Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Partî û rêxistinên kurd ji bo Zînî Wertê bang kir: Neyên lîstikên dijmin

Navenda Nûçeyan |

Têkildarî aloziya li Zînî Wertê, 47 partî, rêxistin û saziyên kurd ên li Ewropayê daxuyaniyeke hevpar dan. Di daxuyaniyê de bang hat kirin ku pêşî li aloziya li Zînî Wertê bê girtin.

Daxuyanî wiha ye:

“Em weke partî, rêxistin û saziyên kurdistaniyên li Ewropayê yên li jêr navên me nivîsîne, em dîsa dibêjin ku dagirker bi taybet jî dewleta tirk a dagirker û qirker, di nava hewldaneke pir qirêj û gemarî de ye.

Ji xwe weke ku em dizanin, dîroka vê dewletê bi polîtîka û kiryarên dijminkar ên li dijî gelê Kurdistanê tije ye. Di van rojên dawî de li gel Rojava, niha jî li Başûr ketiye nava planeke bi xeter. Li Zînî Wertê ji bo vê plana xwe ya xwînxwar û dijminkar bi ser bixîne, dest bi avakirina zemîneke şerê xwişk-birakujiyê yê nû kiriye.

Em aşkera dibînin û dibêjin ku ev dewleta dijminê Kurdistanê, dixwaze û dixebite ku hêzên tevgera gelê Kurdistanê bixe nava şerê navxweyî, bi hevdu bide kuştin û Kurdistanê careke din bixe nava şerê xwekujiyê. Li hemberî vê plan û projeya qirkirinê ya li ser gelê me, gelo ma pêkane ku em ango weke hêzên xwe pêşengên gelê Kurdistanê dibînin bêdeng û bê bertek bimînin?

Na nexêr divê em ranewestin û em sazî û rêxistinên navên me li jêr in, bang li hemû partî, sazî, dezgeh û rêxistinên kurdistanî yên li Ewropayê dikin û dibêjin ku divê em bi deng, helwest û bertekeke hevbeş rabin ser pêyan! Em beriya her tiştî û herkesî, hêzên sereke yên li Kurdistanê ne û bi taybetî yên li wê herêmê ne. Divê li dijî xetereyê rabin, neyên lîstikên vê dewleta faşîst a tirkan û divê nebin sedem û nehêlin careke din li xaka pîroz a Kurdistanê xwîn were rijandin!

Her wiha em bi vê helwest û hewldana hevbeş bang li raya giştî ya cîhanê û dewletên bi dewleta tirk re têkildar in re jî dikin ku divê nebin hevparê vê polîtîka û plana malxerab a dewleta tirk!

Berevajî vê divê mirovahî û wijdana cîhanê li gel têkoşîna gelê Kurdistanê ya ji bo jiyaneke azad û wekhev cih bigirin!”

Navê partî û saziyên kurdistanî yên li Ewropayê ku metn îmze kirin wiha ne:

Yekitiya Niştimanî Kurdistan (YNK)

Tevgera Goran

Kongra Civaka Kurdistaniyan – Ewropa (KCDK-E)

Tevgera Jinên Kurdistanê – Ewropa (TJK-E)

Partiya Şuî Kurdistan – Başûr

Partiya Zehmetkêşan – Başûr

Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ)

Tevgera Azadî

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)

Partiya Demokrat a Kurdî ya Sûriyeyê (P.D.K.S)

Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê

Tevgera Nûjen a Kurdistanî-Sûriye

Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê ( El Partî)

Partiya Çep a Demokrat li Sûriyeyê

Partiya Rêkeftin a Kurd li Sûriyeyê

Partiya Çaksaziya Kurd li Sûriyeyê

Partiya Kesk a Kurdistanî li Sûriyeyê

Partiya Demokrat a Kurdistanî li Sûriyeyê

Partiya Komunîst a Kurdistanî ya li Sûriyeyê

Partiya Îslamî ya Kurdistanê (PÎK)

Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP)

Tevgera Kawa

Partiya Jiyana Azad a Kurdistan (PJAK)

Yakyatî Şoreşgerî Kurdistan

Civaka Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR)

Civaka Jinên Rojhilate Kurdistanê (KJAR)

Platforma Horam

Plattform Zagros

Plattform Yarsan

Yarî Kurd

Tevgera Çand û Hunera Kurd (TEVÇAND)

Kurdische Gemeinde Stuttgart e.V

Federesyona Elewiyên Kurdistanê (FEDA)

Federasyona Komeleyên Êzidiya (NAV – YEK)

Kurdische Zentrum Berlin

Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK)

Enstîtûya Kurdî – Almanya

Enstîtûya Kurdî – Bruksel

Meclisa Şengalê ya Derveyî Welat (MŞD)

Yekitiya Mamostayên Kurdistanê (YMK)

Yekitiya Êzdiyên Sûriyeyê (YES)

Kurdisch Gemeinde Brandenburg – Berlîn

Dachverband der Êzidischen Frauenräte

Deutsch-kurdisches Forum (DKF) e.V Dresden

Kongreya Gel a Mezopotamyayê

Partiya Azadiya Mezopotamyayê

Kurdistan human rights Association”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar