Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

‘Partiyên ku li rex dijmin disekinin xayîn in’   

Endamê Komîteya Navendî yê Partiya Yekîtiya Demokatîk a Kurdî li Sûriyê Remzî Şêxmûs got: “Divê partiyên Kurd bibin yek. Gefên dewleta Tirk tên wateya hebûn û nebûna me. Partiyên ku li rex dijmin disenkinin xayîn in.”

Endamê Komîteya Navendî yê Partiya Yekîtiya Demokatîk a Kurdî li Sûriyê Remzî Şêxmûs ji ajansa ANHA yê re axivî.

Şêxmûs diyar kir ku gefên dewleta Tirk a dagirker li ser herçar parçeyên Kurdistanê ne û wiha axivî: “Divê partî û aliyên siyasî yên Kurd di nêztirîn dem de kongreyeke netewî lidar bixin. Ji ber em di pêvajoya hebûn û nebûnê de ne.”

Şêxmûs got: “Ji dema ragihandina Rêveberiya Xweser a Demokratîk ve, Tirkiye gefan li herêmên di bin rêveberiya Rêveberiya Xweser de dixwe. Dagirkirina Efrînê bi erêkirina tevahî dewletan bû, di serî de Rûsyayê şewqa kesk ji dagirkeriyê re vêxist. Armanca wan ji vê yekê jî parastina berjewendiyên xwe ne.”

Şêxmûs destnîşan kir ku divê tevahî partiyên Kurd bi yek deng û nêrînê li dijî dagirkeriyê bisekinin û wiha pê de çû: “Divê partiyên Kurd parastina destkeftî û doza kurdî bikin. Partiyên ku li rex dijminên gelê Kurd disekinin, partiyên xayîn in. Ev jî ne ku tê wateya nakokiyên partiyetî, ev xiyanet bi xwe ye.”

Şêxmûs gotinên xwe wiha domand: “Hin kesayet hene ku nikarin doza Kurdan biparêzin, ne jî nûnertiya gelê xwe û partiya xwe dikin. Lê belê di vê dema hesas de yekîtiya gelê Kurd ji bo tevahî partiyan da ku bigihînin armancên xwe, girîngtirîn e. Rola partiyên di hundirê Rêveberiya Xweser û derveyî wê de, divê têkeve xizmeta parastina destkeftiyên gelê Kurd. Tevahî cîhan li Rêveberiya Xweser temaşe dike ku rêveberiyê karî hin partiyên Kurdî bigihîne hev. Lê mixabin hin kesayet hene ku tenê diaxivin, dûrî doz û kurdiyetiyê ne.”

Şêxmûs gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Divê gelê Kurd lêpirsîna xayînan bike.”HELEB

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar