Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Partiya Çep a Kesk

Min sernivîs ji nivîsa Recep Maraşli girt. Her weha nivîsa xwe ya vê hefteyê jî min ji wî re veqetand. Yek tiştek ez li nivîsa wî zêde bikim tune ye. Tespîtên wî rast in û realîst in.

Min tenê nivîsa wî ji tirkî wergêrand kurdî.

Bifermo, em lê binêrin Recep Maraşli çi nivîsandiye:

“Yekane koma ku ez ê şîroveya ‘serneketî’ jê re nekim, HDP, ango bi tevî tifaqên xwe ve bi navê xwe yê îro ‘Partiya Çep a Kesk’ e.

Ne ji ber ku rexneyê min jê re tune ne. Heke em pêşî li rexneyan vekin dibe ku bi dehan sernavên rexneyî vebin.

Lê ev rexne, tu carî bi paşguhkirina neheqî û zilma mezin a li ser hilbijêrên vê partiyê nayên kirin. Ew hilbijêrên ku lingên wan bi kevir hatine girêdan, destên wan zincîrkirî ne û tî û birçî hatine hiştin, bi yên din re wekhev tên hesibandin û di ser de jî wan dixin nav pêşbaziyek. Pişt re jî em dibêjin ‘Ax… Ew encama ku min hêvî dikir nehat bi destxistin’ û wan rexne dikin.

Ev tenê ‘bêwicdanî’ ye…

Dema ku ez li performansa HDP û Partiya Çep a Kesk di şert û mercên ku li paş xwe hiştibû de dinêrim, dema ku ez li xwedîderketina gel a li vê pêkhateyê, her weha biryardarî û keda kadroyan û encamên bidestxistî dinêrim, tenê dikarim bibêjim ku encam ‘mûcîze’ ye.

Helbet rexne pêwîst e, lê niha ne dema rexna ye…

Heke partiyek, rêxistin û pêkhateyek ji sedî yek jî ji bêhiqûqiya HDP’ê ya di van çend mehên dawî de rûbirû bihata, dê ew ê li ber bayê biçûya.

Şûrê girtinê timî li serê wê dihejiya. Hemû alîkariyên xezîneyê jê qut kirin. Kadroyên wan her tim di bin tehdîda binçavkirin, girtin û operasyonan de bûn. Şaredariyên ku bi dest xistibûn hatibûn desteserkirin. Piraniya rayedar, rêvebir û kadroyên wan ên xwedî ezmûn hatibûn zîndanîkirin…

Beriya hilbijartinê mehekê neçar ma ku nav, amblem, kadro û namzetên xwe bi temamî biguherîne.

Di serde jî pêkhateyên dewletê yên nijadperest, şovenîst û neteweperest ku di hemû sûcên desthilatdariyê de para wan jî hebûn, wan bi gûmana ‘hikûmetê re bazariyên nepenî û hevdîtinên bêbawer dikin’ tawanbar dikirin.

Lê belê ew bi feraseta rê li ber pêvajoyên demokratîk vekin, bêyî ku bikevin nava danûstandinan, tevgeriyan. Her çi qas di her helwest û tevgerê de berovajî vê yekê dihatin ceribandin jî, bi disîplîneke mezin bi gotina xwe ya piştgiriyê re girêdayî man.

Kî dikare alikariya Partiya Çep a Kesk ango ya HDP’ê, ya tevgera neteweya demokratîk a kurd, pêkhateyên wê yên sosyalîst û demokrat di vê têkoşîna demokrasiyê de paşguh bike?

Di demeke ewqas kin de rêxistinbûn, nîşandana îrade û biryardariya siyasî encax dikare bibe dersek ji bo yên din ku tenê galegalan dikin.

HDP’ê di hilbijartinên 2018’an de 4 milyon û 40 hezar deng girtibû. Dîsa dengên pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê jî din av wan dengan de hebûn.

Di sala 2023’an de tevî hemû kêmasiyên xwe jî tenê weke Partiya Çep a Kesk 4 milyon û 700 hezar deng standin. Di 14 bajaran de bûn partiya yekem a rasteqîn.

Dema em guhertina rêjeya dengdanê, danasîna demek kurt ku diviya bû bighîje herkesî û her weha pirsgirêkên ku di nav tifaqê de hebûn ber çavan bigrin, divê bê gotin ku ev serkeftinek mezin e.

Diyar e yên ku bi coş li ser Partiya Çep a Kesk analîz dikin û kurdan bi ‘windakirinê’ tawanbar dikin, yan nizanin bijmêrin yan jî çi car dar li serê wan neketiye…

Dema em li tabloya siyasî ya Tirkiyê dinêrin, ango em hê jî hêvî û kelecana xwe ya ji bo siberojê zindî dihêlin, divê were zanîn em deyndarê piştevaniya dengdêrên li pişt vê hêzê ne. Her weha em deyindarê hewldanên bibiryar ên kadro û îradeya siyasî ya vê hêzê ne jî.

Ji dil û can silav ji wan re.”

Nûçeyên Têkildar