Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Partiyên kurd ên li Bakur li hev kirin

Parlamenterê HDP’ê Necdet Îpekyuz da zanîn ku wan bi partiyên din ên kurd re li ser bingeha yekitiya neteweyî ji bo hilbijartinên rêveberiyên herêmî li hev kirine. Îpekyuz got ku dê ev tifaq sibê bi daxuyaniyeke hevpar bê ragihandin

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), xebatên xwe yên hilbijatina herêmî ku dê di 31’ê adara îsal de bê lidarxistin, didomîne. Di vê çarçoveyê de li bakurê Kurdistanê li ser bingeha yekitiya neteweyî ya kurd bi partiyên kurd re û li Tirkiyeyê jî bi eniya demokratîk re dest bi hevdîtinan kir. Der barê xebatên bi partiyên kurd re, parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Necdet Îpekyûz ji nûçegihanên MA’yê bi Ozgur Paksoy re axivî.

Îpekyuz di serî de hilbijartina 24’ê hezîranê bi bîr xist û got ku tevî hemû zextan jî benda hilbijartinê derbas kirine. Îpekyuz da zanîn ku yek ji rojevên sereke yên HDP’ê jî hevdîtinên bi civakê re ne û wiha domand: “Me bi partiyên kurd ên li nirxan xwedî derdikevin re hevdîtin kirin. Tevî rexneyan jî hemû partî erênî nêz bûn. Li Tirkiye û Rojhilata Navîn pêvajoyeke pir zor heye û divê demê de hevgirtin girîng e. Ji bo hilbijartinan dînamîkên cuda hene.”

Daxuyaniya hevpar

Di berdewaê de jî Îpekyuz got ku di navbera Tevgera Azadî, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Kurdên Demokratîk ên Şoreşger (DDKD), Partiya Mirov û Azadiyê, Partiya Komunîstên Kurdistanê, Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) û Partiya Demokratîk a Kurdistan-Tirkiyeyê (PDK-T) tifaqa hatiye avakirin û dê di 7’ê çileyê (sibê) bi daxuyaniyeke hevpar ragihînin.

‘Divê herkes li xwe binihêre’

Îpekyuz diyar kir ku ev tifaq dê tenê bi hilbijartinên herêmî re bi sînor nemîne û wiha bi dawî kir: “Divê herkes li xwe binihêre û pirsa ‘me li ku derê çi danî?’ li xwe bike. Rojhilata Navîn bi temamî îro li ser kurdan diaxive û wateya hevketinê nîne. Divê pêşî li siyaseta demokratîk vebe. Ev yek perspektîfa me ya yekemîn a hilbijartinê ye. Ev xebat dê ji bo yekitiya neteweyî jî bibe gaveke girîng. Ev yek dê rê li ber nûkirina baweriyê veke. Bêguman dê pirsgirêk jî hebin lê em dikarin bi hev re bi ser bixin. Feraseta ku hilbijartina herêmî qediya û  herkes çû mala xwe, nîne.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar