Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Armanc azadiya Rêber Apo ye

Li Girtîgeha Îmraliyê çi diqewime? Dewleta tirk û hevkarên wên ên navneteweyî ji bo çi bi israr nahênlin agahî ji Îmraliyê bê birtin? Rewşa...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Armanc azadiya Rêber Apo ye

Li Girtîgeha Îmraliyê çi diqewime? Dewleta tirk û hevkarên wên ên navneteweyî ji bo çi bi israr nahênlin agahî ji Îmraliyê bê birtin? Rewşa...
Perşembe - 3 Ekim 2024

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Armanc azadiya Rêber Apo ye

Li Girtîgeha Îmraliyê çi diqewime? Dewleta tirk û hevkarên wên ên navneteweyî ji bo çi bi israr nahênlin agahî ji Îmraliyê bê birtin? Rewşa...

Parlamentoya Herêma Kurdistanê 31 salan ji bo kurdan çi kir?

Gelê başûrê Kurdistanê wê di 20’ê cotmehê de cara şeşem ji bo hilbijartinên parlamentoya Herêma Kurdistanê biçin ser sindoqan. Hevkarê dewleta tirk a dagirker PDK ji bo hilbijartin pêk neyên her tişt kir û niha jî pirsên, “Gelo dibe ku PDK bi dewleta tirk re carek din parlamentoya herêmê dagir bike? Di nava 31 salan de parlamentoyê ji bo kurdan çi kir?” tê hişê mirovan.

Başûrê Kurdistanê ev 31 sal in ji bo parlamentoya Herêma Kurdistanê 5 car in hilbijartinan pêk tîne. Di van serdeman de kîjan partî çend kursî bi dest xist û biryarên girîng yên parlamentoyê çibûn? Ji bo hilbijartina dawî çend caran biryar hat dayîn û paşxistin, girîngiya hilbijartina vê carê û egera carek din paşxistinê. Wê bandora rewşa Iraq û Herêmê, peymana Iraq-Tirkiye û PDK’ê ya ji bo dagirkeriyê li ser hilbijartinê çibe?

Emê hewl bidin divê dosyaya xwe ya ku ji du beşan pêktê, van mijarên li jor ji bo we ragihînin.

Bingeha hilbijartinê

Gelê kurd hertim ji aliyê hêzên desthilatdar ve, hatine parçekirin û nexwestine kurd jî weke hemû welatên din azad li ser welatê xwe bijîn. Bi parçekirina Kurdistanê re kurdan ji cihû warên wan kirin, nehêlan bi ziman û çanda xwe bijîn û hertim bi qirkirin û komkujiyan re rûbirû man. Yek ji parçeyên Kurdistanê, başûrê Kurdistanê ye, Gelê başûrê Kurdistanê bi raperîna xwe ya dijî rejîma Sedam Hisên tê nasîn. Gelê kurd li başûrê Kurdistanê di sala 1991’an de ji bo jiyanek azad û bi rûmet, serî hildan û dijî rejîma Sedam Hisên raperîn kirin. kurdan bi serîhildana dijî rejîma zilmdar re, li benda rêveberiyek kurdî û neteweyî bû. Lê berovajiyê cewhera peyam û armancên serhildana gelê Başûr, hikûmraniya Herêma Kurdistanê ket destê du hizbên desthilatxwaz de. Van hizban di warê siyasî û daxwazên serhildanê de ti gavek şênber ne avêtin.

Ji sala 1992 heya 2018’an hilbijartinên li başûrê Kurdistanê:

Hilbijartina yekem

Di 8’ê Nîsana 1992’an de lijneya ku ji Eniya Kurdistan pêkatî bû, yasaya Meclîsa Nîştimanî ya Kurdistanê (parlamento) nivîsand. Di 19’ê Gulana 1992’an de hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê hat lidarxistin. Di 4’ê Hezîrana 1992’an de Parlamentoya Herêma Kurdistanê yekem civîna xwe lidarxist û di 9’ê Tîrmeha 1992’an de yasaya duyem hat derxistin. Lê dîroka derxistina yasaya yekem ne diyare.

Demên parlamentoyê

Dema yekem ya parlamentoyê sala 1992’an bû ku dest bi kar kir. Heya sala 2005’an berdewam dike. Ji sala 1992’an heya 1996’an bi awayek yekgirtî berdewam dike. Yanî ji sala 1992 heya 1996 PDK û YNK bi hevre di parlamentoyê de amadene. Çêbûna şerê navxweyî a dinavbera PDK û YNK’ê de li pêşiya civînên parlamentoyê ne bû asteng.

PDK’ê parlamento dagir kir

Lê di 31’ê Tebaxa 1996’an de ku wesayîtên leşkerî yên rejîma Baasê bi daxwaza hêzên PDK’ê bajarê Hewlêr dagir kirin, ketin nava parlamentoyê. Piştî wê dagirkirinê êdî endamên parlamentoyê yên bi ser YNK’ê xwe ji parlamentoyê kêşan. Civînên parlamentoyê heya sala 2002’an de bêyî YNK’ê hatin lidarxistin.

Piştî ku di sala 1998’an de lihevkirina Washington dinavbera YNK û PDK’ê hat îmze kirin, di 4’ê Cotmeha 2005’an de parlamentoyê yekem civîna xwe ya bi hevre destpêkir. Yanî YNK û PDK bihevre tevlî civînê bûn.

Tevî ku li Herêma Kurdistanê sîstema kota heye û ji sedî 30 ji bo jinan hatiye veqetandin, lê ev biryar nayê pêkanîn.

Di her 5 demên parlamentoya herêma Kurdistanê de bi giştî ji 549 parlamenteran tenê 142 jê jin bûn.

Hilbijartina yekem

Di 9’ê Gulana 1992’an de hilbijartin hatin kirin. Cewher Namiq yê ku bi ser PDK’ê bû serokê parlamenoyê. Divê dema parlamentoyê de, YNK û PDK’ê başûrê Kurdistanê dinava xwe de parvekirin. Her yek ji YNK û PDK’ê di dema yekem ya parlamentoyê de xwedî 50 kursî bûn. 5 kursî jî ji bo kêmnetewan bû.

Divê dema yekem ya hilbijartinê de 99 parlamenterên zilam bûn, û tenê 6 jin bûn.

Dûyem

Di 30’ê Çileya 2005’an de hilbijartinên dema dûyem ya parlamentoya Herêma Kurdistanê pêkhatin. Di dema dûyem de Ednan Muftî ku bi ser YNK’ê bû, bû serokê parlamentoyê. Bi giştî 13 lîsteyên cûda tevlî hilbijartinê bibûn. Di vê dema dûyem ya parlamentoyê de hejmara parlamenteran ji 105, kirin 111 parlamenter. Divê hilbijartinê de YNK, PDK, Yekgirtûya Îslamî, lîsta Nîştimana Demokrata Kurdistan bi yek lîsteyê tevlîbûn û bi giştî 104 kursî bidestxistin. Komeleya Îslamî Kurdistan 6 kursî û Hizba Zehmetkêşana Kurdistan jî yek kursî bidestxist.

Di hilbijartina duyem de jî ji 105 parlamenteran tenê 29 jê jin bûn.

Sêyem

Di 25’ê Tîrmeha 2009’an de hilbijartina dema sêyem a parlamentoya Herêma Kurdistanê hatin lidarxistin. Divê hilbijartinê de jî 24 lîste tevlî hilbijartinê bûn û 11 lîste bi serketin. Di vê demê de Tevgera Goran weke aliyek muxalefetê tevlî hilbijartinê bû û karî 25 kursî bidest bixe. YNK û PDK bihevre bi navê lîsta Nîştiman tevlî hilbijartinê bûn û 64 kursî bidestxistin.Komeleya Îslamî Kurdistan, Yekgirtû Îslamî, Hizba Sosyalîst û Hizba Ayînde bi yek lîst a binavê Lîsta Xizmetguzarî û Çaksazî tevlî hilbijartinê bûn. Ev lîste jî 13 kursî bidestxist. Herwiha Tevgera Îslamî jî 2 kursî bidestxist. Kursiyên din jî ji bo kêmnetwan bûn.

Divê demê de jî Kemal Kerkûkî ku bi ser PDK’ê bû, bû serokê parlamentoyê. Herwiha dû salên dawî de jî Erselan Banîz yê li ser lîsta YNK’ê bû serokê parlamentoyê.

Di hilbijartina sêyem de 71 parlamenterên zilam bûn û tenê 40 jin bûn.

Çarem

Di 21’ê Îlona 2013’an de hilbijartinên dema çarem yên parlamentoya Herêma Kurdistanê hatin lidarxisitn. Di vê hilbijartinê de 31 lîste tevlîbûn û di hilbijartinê de 17 lîste bi serketin.

Di vê hilbijartinê de PDK’ê 39, Goran, 24, YNK 19, Yekgirtû Îslamî 10, Komeleya Îslamî 7, Hizba Sosyalîst 2, Tevgera Îslamî 1 û Hizba Komunîst jî 1 kursî bidestxistin.

Ji Tevgera Goran Yusif Mihemed divê demê de bû serokê parlamentoyê. Ji ber guftugoyên li ser yasaya serokatiya herêmê di 19’ê Sibata 2015’an de alozî dinavbera Goran û PDK’ê de çêbû. PDK’ê piştî wê nehêla Yusif Mihemed derbazî Hewlêr bibe. Ji ber vê yekê 2 salan parlamento hat girtin.

Di hilbijartina çarem de jî 78 zilam, 33 jin bûn.

Serokê parlamentoyê îstifa kir

Dr. Yûsif Mihemed ku Asayîşa PDK’ê 12’ê Cotmeha 2015’an nehiştibû bikeve nava Hewlêrê û biçe parlamentê, li Silêmaniyê civîneke çapemeniyê li dar xist û got; “Herêma Kurdistanê di pêvajoyeke darbeyê de ye”. Dr. Yûsif Mihemed bi vê gotinê îstifa kiribû.

Pêncem

Di 30’ê Îlona 2018’an de hilbijartinên parlamentoyê yên dema pêncem hatin lidarixistin. Di vê hilbijartinê de PDK 45, YNK 21, Tevgera Goran, 12, Nifşê Nû 8, Komeleya Îslamî 7, Yekgirtû Îslamî û Tevgera Îslamî 5, Hizba Komunîst 1 û Hizba Sosyalîst jî kursiyek bidestxistin.

Di 11’ê tîrmeha 2019’an de ji Fraksiyona YNK’ê Rêwaz Fayeq bû seroka parlamentoya Herêma Kurdistanê.

Di dema pêncem ya hilbijartinên parlamentoya Herêma Kurdistanê de jî tenê 33 jin bûn û 77 zilam bûn.

Yanî di her 5 hilbijartinên parlamentoya herêma Kurdistanê de bi giştî ji 549 parlamenteran tenê 142 jê jin bûn.

Hevserokatî

Di nava partiyên di parlametoya Herêma Kurdistanê de, sîstema hevserokatiyê nîne, li başûrê Kurdistan û Iraqê tenê di nava 3 partiyan de sîstema hevserokatiyê heye, ew jî Partiya Azadiya Demokratîk ya Êzidiyan (PADÊ) Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî), û Partiya Eniya Têkoşîna Demokratîk. Hêjayî gotinê ye ev her 3 partî jî bi hevkariya PDK-Tirkiyeyê ji aliyê Dadgeha Iraqê ve hatin girtin.

Yasayên ku ji aliyê parlamentoyê ve hatîn derxistin

Parlamentoya Herêma Kurdistanê di nava 31 salan de 389 yasa û zêdetirî 98 biryar derxist. Zêdetirî yasayan di sala 2007’an de hatin derxistin. Di vê salê de 39 yasa hatin derxistin. Di sala 1995’an de jî tenê yasayek hatibû derxistin. Di nava 7 mehên dawî yên sal 2019’an de jî tenê yasayek hat derxistin. Zêdetir biryar jî di sala 1992’an de hatine derxistin û ew jî 48 biryar bûn.

Yasaya dijî yekîtiya neteweyî derxistin!

Yek ji yasayên di parlamentoya Herêma Kurdistanê hatî derxistin, şerê dijî Partiya Karkerên Kurdistanê bû. Piştî hilbijartina ewil ya parlamentoyê bi hevkariya PDK’ê di parlamentoyê de yasaya şerê dijî PKK’ê û yekîtiya neteweyî hate derxistin.

Biryar îro ketiye meriyetê

Ev biryar îro ketiye meriyetê, bi hevkariya PDK’ê îro dewleta tirk dest bi dagirkeriyek mezin ya li ser xaka başûrê Kurdistanê kiriye. PDK rê li dewleta tirk vedike, cihê gerîlayên azadiyê nîşan dide û dewleta tirk jî êrîş dike. Ger îro ne ji gerîlayên azadiyê ba, wê dewleta tirk tevahî xaka Başûr dagirkiriba, lê gerîlayên azadiyê îro li Kurdistanê parastina gelê kurd dikin û nahêlin Kurdistan bê dagirkirin.

Derxistina leşkerên tirk

Li dijî şerê navxweyî biryara derxistina leşkerên tirk ji Herêma Kurdistanê jimara 19’an di rûniştina awarte ya 15’ê Tebaxa 1994’an de dan.

Biryar ji 4 xalan pêk dihat:

Herdu aliyên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) daxuyaniyekê bidin ji bo piştgirîkirin û girêdanbûna bi helwesta parlamentoyê ya derbarê bûyeran de. Erêkirina daxuyaniya şandeya parlamentoya Herêma Kurdistanê ku serdana cihê bûyerên ku li Qeladizê û cihê din kiriye.
Herdu birêzan Sekreterê Giştî yê YNK’ê Celal Talebenî û Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî fermanekê ji bo hêzên pêşmergeyan bidin, ji bo rawestandina her tevger û karekî şerkirina li hemberî hev.
Vekişandina tevahiya hêzên YNK û PDK’ê û aliyên din ên Kurdistanî ji şeran, ji çend herêmên diyarkirî.
Lijneya taybemend a parlamentoyê pêwîste çavdêriya pêkanîna bendên lihevkirin û daxuyaniya Parlamentoyê bike. Bi taybet yên ku di 15.07.1994 û 15.08.1994’an de hatine dayîn.
Hêjayî gotinê ku ev biryar ji malpera parlamentoyê hatiye rakirin.

Tevî biryarek ji bo derxistina leşkerên tirk hatibû derxistin, lê ew biryar qet neket meriyetê, berovajiyê wê îro leşkerên tirk bi hevkariya PDK’ê ketine nav xaka başûrê Kurdistanê, bi dehan baregeh dane avakirin û dagirkeriya xwe berfirehtir dikin.
Dijî şerê navxweyî grev

Biryarên parlamentoyê yên di derbarê şerê navxweyî de nekarîn şer bidin rawestandin. Ji bo vê wek helwest, di heman salê de 59 parlamenter 101 roj di hola parlamentoyê de dijî şerê navxweyî ketin grevê.

Kobanê

Yek ji biryarên din yên girîng, biryara hejmara 28 ya sala 2014’an li ser şandina hêzên pêşmerge ji bo Kobanê bû.

Piştgiriya ji bo rojavayê Kurdistanê

Yek ji biryarên din jî biryara hejmara 24 ya sala 2014’an bû. Di vê biryarê de parlamentoyê piştgiriya xwe ya ji bo rêveberiya rojavayê Kurdistanê anî ziman.

Dîsa biryara ji bo leşkerên tirk

Herwiha biryarek din ya ku ji aliyê parlamentoyê ve hatî derxistin, derxistina leşkerên tirk ji Herêma Kurdistanê bû. Parlamentoyê hejmara 37 ya sala 2003’yan biryara derxistina leşkerên tirk ji herêma Kurdistanê da. Lê biryara parlamentoyê nehat bicihanîn.

Dirêjkirina dema Mesûd Barzanî

Rexneya berçav ya ku li parlamentoyê tê kirin, dirêj kirina dema serokatiya herêmê ya Mesud Barzanî bû. Di 30’ê Hezîrana sala 2013’an de parlamentoyê yasaya hejmara 19’an pejirand. Ev biryara dirêj kirina serokatiya herêma Kurdistanê bû. Ji ber ku li gorî madeya 3 ya yasaya serokatiya herêma Kurdistan a hejmara 1 ya sala 2005’an, dema serokatiya herêmê 4 sal in.

Çavkanî: Rojnews

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar