Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Parlamenterên başûrê Kurdistanê piştgirî dan HDP’ê

Parlementerên Herêma Federal a Kurdistanê piştgirî namzedên HDP’ê û bang li hemû kurdên bakurê Kurdistanê kirin ku di hilbijartinê de dengê xwe bidin HDP’ê

Di 31’ê Adarê de hilbijartinên şaredariyan li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê tên lidarxistin. Têkildarî hilbijartinan her yek ji parlementerê Nifşê Nû Mem Burhan Qanih û Parlementerê Berê yê Tevgera Goran Dr.Şêrko Heme Emîn ji Rojnews’ê re axivîn.

Dr.Şêrko Heme Emîn, di destpêka axaftina xwe de balkişand ser pêvajoya hilbijartinan û siyaseta Erdogan û wiha got: “Proseya hilbijartinan xebatekî rewaye, hemû mafekî ji bo gelê kurd li bakurê Kurdistanê li gorî pîvanên desturê rewaye. Wê xebat û têkoşîna kurdan bi serbikeve.”

Şêrko Heme Emîn, di dewama axaftina xwe de balkişand ser axaftina Erdogan ya ku ji kurdên bakurê Kurdistanê re gotibû, ‘ji vir herin, ev der ne Kurdistane’ wiha got: “Newroza Amedê bersiva herî baş bû ji bo van gotinên Erdogan. Ez bi hêvî me ev hilbijartin jî wekî hilbijartinên 7’ê hezîrana sala 2015’an be. Ji ber ku di lîsta namzetên HDP’ê de ji hemû reng û pêkhateyan kes cihê xwe têde digrin û siyaseta herî rast di meşînin, ev bi xwejî bersîveke ji bo axaftinên Erdogan.”

Dr.Şêrko Heme Emîn destnîşan kir ku her serkeftinekî li bakurê Kurdistanê û parçeyekî din ê Kurdistanê heman serkeftina parçeyên din ê Kurdistanê ye û wiha got: “Di heman demê de ev serkeftina HSD’ê li Rojavayê Kurdistanê baştirîn destkefte ji bo me hemûyan. Ji ber vê pêwîste hemû hêzên siyasî yên Kurdistanê bi rêya nûnertiyên xwe piştgiriya vê xebata siyasî li bakurê Kurdistanê bikin.”

Parlementerê Nifşê Nû Mem Burhan Qanih têkildarî mijarê wiha got: “Ez hêvîdar im ev hilbijartin bi awayekî paqij û bê pirsgirêk were lidarxistin. Tu dengekî kurdan neyê dizîn. Em piştgiriyê li daxwazên rewa yê gelê xwe dikîn. Heya kurd xwe di cihê xwe de bihêz bikin, wê ewqas jî bigihin bi mafên xwe. Hêvîdar im kurd li her çar parçên Kurdistanê bi erkê xwe yê exlaqî, nîştimanî rabin û piştgiriyê bidin HDP’ê.”

Mem Burhan Qanih bertek nîşanî axaftinên Erdogan da û wiha got: “Kurd li bakurê Kurdistanê beşeke mezin ji Tirkiye pêk tînin. Xala serekî ew e ku hemû pîvanên demokrasiyê werin bi cihanîn û hemû pêkhate bi hev re bijîn. Ji bo vê ez piştgiriya xwe ji bo her projeyekî dikim ku di xizmeta doza rewa ya gelê kurd de bit û bi rêyên medenî bikarin piraniya mafên xwe bidest bixin.” SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar