Partiya Çepgir a Almanyayê ji bo hevgirtina bi YPG’ê re, li navenda xwe ya giştî aleke mezin a YPG’ê daliqand
Ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên li ser rojavayê Kurdistanê û hevgirtina bi YPG’ê re, li Navenda Giştî ya Partiya Çepgir alayeke mezin a YPG’ê hate daliqandin.
Li paytexta Almanyayê Berlînê pankarta ‘Bila alman piştgiriyê nedin şerê Erdogan’ hate daliqandin. Di heman demê ji bo hevgirtina YPG’ê ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk û çeteyên wê têdikoşe jî alayeke mezin a YPG’ê hate daliqandin.
Partiya Çepgir a ku li Meclisa Federal 69 parlementerên wê hene, ji roja ku êrîşên dagirker ên li dijî Rojava hatibû destpêkirin heta niha, ji hikûmeta Almanyayê dixwaze ku bila têkiliyên xwe yên siyasî, leşkerî û ekonomîk ên bi dewleta tirk re bi dawî bike. BERLÎN