Nêzî 40 parlamenterên PE’yê ji bo rawestandina êrîşên dewleta tirk ên li dijî bakur û rojavayê Kurdistanê û êrîşên li dijî HDP’ê, bang li Konseya Ewropayê û Yekitiya Ewropayê kirin. Di nameyê de hat gotin ku dewleta tirk dixwaze kurd, xiristiyan û HDP’ê tune bike
Nêzî 40 parlementerên Parlamentoya Ewropayê (PE) ji bo rawestandina êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li hundir û li Rojava li dijî kurdan, bang li Konseya Ewropayê (KE) kir. Nameya ku îmzeya nêzî 40 parlementerî li xwe digire, îro ji bo alîkarê serokê KE’yê, Nûnerê Bilind ê Polîtîkaya û Têkiliyên Karên Derve yê Yekitiya Ewropayê (YE) Jose Corell re şandin. Di nameyê de ji bo rawestandina êrîşên hundir û li Rojava, banga lezgîn a çalakiyan tê kirin.
Parlementer di nameyê de bal dikişînin ku li Tirkiyeyê di serî de li dijî kurdan û HDP’ê zextekî yekcar mezin li dijî muxalefetê tê kirin û dagirkeriya dewleta tirk a di serî de li herêmên Rojava yên ku kurd, xiristiyan û asyur lê dijî û Bakur Sûriyeyê tên bibîrxistin.
Nameya parlamenteran wiha didome:
“AKP’ê di demên dawî de bi pileyî sîstemeke otorîter ava kir. Di vê pêvajoyê de di serî de bi sûcên girêdanên bi terorê re rêveberên partiyan, parlamenter, hevşaredarên kurd ên hatine hilbijartin, bi sedan rojnamevan, akademîsyen, bijîşk, nûnerên civaka sivîl, parêzvanên mafên mirovan, nêzî 80 hezar kes girtin.
Hikûmeta tirk dixwaze HDP’ê tune bike
Hikûmeta tirk dixwaze HDP’ê tune bike. Ji sala 2015’an û şûn de 15 hezar û 300 HDP’î hatin binçavkirin. Hikûmeta tirk bi taybet jî li dijî şaredariyên HDP’ê di nava helwestekî êrîşkariyê de ye. Bi giştî destdanîne ser 34 şaredariyan. Hê jî bi dehan kes ji erkê nehatine girtin zextekî mezin ê siyasî û malî li ser wan dikin. Her kêlî dibe wan jî ji erkê bigirin.
Dîsa li Tirkiyeyê mijara girtiyên nexweş jî heye. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ên sala 2018’an, hezar û 25 girtiyên nexweş hene û ji van rewşa 357’an giran e. Divê ev nexweş bi lezgînî bên berdan an jî ji bo dermankirinê divê rakin nexweşxaneyên taybet.
Êrîşên li dijî Efrînê
Li gel van zextan, êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya dewleta tirk parelel tên kirin. Dewleta tirk li gel endamên El Qaîde û komên girêdana wan bi DAIŞ’ê re heyî, di serê sala 2018’an de Efrîn dagir kir. Nêzî 150 hezar kesî ji ber êrîşên dewleta tirk neçar man ku malên xwe bi terikînin.
Dewleta tirk li cihên ji kurdan vala kirin jî bi awayekî sistematik guhertina demografyayê dike. Ev jî li dijî hiqûqa navneteweyî ye. Tundî û zextekî mezin li xwecihiyên li herêmê mayî tê kirin. Li herêmên hatî dagirkirin polîtîkayên tirkkirinê tên meşandin.
Herî dawî bi êrîşên 9’ê cotmehê ya li herêmên kurd ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re carekê din hiqûqa navneteweyî hate binpêkirin, li dijî sivîlan bê hed û hesab sûcên li dijî mirovahiyê tên kirin.
Tirkiye sûcên li dijî mirovahiyê dike
Tevî agirbestê jî êrîş dewam dike. Bi hinceta terorîzmê dixwaze rêveberiya xweser a nifûsa xwecihî ya Sûriyeyê ji holê rake, di serî de kurdan, asur, suryan û ermanan ji sînorê Tirkiye-Sûriyeyê dûr bixe. Bi nifûsa tirk û ereban malbatên komên cîhadî yên xwe li ser axên kurdan bi cih bike. Ev armanca sereke ya Tirkiyeyê ye.
Kurd û xiristiyanan ji warên derxistin û li şûna wan jî ereban bi cih dikin. Bi guhertina demografyayê re dîsa paqijiya etnîkî du sûcên li dijî mirovahiyê ne. Tirkiye ya ku weke endamekî NATO’yê ye, endamên KE’yê ye û namzetê YE’yê, li pêşiya çavê civaka navneteweyî van sûcan dike.
Banga ambargoyê kirin
Em daxwaz ji we dikin ku li dijî paqijiya etnîkî ya nifûsa kurd û xiristiyanan a li Bakurê Sûriyeyê û dagirkeriya tirk a li herêmê rawestin. Ji bo firotina çekan a Tirkiyeyê ambargoyeke tam pêk bînin, guşarên aborî û li dijî gelek endamên hikûmeta tirk pêkanîn bisepînin. Bi helwestekî hevpar a YE’yê ya hevpar dikare Tirkiyeyê ji xaka Sûriyeyê derbixe.
Daxwaz dikin ku destekê bidin bi hezaran kesên ku ji ber êrîşên dewleta tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê neçar mane ku malên xwe terikandine. Her wiha ji bo kurdan li vê parçeyê di nava aştî û aramiyê de bijîn, tev li gotûbêjin siberojê bên kirin bibin.”
Navên kesên name îmze kirin wiha ne:
“Arena Marîa, Biedron Robert, Brglez Mîlan, Fajon Tanja, Grapini Marîa, Heide Hannes, Incir Evîn, Kaili Eva, Koster Dîetmar, Mavrides Costas, Papadakis Demetrîs, Pisapia Gîulîano, Schieder Andreas, Smeriglio Massîmîlîano, Vollath Bettîna, War Julîe, Koma S&D, Barrena
Pernando, Bjork Malîn, Chaibi Leîla, Demîrel Oezlem, Gusmao Josê, Konecna Katerîna, Kouloglou Stelîos, Matias Marîsa, Papadimoulis Dîmîtrîos, Urban Crespo Mîguel, Villumsen Nîkolaj, GUE/NGL Group
Alfonsi Françoîs, Auken Margrete, Biteau Benoît, Kuhnke Alîce, Langensiepen Katrîn, Metz Tîlly, Riba i Gîner Dîana, Strik Tineke, Zdanoka Tatjana, Koma Greens/EFA
Bilbao Barandica Izaskun, Koma Renew VINCZE Lorant, Koma EPP
Bourgeois Geert, Koma ECR.”