Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Çarşamba - 28 Ağustos 2024

Partiya Çep Sosyalîst: Divê Norwêc Rojava nas bike

Partiya Çep Sosyalîst (SV) xwest, êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan bên rawestandin, dewleta Norwêcê jî Rojava nas bike.

Seroka Herêma Vestfold û Telemark a Partiya Çep Sosyalîst (SV) Grete Wold di gotara xwe de ya li rojnameya Tonsbergs Bladê hate weşandin, destnîşan kir ku welatê wê divê ne tenê êrîşên Tirkiyeyê şermezar bike, her wiha ji bo rawestandina êrîşan jî gavên berbiçav biavêje.

Wold diyar kir ku YPG/YPJ û Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi alîkariya DYA û welatên rojavayî çeteyên DAÎŞ’ê têk birin û li Rojava sîstemeke wekhev a bi beşdariya pêkhateyan hemûyan hatiye avakirin.

Wold anî ziman ku hêzên Kurdan 11 hezar DAÎŞ’î û 75 hezar malbatên wan li girtîgeh û kampan bi cih kirine, lê belê bi destpêkirina êrîşên Tirkiyeyê re hezar ji DAÎŞ’iyan reviyane.

Wold bi bîr xist, ku piştî DYA’yê hêzên xwe vekişand Tirkiyeyê li dijî Kurdan dest bi êrîşê kir, êrîşî nexweşxaneyan, rê, sîstema avê, dikanên xurekê û binesaziyê kir.

Wold anî ziman ku Kurdan di şerê dijî DAÎŞ’ê de windahiyên giran dan û rexne kir ku ji bo rawestandina êrîşên li dijî Kurdan tedbîrên berbiçav nayên wergirtin. Wold ragihand ku gelek welat êrîşan şermezar dikin, lê belê ev yek têrê nake.

Wold daxwazên xwe wiha anî ziman:

Partiya Çep Sosyalîst a Vestfold Telemark ji saziyên Norwêcî dixwaze ku hîn bi xurtî nerazîbûnê nîşan bidin û çekan ji Tirkiyeyê re nefiroşin.

Divê rêveberiya Kurd bê naskirin û têkiliya dîplomatîk bi wan re bê danîn.

Eger êrîş bidomin divê Norwêc pêkanînên aboriyê li Tirkiyeyê ferz bike.

Divê NATO, Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewropa zextê li Tirkiyeyê bikin ku polîtîkaya xwe ya li dijî Kurdan biguherîne.

Ji bo Bakurê Sûriyeyê divê em alîkariya aborî, xurek, derman û tenduristiyê bikin.

Divê em piştevaniya Kurdan bikin û ji bo rawestandina êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em daxwazê ji Tirkiyeyê bikin.

Wold di dawiya gotara xwe de pirsa “Gelo wê Sûriye û gelê Kurd çiqasî karibin li bêdengiyê xwe rabigirin?” kir.

Partiya Çep Sosyalîst li parlamentê 11 parlamenterên xwe hene.OSLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar