Dora ‘Meşa li dijî dagirkeriyê’ ye

Îro li başûrê Kurdistanê şerekî dijwar heye. Artêşa tirk kêlî bi kêlî başûr dagir dike. Baragehên xwe li herêmê ava dike. Kalekol û quleqolên...

Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Perşembe - 18 Temmuz 2024

Parlamenterên PE’yê: Derhiqûqiyên dewleta tirk tolere nekin

Navenda Nûçeyan |

Di nav de parlamenterên Tifaqa Azad a Keskan/Ewropa, Koma Demokrat ên Sosyalîst û Demokrat (S&D) û Çepa Kesk Îskandînav-Çepa Girtî jî, 69 parlamenterên ji gelek fraksiyonên cihê yên Parlamentoya Ewropayê name ji Nûnerê Taybet ê Polîtîkayên Ewlekariyê û Karên Derve yê Yekitiya Ewropayê Josep Borelle re nivîsandin.

Di nameyê ev tişt hatin gotin:

“Pergala serokatiyê ya tirkan, rêgeza darizandina serbixwe qels kir. Êrîşên bêhiqûq ên hikûmeta tirk bi tenê berê xwe nade demokrasiya parlamenter. Hevşaredarên HDP’ê bi awayekî bêhiqûq ji peywirê hatin girtin û li şûna wan ‘walî û qeyyûm’ hatin peywirdarkirin. Ji hilbijartina 31’ê adara 2019’an heta niha ji 65 şaredariyên HDP’ê 46 jê hatine desteserkirin.

Ji xeynî êrîşên hewayî yên artêşa tirk a li ser Şengal û Wargeha Mexmûrê, ji ber operasyona di 14’ê hezîranê ya li dijî başûrê Kurdistanê jî fikarên me zêde dike. Di 23’yê hezîrana 2020’an de li Kobanê bi droneyan êrîş hate kirin û di êrîşê de gelek sivîl hatin qetilkirin û birîndarkirin.

Tirkiye endama NATO û Konseya Ewropayê ye. Ji bo Yekitiya Ewropayê jî welatekî endam e. Divê ev kirinên wê yên li dijî normên demokratîk ên hiqûqa navneteweyî û neteweyî neyê tolerekirin. Em bang li we dikin ku li dijî rejîma otokratîk a Erdogan têkevin nava hewldanan.

Li hemberî van êrîşkariyên ku li dijî Yekitiya Ewropayê jî tê kirin, nabe ku em ne çalak bin.

Em ji komîsyonê dixwazin ku ji xeynî van êrîş û zextan ji bo bidawîkirina êrîşên li dijî hiqûqê jî, bila wekî zextên ekonomîk û bi armanc gavên lezgîn û şênber biavêje.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar