Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Partiyên kurd deklarasyona yekitiya neteweyî aşkera kir

Nûnerên partiyên kurd ên li Amedê kom bûn bi deklarasyonekê encamnameya civîna xwe aşkera kir. Di delarasyonê de hat gotin ku dê xebatên yekitiyê di bin navê ‘Xebata Tifaqa Kurdistanî’ de bimeşînin. Her wiha hat ragihandin ku bi heman rojevê dê di meha çileyê de koxebeteke din li dar bixin

Nûnerên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Kurdên Demokrat ên Şoreşger (DDKD), Partiya Demokrat a Kurdistan-Tirkiye (PDK-T), Platforma Demokrat a Kurd (PDK-Bakur), Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), Tevgera Azadî, Partiya Azadî û Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) bi rojeva ‘Yekitiya neteweyî’ li Navenda Giştî ya DBP’ê ya Amedê duh civiya bûn.

Nûnerên partî û rêxistinan îro jî encamnameya civînê bi deklarasyonekê li oteleke li navçeya Yenîşehîr a Amedê bi civîna çapemeniyê ji raya giştî re aşkera kirin. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, hevserokên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, serokê KKP’ê Sînan Çîftyurek, serokê PÎA’yê Mehmet Kamaç, serokê PDK-T’ê Mehmet Emîn Kardaş, parlamenterên HDP’ê Îmam Taşçier, Nusretîn Maçîn û Tayîp Temel, nûner û rêveberên 10 partî û rêxistinên di deklarasyonê de cih digirin, di civîna çapemeniyê de amade bûn.

Metna kurdî ya deklarasyonê serokê PÎA’yê Mehmet Kamaç û ya tirkî jî hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz xwend.

Metna deklarasyona hevpar a partiyan wiha ye:

“Em bangî gelê kurd dikin da ku li dijî zext û zilmê hêzên xwe bikin yek!

Desthilatiya AKP-MHP’ê hemû qanûnên xwe û yên navneteweyî binpê dike û li şûna hevşaredarên me û endamên meclisê yên ku bi dengê gelê me hatine hilbijartin, qeyûman tayîn dike. Bi vî awayî derbeyê li demokrasiya herêmî dixe û îradeya gelê me desteser dike. AKP-MHP bi awayekî aşkera îradeya gelê me nas nake. Siyasetmedarên kurd, bi awayekî keyfî her roj tên binçavkirin û girtin. Êrîşên li ser wan her ku diçe zêdetir dibin; her sibe bi ser malên siyasetmedaran de tên girtin. Desthilatî bi awayekî fîîlî mafê zagonî û rewa yê siyaseta demokratîk li kurdan qedexe dike û îradeya gelê me ji holê radike.

Tiştên li vir û li derveyî sînor rû didin, her ku diçe hêrs û kîna gelê me û siyasetmedarên kurd zêdetir dike û di serî de di warê avakirina tifaqa neteweyî de û li ser esasên rewa-qanûnî, hevgirtineke bi hêz li ser me hemûyan ferz dike.

Geşedanên li parçeyên Kurdistanê nîşan dide ku gelê Kurdistanê îro zêdetir ketiye rojeva gelên cîhanê û bala raya giştî ya navneteweyî dikişîne. Ger em yekrêzî û hevgirtina xwe pêk bînin û hêzên xwe bikin yek, têkoşîna me ya demokratîk, aştiyane û siyasî jî dê ji aliyê hêzên navneteweyî ve zêdetir bê qebûlkirin û piştgirîkirin. Ji bo ku ev demên dijwar bi awayekî serkeftî encam bide, gelê me dixwaze ku li dijî êrîşên li ser kurdan, xizanî û têkçûna aboriyê, em tifaqa xwe xurt bikin.

Me weke partî û tevgerên siyasî yên ku navên wan li jêr hatine destnîşankirin, di 05.12.2019’an de bi vê armancê civînek pêk anî.

Di civînê de ev biryarên hatine girtin wiha ne;

* Avakirina tifaqa neteweyî li bakurê Kurdistanê.

*Ji bo avakirina tifaqeke mayînde, em ê çalakiyên xwe bi navê ‘Xebata Tifaqa Kurdistanî’ bidomînin.

* Di 18-19’ê rêbendanê de ji bo diyarkirina bingeh, çarçove, pêkhate û rê û rêbaza avakirina tifaqa neteweyî dê komxebateke du rojan bê lidarxistin.

*Amadekariya komxebatê dê ji aliyê komîsyoneke ji 5 kesan pêk tê bê organîzekirin.

* Deriyê me ji hemû partî û tevgerên kurdistanî yên ku di destpêka van xebatên avakirina tifaqa neteweyî de cih negirtine re vekiriye ku ew jî bila di Xebata Tifaqa Kurdistanî de cih bigirin.

Em weke Xebata Tifaqa Kurdistanî guh didin bang û daxwaza gelê xwe û ji bo parastina destkeftiyên xwe, em jî bangî hemû rewşenbîr, rûspî û rêxistinên civaka sivîl dikin da ku werin tev li vê xîret û hewldana me bibin û bi fikr û ramanên xwe, bi rexne û pêşniyazên xwe hêz û piştgiriyê bidin vê meşa me ya dîrokî. Em vê meşê bi hev re bigihînin qonaxa serfiraziyê û tifaqeke neteweyî ya mayînde bi hev re ava bikin.

Rêz û silav.”

Partiyên di deklarasyonê de cih digirin wiha ne: “Hereketa Azadî, Partiya Azadî, Partiya Herêmên Demokratîk, Komeleya Kurd a Şoreşger û Demokrat (DDKD), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), Partiya Komûnîst a Kurdistanê (KKP), Platforma Demokratên Kurd (PDK-Bakur) û Partî Demokrat a Kurdistana Tirkiye (PDK-T)” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar