.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar