Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Parlamenterên DEM Partiyê: Hûn ê bi ruhê Kobanê têk biçin

Parlamenterên DEM Partiyê li dijî xespkirina Şaredariya Colemêrgê li meclîsê dest bi çalakiyê kirin. Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît ev tişt anî ziman: “Hûn ê bi ruhê Gezî, bi hevgirtina Kobanê, bi kenê zarokên me, bi têkoşîna jinan a ji bo wekhevî û azadiyê, bi têkoşînê hûn ê têk biçin. Vê li cihekî binivîsin.”

Koma Meclîsê ya DEM Partiyê li dijî tayînkirina qeyûm a Şaredariya Colemêrgê li Civata Giştî ya Meclîsê dest bi protestokirina tayînkirina qeyûman kir. Parlamenterê DEM Partiyê yê Colemêrgê Vezîr Parlak di pêşnûmeya têkildarî lêkolîna zerarên qeyûman axivî. Piştî ku Parlak axaftina xwe bi dawî kir, hemû parlamenterên DEM Partiyê bi hev re derketin ser dikê. Parlamenteran bi pankarta “Şaredarî yên me ne, em ê destûrê nedin desteserkirinê” dest bi çalakiyê kirin.

Tevî hişyariyên Serokwekîla Meclîsê Gulîzar Bîçer Karaca jî parlamenterên DEM Partiyê ji kursiyên xwe terknekirin. Gulîzar Bîçer Karaca ji ber protestoyê 10 deqeyan navber da lijneyê. Di vê navberê de hin parlementerên CHP’ê jî piştgiriya anîn ziman.

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît li Lijneya Giştî ya Meclîsê axivî. Koçyîgît destnîşan kir ku îradeya gel hatiye desteserkirin û wiha got: “Em bi operasyoneke mezin a çeteyan û rejîmeke mezin a qeyûman re rû bi rû ne. Çeteyek mezin ê darbekarê qeyûm hat ser kar. Ev 8 sal in îradeya gelê kurd tê paşguhkirin. 8 sal in mafê gelê kurd yê dengdanê hatiye rawestandin. Hikûmeta ku ev 8 sal in vî welatî bi rê ve dibe, ji kurdan re dibêje: ‘Hûn ne hemwelatî ne, hûn ne wekhev in, dengê we yê li Yozgatê ne wekhev e’. Em bi hikûmeteke ku sond xwariye ku dijminatiya siyaseta demokratîk e; Em bi tifaqeke li dijî Kurdan re rû bi rû ne; Em bi hikûmeteke ku dijminatiyê ji her tiştên Kurdan dike re rû bi rû ne; em bi hizireke ku naxwaze Kurd xwe bi rê ve bibin re rû bi rû ne. Em bi feraseteke ku komplo li pey komployê diafirîne re rû bi rû ne. Em dibêjin; em ê tu carî teslîm nebin; Hûn ê têk bibin. Hûn ê bi ruhê Gezî, bi hevgirtina Kobanê, bi helwesta rast a rêhevalên me, bi kenê zarokên me, bi têkoşîna jinan a ji bo wekhevî û azadiyê, bi têkoşînê hûn ê têk biçin. Vê li cihekî binivîsin.”

Piştî ku navber bi dawî bû Gulîzar Biçer Karaca ji parlamenterên DEM Partiyê xwest ku dawî li çalakiya xwe bînin. Parlamenteran bênavber dirûşmên “Qeyûn wê biçe” berz kirin. Karaca ji ber protestoyê gelek caran navber da rûniştinê. Ji ber parlamenter çalakiya xwe didomînin, Karaca rûniştin taloqî sibê saet 14.00’an kir.

Çalakiya parlamenteran a li Lijneya Giştî wê heta derengiya şevê bidome.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar