Xebatên avakirina partiyeke nû ya bi serokatiya Alîkarê Berê yê Serokwezîrtiyê Alî Babacan temam bû. Daxwaznameya avakirina partiya nû ya bi navê Partiya Demokrasî û Pêngavê (DEVA) radestî Wezareta Karê Hundir kirin.
Di nava heyeta derbasî wezaretê bû parlemeterê berê yê AKP’ê Emîn Ekmen, Serokê berê yê TUÎK’ê Bîrol Aydemîr, waliyê berê Hasan Canpolat û parlemeterê berê yê AKP’ê Îdrîs Şahîn jî hebû.
Di lîsteyê de di rewşa parlementeriyê de Mûstefa Yeneroglû yê ji AKP’ê îstifa kiribû hebû.
Parlemeterê berê yê AKP’ê û serokê berê yê Mezlûm Derê Ahemt Farûk Unsal, wezîrên berê Selma Aliye Kavaf, Nîhat Ergûn, Sadullah Ergîn, Îdrîs Şahîn di Desteya Damezrîneriyê de hene. ENQERE