Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Partiya Çepên Kesk nasandina namzedên jin kir

Partiya Çepên Kesk nasandina namzedên xwe yên parlamenteriyê yên jin kir. Partiya Çepên Kesk da zanîn wê li parlamentoyê temsîliyeta herî mezin a jinan bikin.

Partiya Çepên Kesk, bi minasebeta hilbijartinên 14’ê gulanê yên serokkomarî û yên giştî ên serdema 28’emîn, salonêa konferansê ya Şaxa Odeya Endezyarên Înşaetê (ÎMO) ya Enqereyê, nasandina namzedên xwe yên parlamenteriyê kir.

Di merasîma nasandinê de hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar, hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, hevberdevka Kongerya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr, namzed û gelek kes amade bûn.

Di merasîmê de sînevizyon hat pêşandan û bi tilîlî, çepikan dirûşmên “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin.

‘Em bi nasnameya xwe ya jin li gel hev in’

Di civîna danasînê de hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çigdem Kiliçgun Uçar,  da zanîn ew bi hemû cudahiyên xwe li gel hev in û wiha got:”Hevalên me yên têkoşînê me bi tenê nahêlin. Ew ê tecrubeya wan ji bo serdema nû ji me re bibe fêdeyek. Wê rêhevaltiya me bi awayekî xurt dewam bike. Em bi nasnameya xwe ya jin li gel hev in. Em kurd, elewî, tirk, çerkez, ereb, penaber, karker in. Bila rêya me hemûyan vekirîbe.”

‘Em ê rejîma yekzilamî û sîstemê bi hev re biguherin’

Kiliçgun Uçar da zanîn wê jinên Partiya Çepên Kesk rejîmê biguherin û ev tişt anî ziman: “Em ji bo erdhejzedeyan û ji bo jinên jiyaneke nû ava dikin li vir in û soza me ji bo wan heye. Em ji bo Pinar Gultekin, Şule Çet, Fatma Altinmakas, Îpek Er, Gulistan Doku, Yeldane Kahirman, Nadire Kadirova, Nagihan Akarsel û gelek jinên din ên hatine kuştin li vir in. Li dijî talana xwezayê em li vir in. Em ji bo hemû jinên tên mexdûrkirin li vir in.”

Ji bo em dawî li tecrîd û polîtîkayên qeyûm bînin em li vir in

Uçar di dewamiya axaftina xwe de wiha got:”Ji bo em kesên keda jinan binpê dikin biguherin li vir in. Ji bo heqdestê wekhev em li vir in. Ji bo em dawî li tecrîd û polîtîkayên qeyûm bînin em li vir in. Ji bo em temsîliyeta wekhev mezin bikin em tên. Em ê destkeftiyên wekî hevserokatî, hevberdevkiyê mezin bikin em li vir in. Ji bo em Peymana Stenbolê têxin meriyetê û dawiyê li rejîma yekzilamiyê bînin em li vir in. Wê dirûşma ‘Dîsa jin dîsa jiyan be’.”

Em partiyeke mezin a  jinê ne ku em ê îqtîdarê bişînin

Piştre hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan axivî û got:” Em jinên ku bi vîna xwe ya azad li ber xwe didin û biryarên xwe digirin, têkoşîneke bi rûmet dimeşînin. Di heman demê de em partiyeke mezin a jinan e ku ji bo 14’ê gulanê bi coş û îradeyek mezin têdikoşîn û amadekariyên xwe kirin ku îqtîdarê bişînin. Her çendî hewl bidin HDP’ê bigirin jî, em ê heta 14’ê gulanê bi şev û roj bixebitin û bi navnîşana xwe ya Partiya Çepên Kesk re nûnertiya herî xurt li meclîsê bikin. Her kes wê bibîne ku Partiya Çepên Kesk wê bi nûnertiya herî mezin a jinan cihê xwe di meclîsê de bigire. Em xwe amade dikin ku bi rêjeya ji sedî 45 bikevin parlamentoyê.”

Em ê bi hev re gotina xwe bibêjin

Yên ku ji me dixwazin em îro ji bo doza girtina HDP’ê parastina devkî bikin bila bizanibin ku em bi hemû hevalên xwe yên jin re li vê salonê parastina devkî dikin. Em bi mîlyonan li qadan dest bi parastina xwe ya devkî dikin. Heger hîleyên AKP’ê hebin gavên me jî hene. Me tu carî kesên deng dane me bê çare nehiştin e. Li hemberî van hemûyan em careke din bi hêza jinan,  bi Tifaqa Ked û Azadiyê, bi Tifaqa Kurdistanî re dibêjin em li vir in. Em ê careke din li vir bin. Careke din we hemûyan bi rêz û hezkirin silav dikim. Em ji we hemûyan re serkeftinê dixwazin.”

Piştî axaftinan navên namzetên parlementeriyê yek bi yek hatin xwendin û vexwandin ser dikê.

Bername bi govenda jinan û lîlandinê bi dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar