Parlamentoya Iraqê îstifaya serokwezîr Adil Abdulmehdî ku du berê şandibû parlamentoyê, qebûl kir
Parlamentoya Iraqê ji bo nirxandina daxwaza îstifayê ya serokwezîrê Iraqê Adilmehdî bi awayeke awarte civiya.
Adil Abdulmehdî du roj beriya niha ragihandibû ku dê îstifa bike û îstifaya xwe pêşkêşî parlamentoyê kiribû. Di rûniştina parlamentoyê de îstifaya serokwezîr hate qebûlkirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji 1’ê cotmehê ve li Iraqê di dema xwepêşandanên li dijî hikûmetê de zêdetirî 420 kes hatin kuştin. Di encama çalakiyan de serokwezîrê Iraqê Adil Abdulmehdî îstifa kir. BEXDA