PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Partî û rêxistinên kurd li Rojava civiyan

Partî û rêxistinên kurd ên li rojavayê Kurdistanê bi pêşengiya KNK-Rojava li Qamişlo civiyan. Tê payîn ku di encama civînê de lêveereke siyasî ya hevpar bê amadekirin

Bi armanca avakirina lêvegereke siyasî ya hevpar, bi pêşengiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê – Rojava (KNK-Rojava), bi tevlêbûna 27 partî û rêxistinên kurd li Hola Zana ya Qamişloyê civîn hat destpêkirin.

Di civînê de nûnerên 27 partî û rêxistinên siyasî yên kurd ên li Rojava, kesayetên serbixwe û gelek rewşenbîrên kurd ên Rojava amade bûn. Her wiha endamên Desteya Rêveber a Komîteya KNK-Rojava Ebdullkerîm Omer û Derya Remedan jî tev li civînê bûn.

Navên kesên tev li civînê bûn

Nûnerên partî û rêxistinan ên tev li civînê bûn wiha ne: “Hevseroka Partiya Guhertin a Demokratîk Mizgîn Zêdan, endamê Komîteya KNK-Rojava Ekrem Hiso, hevserokê Partiya Aştî ya Demokratîk a Kurdistanê Telal Mihemed, sekreterê Partiya El Wefaq Kurdî Fewaz Şengalî, Ebdo Remedan, Silêman Hisên, cîgirê sekreterê Partiya Biratî ya Kurdistanê Ednan Kîlo, Xunav Mele, endamê Buroya Siyasî di Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê Azad Berazî, endamê Desteya Rêveber a Komîteya KNK-Rojava Ezedîn Fatimê, serokê Yekitiya Nivîskarên Kurd li Sûriyeyê Dilawer Zinkî, endama Desteya Rêveber a Komîteya KNK-Rojava Asya Ebdellah, serokê Partiya Kesk a Kurdistanê Luqman Ehmê, Narîn Mitînî, endama Desteya Rêveber a Komîteya KNK-Rojava Îlham Ehmed, hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso, hevseroka PYD’ê Eyşa Hiso, sekreterê Partiya Hevgirtin a Neteweyî ya Kurdistanê Mihemed Ebas, berdevkê PYD’ê Salih Muslim, sekreterê Partiya Demokratîk Kurd li Sûriyeyê Nesir El Dîn Îbrahîm, sekreterê giştî yê Partiya Çepgir a Demokratîk û endamê Desteya Rêveber a Komîteya KNK-Rojava Salih Kedo, Ebdilkerîm Etî, sekreterê Partiya Neteweyî ya Kurdistanê Şefîq Îbrahîm, endamê Komîteya Rêveber a Tevgera Rastî ya Kurd li Sûriyeyê Xelîl Yûsif, sekreterê giştî yê Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyeyê Mihemed Mûsa, sekreterê Partiya Roj Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê Kofan Keno, Dilcan Îbrahîm, endamê Desteya Rêveber a Komîteya KNK-Rojava Sînan Şêx Mihsin, sekreterê Partiya Komunîst a Kurdistanê Necmedîn Omer, sekreterê Partiya Demokratîk a Kurdistanê li Sûriyeyê Ebdilkerîm Seko û endama Desteya Rêveber a Komîteya KNK-Rojava Taz Baş.”

Dê lêvegereke siyasî ya hevpar bê amadekirin

Civîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî beşdaran xwe û nûnertiya kîjan partiya siyasî dikin da naskirin. Paşê civîn ji dezgehên çapemeniyê re girtî dewam kir. Tê payîn ku civîn bi gelek biryarên siyasî, yan jî bi daxuyaniyekê ji bo avakirina lêvegereke siyasî hevpar ku nûnertiya gelê kurd li Rojava bike, bi dawî bibe. QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar