Di nava dewletên cîhanê de yek ji dewletên herî zêde partiyên siyasî lê tên girtin Tirkiye ye. Her çend hikûmetên Tirkiyeyê bi hiqûq û demokrasiyê pesnê xwe bidin jî ji avakirina Komara Tirkiyeyê heta niha 58 partiyên siyasî hatin girtin. Yek ji van partiyan Partiya Azadî û Demokrasiyê (OZDEP) bû
Li Tirkiyeyê ji roja avakirina Komara Tirkiyeyê heta niha 58 partiyên siyasî ji aliyê dadgehê ve hatine girtin. Di nava van partiyan de 5 partiyên kurdan hatin girtin. Yek ji van partiyan Partiya Azadî û Demokrasiyê (OZDEP) bû. OZDEP 26 sal berê di 23’yê Mijdara 1993’yan de hat girtin.
Sazûmankarê OZDEP’ê Mevlut Îlîk bû. Di 19’ê Cotmeha 1992’yan de hat avakirin û di 23’yê Mijdara 1993’yan de hat girtin. Tenê 13 mehan li ber xwe da. Nûnertiya gelê kurd dikir. Partiya Navendî ya Çepgir bû. OZDEP piştî HEP’ê hat avakirin. Bi îhtimala ku HEP bê girtin hat avakirin û di 19’ê Cotmeha 1992’yan de hat avakirin. Her çend rêveberên OZDEP’ê der barê partiyê de di 30’ê Nîsana 1993’yan de biryara fesih dan jî beyî biryar bigihêje Dadgeha Destûra bingehîn, dadgehê biryara girtinê da.
Di 30 salên dawî de herî zêde partiyên kurdan bûn hedef
Di 7’ê hezîrana 1990’an de HEP hat avakirin. Di hilbijartina 20’ê cotmeha 1991’an de 18 parlamenterên HEP’ê tevî SHP’ê ketin meclisê. Di 31’ê adara 1992’yan de parlamenterên HEP’ê ji SHP’ê îstîfa kirin û derbasî DEP’ê bûn. Di 4’ê tîrmeha 1992’yan de OZDEP a bi îhtimala HEP bê girtin hatibû avakirin tev li HEP’ê bû. Di 7’ê gulana 1993’yan de DEP hat avakirin. Di 14’ê îlona 1993’yan de HEP hat girtin. Di 23’yê mijdara 1993’yan de Dadgeha Destûra Bingehîn OZDEP’ê girt. Di 11’ê gulana 1994’an de HADEP hat avakirin. Di 16’ê hezîrana 1994’an de DEP jî hat girtin. Di 24’ê cotmeha 1997’an de DEHAP hat avakirin. Di 13’yê adara 2003’yan de HADEP ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve hat girtin. Di 9’ê mijdara 2005’an de DTP hat avakirin. Yekem car Partiya Pergala Hevserokatiyê hat avakirin. Hevserokên DTP’ê Ahmet Turk û Aysel Tugluk hatin hilbijartin. Di 11’ê kanûna 2009’an de hat girtin.
Di 94 salan de 58 partî hatin girtin
Li Tirkiyeyê yekem partiya hat girtin Partiya Firkaya Komarê ya Terakkiperverê (Terakkiperver Cumhuriyet Firkas), di 3’yê hezîrana 1925’an de bi biryara Lijneya Wezîran hat girtin. 6 sal şûnde Firkaya Komarê ya Ahalî (Ahali Cumhuriyet Firkasi) di 21’ê çileya 1931’an de dîsa bi Lijneya Wezîran hat girtin. 15 sal şûnde Partiya Rençber û Gundiyan (Çîftçî ve Koylu Partîsî) jî di 24’ê nîsana 1946’an de hat girtin. Partiya Parastina Îslamê (Îslam Koruma Partîsî) di 12’yê îlona 1946’an de vê carê ji aliyê Dadgeha Leşkerî ve hat girtin. Di 1946’an de partî bi biryara Dadgeha Leşkerî hatin girtin.
17 partî ji aliyê Dadgeha Leşkerî ve hatin girtin
Piştî Darbeya Leşkerî ya 12’yê Îlona 1980’ê Partiya Kedkaran a Tirkiyeyê (Turkiye Emekçî Partîsî) di 8’ê gulana 1980’an de ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve hat girtin. Di sala 1981’an de jî di nava salekê de 17 partî ji aliyê Dadgeha Leşkerî ve hatin girtin. Salê bi girtina Partiya Edaletê dest pê kir û sal di cotmeha 1981’an bi girtina Partiya Jinan a Neteweyî ya Tirkiyeyê (Turkiye Ulusal Kadinlar Partîsî) û Partiya Vatan (Vatan Partîsî) bi dawî bû.
Ji salên 90’an heta niha herî zêde partiyên kurdan bûn hedef û di nava 30 salên dawî de 5 partiyên kurdan hatin girtin. Herî dawî Partiya Civaka Demokratîk (DTP) di 11’ê kanûna 2009’an de hat girtin.
Çavkanî: MA – Mehmet Alî Ertaş