Ji rêveberên Tevgêra Azadiyê yê despêkê Haki Karer, di 18ê Gulana 1977an de li Dîlokê hat şehîd kirin.
Demek kurt piştî vê şehadetê, em komek xortên kurd, çûbûn civîna Koma Kurtuluş’iyan a li Çagdaş Sahneya Enqereyê.
Li derketinê, em çend kes û Rêber APO bi hevre heta Kizilaya Enqereyê meşiyan. Jixwe pêla xemgîniya wî gelek bilind bû û bi wê kela hestiyar, ji me re pir bi tundî û zelal wisa got: Dewletê derbeyek xidar li me xist, îca ya em ê tirsa ji dewletê qebûl bikin û dev ji şoreşgeriyê berdin an jî em ê şehadeta Heval Heqî, ji xwe re bikin sedem a xurt kirina rêxistinek bi rûmet û encex wisa em karibin bêjin; er ê vaye em tola hevalê xwe distînin!
Di encamê de hat dîtin ku Rêber APO, xala duduyan bingeh girt û rêxistina xwe ya Koma Bîrdozî, bilind kir gihand asta siyasî û Partiya Karkerên Kurdistanê(PKK) damezrand.
Êdî ev gotin bû biryara vê Koma Apociyan û bi vê jî ne rawestiyan, li ser vê biryarî Parti hate ava kirin. Bi vêya jî ne sekinîn, çalakiyên mezin li ser vê şopê hate danîn. Çalakîi û şehadetên Halil Çavgûn û Ferhat Kurtayan, hema li pey hev di salvegerên şehadeta Heqî de pêkhatin.
Kurt kurmancî, êdî roj û demên êrîşên neyaran, bûyerên dijwar û rûdanên şehadetan, nebûn zemînên tirsê û revê, belê bûn sedem û egerên hîn pirtir bilindkirin û xurtkirina rêxistinî û firekirina têkoşînê.
Êdî ev biryara despêkê ji bo Tevgêra Azadiyê bi giştî bû zihniyet û exlaqê berxwedanê. Ev meşa bi rûmet a Tevgêrê, bê navber, bêxemsarî û bêrawestan heta reoja îro, her bi zêdekirin hatiye birêvebirin. Êdî ev zihniyet û îradeya ji pola, ji bo Tevgêrê bûye mîna çandeke bingehin a jêneveger û xweragir, her wiha êdî li dijî hemû êrîşên neyaran nema serî tewandin.
Di heman meha Gulanê de, gelek bûyer û çalakiyên cihêreng, cihêdem û cihêwar, belê bi heman cewherî pêkhatin jî hene û ev çalakîna, ji aliyê Tevgêra Azadiyê ve bi heman rûmet hatine nirxandin û hatiye pêşewazî kirin.
Yên mîna Deniz Gezmîş û du hêvalên xwe, Ibrahim Kaypakkaya, Sinan Cemgil û hevalên xwe û hwd.pêşengên şoreşa Tirkiyeyê jî di heyva Gulanê de şehid bûne.
Li Kurdistanê, 2 keçên şoreşgerên kurd; Şîrîn Elemhûlî ji aliyê dewleta Îranê ve û Leyla Qasim ji aliyê dewleta Iraqê ve li sêdarê hatine danin.
Di heman meha Gulanê de şehadeta Mehmet Karasungur û Ibrahim Bilgin jî xwedî wateyek taybet e. Jiber ku ji bo karekî pîroz ê aştiya navbêna PK-I û YNK’ê çûbun Başûr, belê di nava vê hewldana bi rûmet de şehîd ketin.
Di vê çarçova berfireh a bi rûmet de û li ser bingeha wê biryara despêkê, Tevgêra Azadiyê GULAN; Meha Şehîdan ragihand û PKKê jî, xwe Partiya Şehîdan ragihand.
Bêgûman weke cewherî, cudahî di nava şehîdan de nayê kirin. Lê li goreyî dema xwe, kar û warê xwe her şehîdek taybetmendiyek xwe ya resen heye. Lewma divê şehîdên me di vê çarçovê de û li ser vê bingeha cewherî were nirxandin.
Ji bo şehîdan weke mînak, xalek sereke jê ev e; wan gotinên xwe yên dawî got in, xeta sor danîn û peywira me jî nîşan dan. Wek dirûşima ku em dibejin “Şedîd Namirin”, wê wextê ji bo em xwe layiqî wan bikin, divê em bê dûdilî, bê xemsarî, bê şerd û merc em li ser şopa wan bimeşin.
Erê mîna sembolê ragihandina Meha Şehîdan rast e, lê ji bo ev dûrişim di jiyanê de bibe rastî, divê hemû meh û hemû roj weke yên şehîdan were dîtin û ev rastî bibe heyvanê jiyana gel, bibe adet û tebiet û çanda rojane.
Ev gotina wê roja ku Rêber Apo li Kizilaya Enqereyê ji mer çend kesan re got, îro ji Tevgêra Azadiyê re bûye biryar, soz û peymana têkoşîne, bûye îradeya berxwedanê û di zihniyeta gel de kon vegirtiye û ev biryar û ruh bûye exlaqê gelê welatparêzê Kurdistanê.
Bi kurtayî gotina Partiya Şehîdan û Meha Şehîdan di jiyana gelê me de cihê xwe yê bi rûmet û cewherî girtiye. Êdî ti kes û ti hêz nikare vê îradeya polayî bişkîne û vê taca berxwedanê ji serê gelê me daxe xwarê.
Hêvîdar im di heyva Gulana vê sala 2023an de, em karibin du mijarên giring bi hev re û bi erênî bijin. Yek; bîranîna şehîdên Gulanê çawa ewqas sal li pey hev, gav bi gav, bi berxwedana lehengî tol hat hilanîn, şwîna tirsî wêrekî hat afirandin, hemû derbe bi serkeftinê hatin guherandin. Dudu; ev tolhildana şehîdan, di hilbijartinên îsal de bi deskeftinek mezin, weke cejneke serkeftî were pîroz kirin.
Jixwe taybetmendiya herî berbiçav a vê Tevgêrê, ji tunebûnê hebûn, ji tirsê cesaret, ji ketinê rabûn, ji mirinê jiyan(weke mînaka zindîbûna ji kebra çiyayê Agiriyê) afirandin e!