Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Parlamenterên Iraqê: Şertê Tirkiyeyê, PKK bû!

Endamek Lijneya Peywendiyên Derve ya Iraqê jî got; “Şertê sereke yê Tirkiyeyê ewe ku Iraq dijî PKK’ê bikeve nava tevgerê û tevlî şerê dijî Tevgera Azadiyê bibe.”

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî di 21’ê Adarê serdana Tirkiyeyê kir û bi serokkomarê tirk Recep Tayyîp Erdogan re civiya. Erdogan ji bo mehekê soza berdana avê da Iraqê, lê ji Iraqê jî xwestibû ku dijî PKK’ê bikeve nava tevgerê.

Endama Lijneya Çandiniyê ya li parlamentoya Iraqê Êbtîsam Hîlalî der barê serdana Sudanî ya ji bo Tirkiyeyê de ji Rojnews re axivî. Hilalî got ku ji aliyê welatên cîran ve lêpirsînkirina Mezopotamya ya ji bo bidestxistina avê karesat e û wiha got: “Pêwîstiya me bi xêrdayînê nîne, pêwîstî bi planên nû heye. Ji ber ku li ser robaran gelek binpêkirin hene. Divê ji bo çareserkirina qeyrana avê bi Tirkiyeyê re peymanek nivîskî were îmzekirin. Pêwîste Tirkiye para avê ya Iraqê berde, ji ber ku qeyrana avê gelek tirse û rewşa avê jî metirsîdare. Lazime Wezareta Çavkaniyên avê enbarên avê biparêze.”

Endamê Lijneya Peywendiyên Derve ya Iraqê Amir Fayîz jî der barê heman mijarê de axivî û got ku şertê herî sereke yê Tirkiyeyê ya ji bo zêdekirina rêjeya ava Dîcle ya ji bo Iraqê, xwest ku Iraq dijî PKK’ê bikeve nava tevgerê û tev li şerê li dijî Tevgera Azadiyê bibe.

Her wiha Amir di axaftina xwe de wiha got: “Dosyaya Partiya Kerkerên Kurdistan pêwîstî bi çareseriyek ewlekariyê heye, bi vî awayî nabe bibe qurbanê parastina berjewendiyên Tirkiyeyê. Bi taybet PKK di hinek herêmên Iraqê de çalake û gelek ji wan nikarin vegerin Tirkiyeyê. Herwiha hêzên Tirkiyeyê jî sînorên Iraqê derbaskirine. Tirkiye li aliyek xaka Iraqê bombebaran dike, li aliyê din jî para avê ya Iraqê digre.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar