Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Parlamenterên HDP’ê banga tevlibûna Newrozê kirin

Parlamenterên HDP’ê banga beşdariya Newrozê ku bûye remza têkoşîna kurd, kirin û xwestin gelê kurd biherike qadan

Cîgirê Hevserokên HDP’ê yê Ji Çapemeniyê Berpirsiyar Tayîp Temel, berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn banga beşdariya Newroza îsal dê bi dirûşma ‘Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin’ were lidarxistin, kirin.

Tayîp Temel bi bîr xist ku wan par ji ber pandemiyê pîrozbahiyên girseyî li dar nexistine û armanc kirine îsal pîroz bikin. Temel destnîşan kir ku Newroz nexasim ji bo gelê kurd û tevahiya gelan xwedî girîngiyek mezin e û di serdemek gelê kurd di bin êrîşên giran de ye Newroz jî gelek watedar e û anî ziman ku ew di pêvajoyek statûya gelê kurd ku li çar parçeyan tê axaftin de derbas dibin û dê ev Newroz ji bo daxwazên gel bibe qadek mezin a hevdîtinê.

Sembola berxwedanê

Di axaftian xwe de Temel diyar kir ku ew bi Newroza îsal armanc dikin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bişikînin û çavkaniya şer û aloziya heyî tecrîd e. Temel got ku ew dikarin Newroza îsal wek berxwedanek pir alî pênase bikin û da zanîn ku ji salên 90’î vir ve Newroz li bakurê Kurdistanê bûye sembolaa têkoşîn û azadiya gelê kurd û Newroz dij derketina her cûre desteserkirin û neheqiyan e.

Bi ruhê neteweyî

Her wiha Temel destnîşan kir ku divê gelê kurd ji bo pandemiyê gumana wan nebe û tevdîrên pandemiyê hatine girtin û xwest her kes bi motîfên xwe neteweyî bi ruhê yekitiya neteweyî biherikin qadên Newrozê û di vê Newrozê de nîşan bidin ku li ser pêyan e û li ber xwe didin.

‘Ji bo azadiyê werin Newrozê’

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay jî anî ziman ku Newroz destpêkek nû ye û Newroza îsal gelek watedar û girîng e û ew dixwazin Newroz bibe wesîleya aştiyê û gelê kurd ku bi salane dawa nasname û azadiyê dikin vexwend qadên Newrozê.

Divê jin beşdar bibin

Parlamentera HDP’ê Remziye Tosûn jî destnîşan kir ku Newroz li dijî desthilatdar û zilmê serî rakirin û berxwedan e û ji bo Newroza îsal nemaze bang li jinan kir ku beşdar bibin.

Her wiha Tosûn got ku divê her jin li dijî tundî û komkujiyan beşdarî pîrozbahiyan bibe û li qada Newrozê cihê xwe bigirin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar