Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Parlamenterên Fransayê çûn serdana çalakgeran

Heyeteke ji parlamenterên Fransayî çû serdana çalakgerên Strasboûrgê. Heyetê di serdanê de diyar kir ku ew piştgiriyê didin daxwazên wan û soz dan dê li her qadê destekê bidin kurdan

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a bi pêşengiya Leyla Guven bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, berdewam dike. Çalakiya Guven di roja 71’an de, çalakiya Nasir Yagiz di roja 58’an de û çalakiya 226 girtiyan jî di roja 31’an de didome.

Ji aliyê din ve çalakiya li Strasboûrgê bi 15 çalakgeran hatiye destpêkirin jî 31 roj li pey xwe hişt. Her roj kurdistanî û derdorên siyasî û kaseyetên navdar diçin serdana çalakgeran û piştgiriya xwe tînin ziman.

Di çarçoveya van serdanan de ji mezintirîn partiya sîwanî ya çep a Fransayê France Însoûmîse (Fransa ya Serî Natewîne) parlamenterên Ewropayê  Emmanûel Maûrel û Yoûnoûs Omarjee, parlamentera Meclisa Neteweyî ya Fransayê Carolîne Fîat û namzetê sereke yê vê partiyê di hilbijartinên PE yê 2019’an Manon Aûbry, namzeta parlamenteriyê Sophîe Raûszer serdana çalakgeran kirin. Her wiha berdevaka Neteweyî ya La France Însoûmîse ku mezintirîn rêxistina çep a li Fransayê ye Danîelle Sîmonnet jî di nav heyetê de cih girt.

‘Em heyranê berxwedana gelê kurd in’

Heyet li ser navê çalakgeran ji aliyê Yuksel Koç ve hatin pêşwazîkirin û di pêşwazîkirinê de Koç got ku ew bawer in ku serketin nêz ê û ev yek hêza berxwedanê dide wan.

Endamê Parlamentoya Ewropayê parlamenter Emmanûel Maûrel li vir axivî û ji çalakgeran re wiha got: “Berî her tiştî dixwazim bêjim ku hûn gelekî wêrek in. Wekî din, bi baweriya xwe ya ji bo serketinê hûn qewîn in.”

Di axaftina xwe de Maûrel diyar kir kuy ew heyranê berxwedêriya gelê kurd e û da zanîn ku ev têkoşîn ji bo gelan cihê rêzdariyê ye û wiha axivî: “Tişta ku hûn herî baş temsîla wê dikin, berxwedan e.”

‘Welatên rojavayî divê jixwe şerm bikin’

Maûrel di dewama axaftina xwe de bal kişand ser rexneyên li Fransa û welatên din ên rojavayî tên kirin û wiha domand: “Em ji wan re dibêjin, ‘Ji ber ku hûn piştgiriyê nadin gelekî têkoşer, divê hûn ji xwe şerm bikin’. Em jî heta ku ji destê me tê, hewl didin destekê bidin yên ku bi me re têdikoşin. Her wiha hêz û baweriya berxwedanê ya kurdan ji bo me çavkaniya hêzê ye.”

Biryardariya gelê kurd

Namzeta parlamenteriyê ya hilbijartinên PE’yê yê 2019’an Sophîe Raûszer jî anî ziman ku demeke dirêj ew li Parlamenta Ewropayê weke şêwirmend xebitî û wê biryardariya kurdan di nobeda ‘Azadî ji Ocalan re’ de dîtiye û ev tişt anî ziman: “Di nav 6 salên xwe yên li vir de, min rojekê tenê nedît ku kurd li vir ji bo azadiya girtiyan belavok belav nekiribin.”

Divê PKK ji lîsteya terorê bê derxsitin

Berdevka Neteweyî ya La France Însoûmîse Danîelle Sîmonnet jî destnîşan kir ku berxwedana gelê kurd a li dijî faşîzmê, mînak e.

Sîmonnet ragihand ku polîtîkayên Erdogan dîktatorî, faşîst, neteweperest û paşverû ne û wiha domand: “Kurd ew hêz in ku yên herî xurt li dijî DAIŞ’ê şer kirin û hevalbendên herî baş ên Fransayê ne. Tirkiyeya Erdogan gefa êrîşê li Rojava dixwe û xwe amade dike ku êrîş bike. Divê êrîşeke gengaz a Tirkiyeyê teqez bê rawestandin û pêwîst e konferanseke aştiyê ya navneteweyî pêk were û şertê destpêkê ya konfransê divê naskirina kurdan be.”

Her wiha Sîmonnet bang li Fransa û Yekitiya Ewropayê kir ku navê PKK’ê ji nav lîsteya ‘rêxistinên terorîst’ derxîne û diyar kir ku piştgiriya wan a ji bo kurdan dê dewam bike.

Her wiha piştî axaftinan siyasetmedarên Fransayê guh dan daxwaz û nêrîna çalakgeran. STRASBOÛRG 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar