Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdulla têkildarî aloziya li Zînî Wertê, nakokiyên di navbera aliyên başûrê Kurdistanê û êrîşên dewleta tirk ên li dijî gelê kurd ji Rojnewsê bi Berhem Letîf re axivî.
Mihemed Ebdulla diyar kir ku dagirkerên Kurdistanê ji rewşa parçebûyî ya kurdan sûd wergirtine û ji ber vê jî zêdetir destwerdan kirine. Ebdulla got ku ji ber vê yekê kurd nikarin ji bo yekitiyê gav biavêjin û wiha domand: “Gelek caran şerê navxweyî û alozî derketin. Tevî hemû kêmasiyan jî li Başûr statûyek heye û dagirker ji vê aciz in. Lewma jî bi hemû hêza xwe dixwazin têk bibin. Rewşa heyî ya Başûr xizmetê ji planên dagirkeran re dike. Ji bo kurdan jî ya girîng yekitî û yekrêzî ye. Aliyên Başûr ji ber ku mehkûmî welatên weke Tirkiye û Îranê ne, nikarin siyaseteke azad bikin.”
‘Ne berjewendiyên gel, ên hizbî esas digirin’
Ebdulla destnîşan kir ku li Başûr pêwendî û berjewendiyên hizban bi pêwendî û berjewendiyên hikûmetê ve têkel bûne û wiha pê de çû: “Hemû saziyên desthilatdariyê yên Başûr bi hizban ve girêdayî ne. Bi taybet jî saziyên girîng ên weke pêşmerge, asayîş, neft û darayî. Pişta xwe bi gel re xurt nekirine. Ne ji bo gel, ji bo berjewendiyên hizbî, malbatî û şexsî pêwendiyan pêş dixin û lewma jî her tim neçarî hêzên derve ne. Heke hinek ji van hizban têkiliyên xwe bi hêzên dagirker re qut bikin, dibe ku tune bibin.”
‘PDK tu caran nikare xwe ji planên dewleta tirk xelas bike’
Di berdewamê de jî Ebdulla weke mîna PDK nîşan da û ev nirxandin kir: “PDK nikare dest ji dewleta tirk berde. Dibêje heke dev ji dewleta tirk berde, dibe ku gelê Başûr wê qebûl neke. Berjewendiyên madî jî xistine bin destê dagirkerên Kurdistanê. Ev pêwendî li gorî dewleta tirk stratejîk in. PDK dê tu caran nikare xwe ji planên dewleta tirk xelas bike. Ji xwe ji bo rêvebirina Başûr tu planeke PDK’ê nîne. Tirkiye dixwaze hemû hêzên herêmê bi PDK’ê re li dijî PKK’ê û îradeya gelê kurd bikevin nava tevgerê. PDK neçar e hêzên dewleta tirk bikişîne nava herêma xwe. Dibe ku bi piştevaniya dewleta tirk, li Zînî Wertê êrîşî herêmên piştî şerê navxweyî ketibûn destê YNK’ê.”
‘Dewleta tirk dixwaze statûya Başûr hilweşîne’
Têkildarî bêdengiya hikûmeta Başûr a li dijî êrîşên dewleta tirk jî Ebdulla ev nirxandin kir: “Yek ji sedemên vê bêdengiya nakokiyên di navbera Iraq û hikûmeta Başûr de ne. Sedema din jî nakokiyên di navbera hêzên kurd de ye. Ev jî rê li ber destwerdana dagirkeran vedike. Mînak; di şerê navxweyî yê sala 1994’an de dewleta tirk bi navê hêza aştîparêz kete xaka Başûr. Ji wê demê heta niha gav bi gav hêzên xwe dikişîne nava xaka Başûr. Dixwaze statûya Başûr têk bibe. Ya din jî êdî Başûr bûye çavkaniya enerjî û dahata wan. Di şer de jî li dijî PKK’ê bi kar tîne. Ya din jî naxwaze yekitiya kurdan çêbibe.”
Muxalefeta Başûr
Ebdulla partiyên li derveyî desthilatdariyê jî weke ‘muxalefeteke sextekar’ ku di bin bandora desthilatdariyê de pênase kir û wiha pê de çû: “Nikarin bibin nûnerên gel û îrade û hêza gel xistine xizmeta armancên xwe. Lewma jî sivîl jî bi bombeyên tirkan bên kuştin, hikûmet û ev dedor bêdeng dimînin. Ji ber ku pêwendiyên bi hêzên derve ji berjewendiyên gelê kurd xweştir dibînin. Ya din jî nikarin xwe ji Îran û Tirkiyeyê xelas bikin. Daxwaza min ji van aliyan ew e ku bereya sêyemîn ava bikin û li dijî desthilatdariyê xwedî helwest bin.”
Yekitî û yekrêzî dê kurdan xelas bike
Herî dawî jî Ebdulla ev tişt anî ziman: “Em kurd tenê bi yekitî û yekrêziya xwe dikarin li dijî dagirkeran bisekinin. Niha li Başûr pirsgirêka darayî heye. Sedema vê jî desthilatdariya heyî, nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê û ji bandora dewleta tirk e. Ji bo Başûr a herî girîng destûreke demokratîk e. Divê bi Bexdayê re guftûgoyê pêş bixe û pirsgirêkan çareser bike. Divê aloziyên di navbera hizban de jî bên çareserkirin. Divê hêzên hizbî neyên avakirin ji ber ku vî awayî şîrketên hizban ava dibin.” SILÊMANIYE