Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

‘Partî û saziyên li çar parçeyên Kurdistanê divê tevlî konferansê bibin’

Kareem diyar dike ku di salvegera 100'emîn a Peymana Lozanê de hîn kurd ji yekîtiyê dûr in û wiha didomîne: “Li çar parçeyên Kurdistanê dibe ku partiyên cuda yên siyasî hebin, lê belê dema mijar yekîtiya neteweyî be divê her kes bi hev re tevbigere.”

Ji bo salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê tenê çend roj mane, ku bi vê peymanê re ya ku 24’ê Tîrmeha 1923’an hate îmzekirin Kurdistan bi rengekî fermî bi çar parçeyan hate parçekirin. Çalakiyên Kurdistaniyan ên ji ber vê yekê jî dewam dikin. Endamê ‘Komîteya li dijî Lozanê’ Nûnerê Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) ê Swîsreyê Newzad Kareem ji ANF’ê re axivî.

Kareem destpêkê qala girîngiya ‘Komîteya li dijî Lozanê’ dike û tîne ziman ku eger beriya 100 salî komîteyeke bi vî rengî ava bûya û kurdan hemûyan cihê xwe di nav de girtibûna wê ewqas qirkirin û asîmîlasyon nehatibûya kirin. Kareem anî ziman ku weke YNK, weke partiyeke çep a demokratîk ew cihê xwe di nava vê komîteyê digirin û dibêje: “Nêrîna me ya di vê mijarê de aşkere ye; em di wê baweriyê de ne ku her parçeyekî Kurdistanê pêwîstiya xwe bi parçeyê din heye. Dixwazim vê yekê jî bibêjim. Li kîjan parçeyî pêwîstî pê hebe, em amade ne hêzê bidin wî parçeyî. Lewma em tevlî vê komîteyê bûn û amadene erk û berpirsyariya xwe bi cih bînin.”

Kareem dibêje, “Ji aliyê yekîtiyê ve em dereng mane” û wiha dewam dike: “Lê belê girîng e ku em niha li hev kom dibin û divê em li hev bicivin. Ya ku gelê kurd divê bike ew e ku weke gelekî mezlûm li dijî Lozanê li hev kom bibin, bibin yek. Tişta bingehîn a ku divê li dijî Lozanê bê kirin ew e; çar parçeyên Kurdistanê bibin yek. Hûn jî zanin, yekkirina her çar parçeyên Kurdistanê niha hêsan nîne. Li parçeyekî tenê jî em dikarin li hev kom bibin û xwe bi rê ve bibin. Beriya her tiştî divê mirov ji nava mala xwe destpê bike û bikeve nava liv û tevgerê. Piştre jî li taxa xwe, li navçeyê û li tevahiya Kuridstanê kar bike. Yekîtî ji bo vê pêwîst e.

Ev yek nayê vê wateyê; em li ber yekîtiyê rabin, em li ber hev rabin. Tişta ku pêwîste gelê kurd bike ew e ku bibe yek, hevdu qebûl bike. Ev herdu xusûs gelekî girîng in. Divê em nebêjin ez çi rengê lê dinihêrim, tu çawa lê dinihêrî; divê em bibin yek. Fikrê me dibe ku cuda be lê belê divê em karibin di mijara hevpar de li hev bicivin. Ya girîng ew e ku li ser nuqteyên xwe yên hevpar bibin yek. Ev yek jî wê bingeha yekîtiya neteweyî ava bike. Tu partiyeke kurd, li kîjan parçeyî dibe bila bibe, nikare bibêje ‘Ez li dijî yekîtiya neteweyî ya Kurdistanê me’. Hemû partî vê dibêjin, ‘Em ji bo yekîtiya neteweyî ya gelê kurd kar dikin’. Ev nêzîkatî girîng û bi wate ye.

Di her gotina xwe de em dibêjin ku ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurd, ji bo serketina neteweya kurd em li hev kom bûne. Divê em vê ji xwe re bikin pîvan, li dora vê pîvanê li hev kom bibin û vê ji xwe re bikin esas. Ev nêzîkatî wê yekîtiya gelê kurd bi pêş ve bibe. Heta niha di vê mijarê de em kêm mane. Niha her kes li mala xwe rûniştiye û dibêje ‘Ez ji bo Kurdistanê têdikoşim’. Lê belê rastî ne bi vî rengî ye; her kes xwe mezin dibîne, yên din jî biçûk dibîne.

Li çar parçeyên Kurdistanê hemû partî bi vî rengî nêzîk dibin. Partiyên din qebûl nakin. Ev tiştekî baş nîne. Li çar parçeyên Kurdistanê pirsgirêkên me hene. Li Başûr, Bakur, Rojhilat, Rojava kîjan partî hinekî xurt dibe, partiyên din qebûl nake. Divê partiyên mezin û xurt partiyên biçûk li hev kom bikin, wan qebûl û nas bikin. Eger bi vî rengî bikin hingî wê ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurdistanê gaveke girîng biavêjin û hêzeke xurt bê afirandin.”

Pirsgirêka bingehîn a siyaseta kurd nebûna yek e’

Kareem tînr ziman ku kurd beriya 100 salî haya xwe ji vê yekê tune bû, lewma jî xwe nêzî hev nekirin û didomîne: “Niha haya piraniya kurdan ji vê yekê heye. Em nikarin bibêjin haya her kesî jê heye. Mixabin hîn jî haya hinekan ji vê nîne. Hîn jî hinek hevdu qebûl nakin. Eger em kurd li hev kom nebin, nebin yek, kes li pişt me nasekine. Kes xwedî li me dernakeve, kes guh nade me. Mînakê bidim. Li Swîsreyê ku em niha lê ne çar zimanên dayikê hene û 26 kantonên xwe hene. Dema ku pirsgirêka neteweyî rû dide, ev kanton piştgiriyê didin hev. Li Swîsreyê 250 sal in şer nîne. Çima? Ji ber ku bingeheke xwe ya gelekî xurt a dewletê heye, welatekî gelekî bedew e, di heman demê de welatekî biçûk e. Tevî ku biçûk e mîna 26 dewletan tê birêvebirin. Ev dewlet bi hev re ne, lê belê tu pirsgirêk di navbera wan de nîne. Di nava xwe de xweser in, lê belê yekîtiya wan a neteweyî jî gelekî bi pêş ketiye. Em welatekî mezin in; em çima nikarin vê bikin? Em welatekî bi qasî Almanyayê mezin in, lê belê nikarin li hev kom bibin û hev qebûl bikin.

Pirsgirêka bingehîn a siyaseta kurd ew e ku li hev kom nabe, nabe yek. Em timî qala çar parçeyên Kurdistanê dikin, lê belê divê mirov Kurdistana Sor jî ji bîr neke. Mixabin kurd het aniha timî li hemberî hev şer kirin. Eger niha li hemberî hev şer nakin, ev bi xwe jî gaveke girîng e. Em li her çar parçeyên Kurdistanê dikarin şer bikin, lê ya girîng ew e ku em li hemberî hev şer nekin. Divê em dagirkeran re nebin yek û li dijî partiyeke din a kurd, li hemberî rêxistinên li parçeyekî din şer nekin. Di vê pêvajoyê de niha derfet û şert û merc nîne ku li çar parçeyan rêxistinek bi tenê, tevgereke bi tenê bê avakirin. Yanî şert û merc nîne ku li dijî çar welatên dagirker di heman kêliyê de şer bê kirin. Ya ku divê gelê kurd têbigihêje ew e ku dema pêwîstiya parçeyekî hebû, em divê piştgiriya wî parçeyî bikin.”

Di dawiya axaftina xwe de Kareem bal dikişanîne ser konferansa ku wê meha tîrmehê li Lozanê pêk were û wiha bi dawî dike: “Partî û saziyên li hemû parçeyên Kurdistanê divê tevlî vê konferansê bibin. Bi têgihiştina neteweyî divê tevlî vê konferansê bibin. Ne tenê kurd, li vê cografyayê gelên cuda jî hene. Kes nabêje vê derê biterikînin û biçin. Li vê xakê em neçar in bi hev re bijîn. Lewma divê ji bilî kurdan gelên din jî tevlî konferansê bibin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar