Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Partiya Azadî: Komkujiyê ronî bikin

Partiya Azadî bi boneya salvegera Komkujiya Geliyê Zilanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Partiya Azadî di daxuyaniyê de bi bîr xist ku komkujiya ku di 13’yê tîrmeha 1930’an de li navçeya Erdîş a Wanê li Gelîyê Zîlanê bi deh hezaran mirov bi awayekî hovane hatin qetilkirin û wiha got: “Li gorî hejmarên fermî 15 hezar li gorî akademiyên rûsî 47 hezar mirov hatine kuştin. Hin rojnameyan di wê roja ku yek ji wan sûcên herî giran ên mirovahiyê hatibû kirin wiha gotibûn ‘derdorên Çiyayê Agirî bi balafirên me yên qertalên hesin hat bombekirin û Gelîyên Zîlan bi termê kuştiyan hat tijîkirin” Komkujiya li dijî sivîlên bêçek ên li Zîlanê serkeftinek mezin a leşkerî hatibû dîtin, ji pitikên nûbûyî heya îxtiyarên 90 salî bi tifingên mîtralyozan sungu kirin û kuştin. Bi tevahî 44 gund hatin şewitandin û bi qasî 15 hezar mirov bi hovane li newala Çemê Gûrcemê de bi hevûdu ve girêdayî hatin qetilkirin. Niştecîhên wê heremê hatin sirgûnkirin û axa wan hat wêrankirin hinek jî jê bi destên dewletê tê parastin û di hinek cihan de jî kirgizî hatine bicihkirin.”

Partiya Azadiyê diyar kir ku arşîvên dewletê vebin wê ji sala 1925’an ji qiyama Şêx Seîd heya îro, qetlîam û kesên windabûyî û bûyerên bê hiqûqî di Kurdistanê de çêbûne wê ronî bibin û daxuyanî wiha bi dawî kir: “Rûbirûbûna pêvajoyên ku ji Komkujiya Zîlanê heya îro bi kuştina hezaran însanan encam girtiye wê wijdana însana rehet bike û bibe sedema aştî û biratiyê. Li gel van hest û ramanan, em mirovên ku di Komkujiya Zîlanê de jiyana xwe ji dest dane, di 90’emîn salvegera qetilkirina wan de careke din bi rehmet û dilovanî bi bîr tînin û êşa wan di dilê xwe de hîs dikin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar