Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Parlamenterên PE’yê: Divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê misogerkirin

Parlamenterên Parlementoya Ewropayê anîn ziman ku ji bo çareseriya aştiyane û demokratîk divê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan were misogerkirin û destnîşan kirin ku ew piştgirî didin têkoşîna gelê kurd.

Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgieêka kurd re çareseriya siyasî” li Strasbourgê bi pêşengiya nûnertiya Konseya Ewropayê ya DEM Partî û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Strasbourgê çalakiyek hat organîzekirin. Komeke ku ji wekîlên Parlementoya Ewropayê pêk tên jî tevlî çalakiyê bûn. Di nava komê de, yek ji Koma Keskan a PE’yê- Ji Tifaqa Azad a Ewropayê û di heman demê de yek ji Koma Dostên Kurdan a li parlementoyê François Alfonsî, ji Koma Çep a Parlamentoya Ewropayê parlementera Swêdê Malîn Bjorn, ji Koma Keskan- Parlamenterê Baskê yê Tifaqa Azad a Ewropayê Jordi Sole, her wiha parlementerê La France insoumise Emmanuel Fernandes, Endamê Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê Şiyar Ozsoy û koma xebatkar û sekreteriya buroyê di çalakiyê de amade bûn.

Di çalakiyê de ku li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Strasbourgê hate lidarxistin, li ser navê saziyê Helena Dersim pêşî mafê axaftinê girt. Helena Dersim, pêşî derbarê êrîşên li Kurdistanê û rojeva gelê Kurd nirxandin kir û derbarê pêngava ku di 10’ê cotmeha 2023’yan de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek deverên cîhanê hat destpêkirin de jî agahî da.

Nûnerê Konseya Ewropayê yê DEM Partiyê Faîk Yagizay, jî da xuyakirin ku gelek tişt hene ku dostên gelê Kurd û parlamenterên Ewropayê ji bo azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan karibin pêk bînin. Yagizay da zanîn ku CPT di serdana xwe ya dawî li Tirkiyeyê de neçûye Îmraliyê û got ku saziyeke girêdayî Konseya Ewropayê ku îdia dike ku ew nûnertiya demokrasî û mafên mirovan dike, naçe Îmraliyê mijarê nîqaşê ye û gelê kurd wê vê yekê qebûl neke.

Faîk Yagizay diyar kir ku ev 30 meh in ti agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin û got ku saziyên Ewropayê peywira xwe bi cih neanîne.

Parlamenterên beşdarî çalakiyê bûn di axaftinên xwe de destnîşan kirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vîna çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd e. Parlamenteran anîn ziman ku ji bo çareseriya aştiyane û demokratîk divê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan were misogerkirin û destnîşan kirin ku ew piştgirî didin têkoşîna gelê kurd.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar