Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Parlamentoya Belçîkayê qirkirina êzidiyan qebûl kir

Parlamentoya Belçîkayê qirkirina êzidiyan ku di sala 2014’an a ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû kirin, pejirand. Pêşnûme ji aliyê piraniya parlamentoyê ve hat pejirandin

Navenda Nûçeyan |  

Parlamentoya Belçîkayê qirkirina êzidiyan a sala 2014’an a ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve pêk hat, qebûl û mehkûm kir. Berî niha meha hezîranê Komîsyona Têkiliyên Derve ya Parlamenta Belçîkayê, pêşnûme biryara li ser naskirina Qirkirina Êzidiyan bi yekdengî qebûl kiribû. Parlamentoya Belçîkayê jî pêşnûme bi piraniya dengan erê kir. Pêşnûmebiryar 14’ê tîrmhê kete rojeva Meclîsa Balçîkayê. Piştî nîqaşê bi rojekê û şûnde, şeva 15’ê tîrmehê kete dengdanê. Pêşnûme bi pêşengtiya Parlemeter Georges Dallemagne ji aliyên Koen Metsu, François De Smet, Malik Ben Achour, Michel De Maegd et Samuel Cogolati, Mmes Els Van Hoof, Goedele Liekens et Vicky Reynaert û Wouter De Vriendt ve hatin pêşkêşkirin. Piştî dengdanê pêşnûmeya qirkirinê bi desteka hemû koman hat erêkirin.

Di pêşnûmeya bi zimanê fransî û flamanî ya ji 10 perî pêk tê de sûcên li ser êzidiyan hatiye rêzkirin.

Di pêşnûmeyê de bal kişandine ser van xisûsan: “sala 2014’an û vir ve DAIŞ’ê di serî de êzidî, asûrî, suryan, keldanî, şebek, tirmen, kurd, elewî, hevzayendî, misilmanên sunî yên li derveyî helwestên li dijî hiqûqên dewleta îslamî û komên din kirine hedef.

Di nava van zilman de bi taybet yên êzidî kirin hedef, bi awayekî sîstematîk û tundraw, bi pername û sîstematîk mêr qetilkirin, firotin şef û leşkeran, piştre keç û jinên ciwan li berdêla fîdyeyek mezin a malbatan weke koleyên zayendî hatin bikaranîn, êşkencekirina jinan a ji ber serê xwe vekiriye, jin,mêr û zarok bi zindî veşartin, zarok fêrî madeyên hişbir kirin, bi zorê kirina misilman, vegerandina leşkeran. Baxçeyên fêkiyan ên van girseyan hatin şewitandin, lawirên wan hatin dizîn, li qadên çandinê mayîn hatin çandin.”

Daxwazên ji hikûmetê

Sûcê qirkirinê li dijî êzidiyan ku DAIŞ’ê li Iraq û Sûriyeyê, ji sala 2014’an û vir ve dike, nas dike û mehkûm dike;

Daxwazên ji hikûmetê hatin kirin ev in:

1-Hemû rêz û rêbazên yasayî yên navxweyî û navneteweyî bikar bîne da ku tawana jenosîdê ya ku DAIŞ’ê li dijî êzidiyan li Iraqê û Sûriyeyê kir teqez bê ceza nemîne;

2-Teşwîqkirin û destekdayina hewldanên dadweriya Belçîkayê ya ji bo destnîşankirin û darizandina sûcdarên belçîkî yên muhtemel ku li dijî civaka êzidî sûc kirine;

3-Bi êzidiyên ku dixwazin vegerin gund û bajarên xwe bibin alikar; bi taybetî daxwaz bê kirin ku peymana di navbera hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê û hikûmeta navendî ya Bexdayê re hatiye çekirin, bê bicihanin; Ji bo vê yekê jî pêşniyara ‘çavdêriya navneteweyî ya peymanê’ bê kirin.

4-Destekdayîna ji nû ve avakirina bajar û gundên hatine hilweşandin.

5-Alîkariya mirovî ya taybet pêşkêşî kesên ku rastî tundiya zayendî, koletî û kiryarên din yên dermirovî hatine bê kirin.

Yên weke qirkirin naskirine

Qirkirina Êzidiyan hê li Konseya Ewlekariya NY’yê û ji aliyê dadgehek navneteweyî ve nehatiye qebûlkirin. Lê tîmeke lêpirsînê ya NY’yê gihişte wê yekê ku qirkirin e.

Parlametoya Ewropayê, Meclisa Parlamenter a Konseya Ewropayê, Meclisa Nûneran a DYE’yê, hovîtiya DAIŞ’ê ya li êzidiyan wek qirkirin nîşan da.

6’ê tîrmehê pêşnûmeya Parlamentera Yekitiya Demokrat a Xiristiyanan a Holandayê (CDA) ku pêşkêşî Parlamentoya Hollandayê kiribû, Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an a li ser civaka êzidî ya Şengalê weke jenosîd, ango Qirkirina Êzidiyan nas kir.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar