Komîsyona Têkiliyên Derve ya Parlamentoya Belçîkayê qirkirina ku çeteyên DAIŞ’ê li Iraq û Sûriyeyê piştî sala 2014’an li êzidiyan kir, bi yekdengî wek qirkirinê qebûl kir.
Parlamenteran her wiha ji hikûmetê xwestin ku ji bo sûcê qirkirinê yê ku Dewleta Îslamê li Iraq û Sûriyeyê kir bêceza nemîne, divê her rê û rêbazên hiqûqî yên navneteweyî û hundirîn bêne bikaranîn.
Parlamenteran ji rêveberiyê xwestin ku sûcên li dijî civaka êzidî hatine kirin, kiryarên wan ên belçîkî yên gengaz bêne tespîtkirin û sîstema edaletê ya Belçîkayê van hewldanan teşwîq bike û destek bike.
Ji bo vegera li xaka xwe û jinûve avabûnê alîkarî bê dayîn
Di biryarê de bang li Belçîkayê hat kirin ku ji bo vegera êzidiyan a li xaka xwe û jinûve avakirinê, bibe alîkar.
Pêşnûme biryar ji aliyê Demokratên Xiristiyan (cdH) ve hat pêşkêşkirin. Ji partiya N-VA jî Koen Metsû mohra xwe danî binê pêşnûme biryarê û heft partiyên hikûmeta koalîsyonê piştgirî dan.
Ji partiya cdH Georges Dallemagne li komîsyona parlamentoyê axivî û destnîşan kir ku ew bi vê pêşnûmeya bi yekdengî hatiye qebûlkirin ‘gelekî serbilind’ e û wiha got: “Delîl li holê bûn. Gelek bûn û girîng bûn. Ji havîna 2014’an û pê ve DAIŞ ev qirkirin plan kir. Gorên komî hatin kifşkirin, zext hate kirin ku bi zorê olê biguherîne (…) Ev sûc, me mirovahiyê hemûyan eleqedar dike.”
Goerges Dallemagne û Koen Metsu dawiya sala derbasbûyî serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiribûn.
Lîsteya sûcên ku hatine kirin
Di pêşnûme biryarê de lîsteya binpêkirinên li dijî êzidiyan hate pêşkêşkirin. Li gorî vê yeke ‘Pogrom, kuştina mêran bi rêk û pêk, kolekirina zayendî ya jinên nezewicî ji bo şef û leşkeran, piştre radestkirina dîlgirtiyan bi berdêla fîdyeyên giran, binaxkirina jin, mêr û zarokan bi saxî, dayîna madeyên narkotîkê ji bo zarokan, îslamîkirina bi zorê û şervankirina zarokan’ çend ji sûcên di vê lîsteyê de bûn. BRUKSEL