Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

‘Partîbûyîn û artêşbûna jinan gaveke dîrokî ya mirovahiyê ye’

Ayten Dersim di salvegera artêşbûna jinan  de axivî û got: "Armanca partîbûyîn û artêşbûyîna jinan, rêxistiniya serbixwe, xweser e. Ev yek stratejîk e, felsefî ye, îdeolojîk e. Ji vî alî ve em naşibin şoreşên din. Rêbertî jî bo me wiha got: “Weke gerîla hûn êdî modelek civakeke azad in”."

Endama Koordînasyona PAJK’ê Ayten Dersim beşdarî bernameya ‘Xwebûn’ a li Jin TV bû ku ji aliyê Arjîn Baysal ve hate pêşkêşkirin. Ayten Dersim têkildarî salvegera 30’î ya artêşbûna jinan axivî û diyar kir ku heta vê astê gelek zor û zehmetî hatin kişandin. Nirxandina Ayten Dersim a li Jin TV bi vî rengî ye:

Artêşbûna xweser a jinan bi çi rengî kete rojeva we? Çima pêwîstî bi artêşeke xweser hate dîtin?

Di dîrokê de tu tişt ji nişka ve nehatiye avakirin. Dawiya dawî bingeha her tiştî heye. Di dîroka me de jî berxwedanên cuda pêk hatin. Dibe ku ne weke artêşa jinan be, lê belê di şer û têkoşînê de jin her tim bûne xwedî cih. Li Rojhilata Navîn bi taybetî li nava kurdan taybetmendiyeke welê heye, şervan in. Bêguman bingeha vê heye. Ji ber ku her tim dagirkerî û înkar heye. Kurdan her tim hewl dan xwe biparêzin.

PKK dema ku ava bû Rêbertî li ser şoreşan hemûyan lêkolîn kirin. Di van şoreşan de me lêkolîn li ser hebûna jinan kir. Jin gelek caran tevlî şer bûbûn lê belê tu carî nekarîn artêşeke serbixwe ava bikin. Her tişt ji bo neteweyê hatibû kirin. Yanî gotin, ‘Em ê destpêkê neteweperest bin, welatê xwe azad bikin; tiştên din bila ji piştî şoreşê re bimînin’.

Yanî ji bo pirsgirêkên bingehîn ên jinan  çareseriyek nehate nirxandin.

li hemberî nasname, îrade û hişmendiya jinan  tu nêzîkatî nehate nîşandan. Mînak di bernameya reel sosyalîzmê de artêşa xweser a bi vî rengî tune bû. Têkildarî jinan xwedî gotinên taybet bû; mîna ‘eger jin rizgar nebin civak jî nikarin rizgar bibin’. Ev tespît rast in, lê belê weke jinan nekarîn xwe bi rêxistin bikin, nekarîn bi nasnameya xwe bi îradeya xwe xwe bi rê ve bibin.

Serdema neolîtîk beriya Sumeran bû. Pêvajoyek beriya serdema neolîtîkê jî heye. Ev pêvajo jî ji nişka ve nebûn. Yanî dîrok xeteke rast nîne ku timî bi pêş ve diçe. Mînak tê gotin; serdema kevn heye, piştre serdema feodal tê, piştre serdema kapîtalîst û herî dawî jî komunîzm tê.

Rêbertî bi paradîgmaya xwe ya nû re ev nêrîna dîrokê guhert. Rêbertî dibêje, ‘Civak hemû kole nîne, ji ber ku civakan her tim li ber xwe dane’. Mînak, bala xwe bidin ser civaka feodal, lê belê her civak feodal nîne, civakên xwedî jiyana komunal jî hebûn. Mînak qala civaka kapîtalîst dikin. Ev pênase gelekî şaş e. Ji ber ku dema mirovan got civak kapîtalîst e, li wir têkoşînek nîne. Lê belê di her dema kapîtalîzmê de tê dîtin ku civakên cuda hene. Mînak eşîr, civakên komunal, malbat li ber sîstemê radibin. Rêbertî lêkolîn li ser van kir û şoreşên heyî derbasî şoreşa me nekir; li gorî cografya me ya pêwîstiya me bi rastî jî pê heye, wergirt.

Mînak, em civaka kurd hatin dagirkirin, înkarkirin, komkujî li dijî me hatin kirin. PKK ku hîn nû ava bibû, civaka kurd bi rengekî cuda li jinan  dinihêrî. Mînak, dema ku diçûn civînên gel, hate dîtin ku ne tenê mêr tên, her wiha jin jî tên. Civakê dît ku nêzîkatî, helwest û sekna Kemal Pîr, Hakî Karer, Mazlûm Dogan gelekî cuda ye. PKK’ê nirxên civakî înkar nekir û li ser vê înkarê ava nebû. Paşverûtî dît û tespît kir ku ew ne ya civakê ye, lê ya dewletê ye. Her tişt rexne kir û li şûna wê jî alternatîfek afirand. Hevala Sakîne Cansiz li gelek bajaran civîn ji bo jinan lidar xist. Di kongreya yekemîn de 2 jin hebûn. Yek jê hevrê Sakîne (Sakîne Cansiz), ya din jî Fatma (Kesîre Yildirim) bûn.

Rêziknameyê destnîşan dikir ku divê jin jî tevlî vê şoreşê bibin. Ev gaveke dîrokî ye. Jin wêrek bûn, rîsk didan ser xwe. Di nava civakê de xwe êdî bi rêxistin dikirin û tam bi wî rengî nebe jî yekîneyên xwe yên xweparastinê ava dikirin. Li hemberî kesên ku hevkarî bi dewletê re dikir çalakî dikirin. Ji ber ku Kurdistan hatibû dagirkirin. Tenê bi karên siyasî û civakî hûn nikarin civakê azad bikin. Wê demê piraniya xwendekar jin bûn. Ji bo ev pîvanek nebû lê belê ev jî girîng bû. Wê demê ji ber feodalîzmê nikarîbûn bi hêsanî tevbigerin lê belê tevî vê yekê jî tevlî kar dibûn. Bi darbeya 12’ê Îlonê re hatin girtin. Gelek jin tevlî dibin, dihatin Botanê, dihatin Dersimê. Demeke dirêj di nava yekîneyekê de tenê hevaleke jin hebû. Bi mehan bi tenê ma. Eger ew heval xwedî wê hişmendiyê nebûya nikarîbû îdare bikira. Ya ku jê bawer dikir û pê zanîbû ew bû ku Kurdistan hatiye dagirkirin. Rêbertî ev hemû şopand. Bi cihaza ragihandinê, bi telefonê yek bi yek diaxivî, pirs dipirsî.

Wê demê bi sedan jin tevlî nava têkoşîna çekdarî bûn. Çima pêwîstî bi rêxistiniyeke cuda hate dîtin? Yanî weke jin ji xwe têdikoşiyan, weke jin di nava vê tevgerê de bûn. Çima pêwîstî bi xweseriyê dîtin?

Cudahiya me ev e. Rêbertî dibêje jin beşdarî şoreşan hemûyan bûne lê belê serbixwe nebûne. Bi têkoşîna me re jin êdî li wê derê li nava artêşê cihê xwe girt.

Em dibînin ku bi hezaran sal in artêş a dewletan e. Mînak tê gotin ku ji bo şer pêwîstî bi fîzîkeke xurt heye, bi zexeliyê heye, bi hêza tund heye. Wê demê divê jin xwe bi rengekî serbixwe bi rêxistin bikin, neşibin taybetmendiyên mêran û bibin mîna xwe.

Li aliyê din Rêbertî xwest ku tundiya li nava artêşê bixe nava hevsengiyekê. Yanî şer tundî nîne, ji bo armanca parastinê ye. Rêbertî her wiha dibêje, ‘Eger şoreş wê pêk were, bi jinan  dikare pêk were. Ji ber ku civak bi jinan  heye. Jin divê pêşengiyê ji şoreşê re bike’. Jin neçar e ku xwe ji aliyê fîzîkî û fikrî ve biparêze. Yek ji sedemên xweserbûnê jî ew e ku jin baweriya xwe bi xwe tîne. Wê demê jinan baweriya xwe bi mêran dianîn. Ji wan hebû ku şoreş a mêran e. Lê belê Rêbertî ev mejî guhert. Di sala 1993’an de Rêbertî got, ‘Hûn 5 kes bi tenê jî bin bibin yek’. Bibin yek, hev nas bikin. Naxwe artêş ji nişka ve ava nebû.

Di wê demê de armanc çi bû? We artêşa xwe ava kirin, lê belê tenê weke şer we nirxand? Di mijara azadiya mêr de armanceke we hebû?

Ev hemû bi carekê nebûn. Ji ber ku hişmendiyeke kûr tune bû. Tevlîbûna destpêkê ji bo rizgariya Kurdistanê bû. Em ne xwedî wî fikrî bû ku weke jinekê tevlî bibe, ji bo azadkirina jinan , ji bo azadkirina civakê ya bi jinan  re tevlî bibe. Ev hemû ji aliyê Rêbertî ve hate afirandin. Lewma em ji vê tevgerê re dibêjin tevgera Rêbertî. Bêguman hem mêran hem jî jinan êşên giran dikişandin. Mînak mêran henekê xwe bi jinan dikirin, ji wan bawer nedikirin. Digotin, ‘Em nebin hûn nikarin kampê ava bikin, hûn nikarin şer bikin, hûn nikarin tevbigerin’. Yanî digotin ‘Em nebin hûn nikarin bijîn’. Di nava tevgerê de ji aliyê hişmendiyê ve paşverûtiyek hebû. Jin jî di nava nakokiyê de bûn. Zêde ji xwe bawer nedikirin.

Li Botanê jin li hev kom bûn. Zor û zehmetî hebûn lê belê digotin ‘Eger Rêbertî ewqas perspektîf daye me, divê em bi ser bixînin, pêwîstiya me bi mêrekî nîne’. Piştî ku artêşa jinan  hate avakirin jinan bi xwe dest bi çalakiyan kirin. Rê girtin, xefik danîn, êrîş birin ser dijmin. Piştî bi hezaran salên ku jin tune hatin hesibandin, gaveke bi vî rengî bi tena serê xwe şoreşek bû. Lê belê di heman demê de di nava xwe de zor û zehmetiyê giran jî hebûn. Dawiya dawî tu ji bo azadiyê êşê dikişîne. Tu hemû aliyên kole, paşverûtî û qirêjiyê paqij dike.

Baweriya me ya bi Rêberê me xurt bû. Rêbertî timî ev yek ji me dipirsî, ‘Hûn dûrî mêran e ne welê? Hûn têra xwe dikin? Hûn civînên xwe, perwerdeyên xwe dikin? Hûn hev rexne dikin? Baweriya xwe bi mêran nînin. Rast e ew gerîla ne, şoreşger in, lê belê ne wan ne jî we rabirdûya xwe derbas kirine. Dema ku sekna serwer a mêr û sekna kole ya jinan  gihîşt hev, wê serî li we bide tewandin’. Li Botan, Dersim, Amedê piştî sala 1993’an Rêbertî got divê komîteyên azad û wekhev bêne avakirin. Got, dema ku pirsgirêkek hebe bila ev komîsyon çareser bike. Ev komîte hem ji mêr hem jî ji jinan ava dibû. Yanî wê demê temsîliyeteke wekhev hebû.

Mêran bi tena serê xwe nikarîbûn biryarê bidin. Gerîlayên jin xwedî heybeteke cuda bûn. Yekîneyên me hebûn, me keşif dikir, tevdigeriyan, biryar didan. Dibe ku hejmara we ewqas nîne ku karibe dest dayne ser qereqolekê lê di vir de girîngiya îdeolojiyê dikeve dewrê. Armanc, rêxistiniya serbixwe, xweser e. Ev yek stratejîk e, felsefî ye, îdeolojîk e. Ji vî alî ve em naşibin şoreşên din. Ne ku em wan naecibînin an jî înkar dikin. Weke ku min destpêkê got, me li ser mîrateya dîroka wan û dîroka xwe, li ser vê tecrûbeyê liv û tevgera xwe pêk anîn. Mêran ji me bawer nekirin, digotin ku em nikarin bi rengekî xweser bijîn, kampên me wê hilweşin, em nikarin bi tena serê xwe çalakiyan bikin. Ji ber ku di mejiyê wan de her tim jin pêwîstiya xwe bi mêran heye. Li nava malê, li dibistanê bi vî fikrî mezin bûn. Dema ku tevlî nava rêxistinê bûn jî wezîfeya me rizgarkirina Kurdistanê bû. Ji wan hebû ku piştî Kurdistan hate rizgarkirin karê me diqede.

Gelo ji ber ku serxwebûna xwe ji dest diçû, qebûl nedikirin?

Rêbertî ji xwe dibêje ‘Min tevgera jinan  ava kir’. Jinan  jî hem fêhm nekir, êşên giran ên pêşketinê kişand. Mêran jî ev yek qebûl nekirin. Heta ku qebûl bikin gelekî hewl dan. Her wiha ji aliyê şexsî ve qebûl nedikirin. Digotin ‘Rêbertî çima ewqasî qîmetê dide jinan’. Di karakterê mêr de durûtî heye. Em hevalên xwe yên mêr bi rengekî nebaş nanirxînin. Di dîrokê de ev heye. Hem artêşa me heye, hem partiya me, hem hevkariya me ya rêxistiniyê heye, lê belê di heman demê de têkoşîna me ya zayendî heye. Ji ber ku em qala zilmeke 5 hezar salî dikin.

We artêşbûna jinan  li çiyê ava kirin, lê belê tenê bi YJA Starê re nema. Li hemû parçeyên Kurdistanê jinan xwe bi rengê YPJ, HPJ’ê bi rêxistin kirin. Tevgera we bandoreke çawa kir?

Rast e tevgera jinan  ne tenê li çiyê ye. Artêşa jinan  sala 1993’an ava bû, bandor li civakê kir. Bi sedan jin tevlî artêşê bûn. Rêbertî piştre got, ‘Weke gerîla hûn êdî modeleke civakeke azad in’. Ji xwe em gihîştin wê astê.

Kurdistan bi çar parçeyan hate parçekirin. Li her parçeyî bêguman kurd wê xwe biparêzin. Jinanên li Rojhilat hêz ji YJA Starê wergirtin. Ji ber ku baweriyek hate avakirin. Ji bo Rojava jî derbas dibe. Eger em qala parastina welatekî dikin hingî wê jin pêşengiyê jê re bikin. Jinan li Rojava gelekî zû xwe bi rêxistin kirin.

Çima? Ji ber ku tecrûbeya YJA Star, PAJK û KJK’ê hebû. Vê mîrateyê têra jinanên Rojavayî kir. Bi têkoşîna li dijî DAIŞ’ê re nasnameya wan gerdûnî bû. Li Şengalê gerîlayên YJA Star û HPG’ê bi hawara gelê me ve beziyan. Jinanên êzidî dema ku YJA Star û HPG dîtin, bi girîngiya rêxistiniyê hesiyan. Civaka kurd heta ku xwe neparêze, yanî bêparastinê nikare azad bibe. Ev yek êdî hatiye ispatkirin. Niha dewlet hemû dixwazin em li çiyê bimînin, bandorê li civakê nekin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar