Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Parlementerên HDP’ê li dijî tecrîdê nobeda xwe didomînin

Parlementerên HDP’ê ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwestibûn li pêşiya Wezareta Edaletê nobetê bigirin. Piştî ku ev çalakî hat qedexekirin çalakiya nobetê li pêşiya meclisê hat kirin.

Parlementerên HDP’ê ji bo ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike, li pêşiya Wezareta Edaletê dest bi nobetê kiribûn. Çalakiya nobetê di roja 4’an de didome. Parlementerên HDP’ê Tayîp Temel, Abdullah Koç, Kemal Pekoz, Mûazez Orhan, Celadet Gaydali û Gulistan Kiliç Koçyîgît ber bi Wezareta Edaletê ve meşiyan. Parlementer li Deriyê Dîkmenê yê meclisê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin.

Polîsan diyar kirin ku ‘ferman’ ji wan re hatiye û ew ê ‘destûrê nedin’ ku parlementerên HDP’ê biçin pêşiya Wezareta Edaletê. Polîsan gef li rojnamevanan jî xwar û ew ji qadê dûr xistin.

Alîkarê hevserokatiya giştî ya HDP’ê Tayîp Temel diyar kir ji bo ku Abdullah Ocalan karibe bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike wan li pêşiya Wezareta Edaletê dest bi nobetê kirine û got “Îro bêyî ku biryareke nivîskî û zemîneke qanûnî hebe, li Deriyê Dîkmenê pêşiya me hat birîn. Nehiştin ku em biçin Wezareta Edaletê. Ji bo protestokirina vê bêhiqûqtiyê em îro li vir in. Em ê daxuyaniya xwe ya li ser tecrîd û rewşa krîtîk a Îmraliyê îro li Meclisê bidin. Em vê nobeta xwe bidomînin. Divê her kes bi vî tiştî bizanibe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar