Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Partiyên kurd ji bo yekitiyê 2 komîsyon ava kirin

Xebata Tifaqa Kurdistanî ku Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) jî di nav de ye û ji 8 partiyên kurd pêk tê, di 18-19’ê kanûna 2019’an de li Amedê ‘Komxebata Yekitiya Neteweyî’ lidar xistibû. Nûnerên partiyên siyasî, rûspî, alim, nûnerên komeleyan, nivîskar û rewşenbîr tev li komxebatê bûbûn. Di dawiya komxebatê de danezanek hatibû parvekirin û di danezanê de hatibû gotin, armanc li her çar perçeyan dorfirehkirina kongreya neteweyî ye.

Piştî komxebatê nûnerên partiyên siyasî di nav xwe de civînek çê kirin û ji bo yekitiya neteweyî hin biryar girtin. Hat hînbûn ku di civînê de Komîsyona Dîplomasiyê û Têkiliyên Gel û komîsyoneke der barê awayê mekanîzmaya yekitiya neteweyî hatiye avakirin.

Parlementerê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier, komxebat û xebatên yekitiya neteweyî nirxandin.

Pêdivî bi yekitiyê heye

Taşçier destnîşan kir ku pêdiviya kurdan bi yekitiyeke neteweyî heye û wiha got: “Kurd tim dibêjin, ‘heger em yekbûna em ê neketana vî halî’. Loma divê em yekitiya neteweyî çê bikin. Yekitî hêz e. Heger yekitî hebûna dê îro rewşa kurdan cuda bûne Yekitî ne li dijî dewletan e, ji bo statuya kurdan e ûev yek jî mafê kurdan e.”

Di axaftina xwe de Taşçier diyar kir ku li Bakur gel yekitiya xwe çê kiriye û got ku partiyên siyasî jî ji bo ji vê yekê nemînin divê rola yekitiyê bigirin ser xwe. Taşçier da zanîn ku ji bo yekitiyê bi salan e dixebitin, bi xebatên hatine kirin tiştên girîng rû dane û anî ziman ku ji civakê her derdor tev li komxebatê bûye û naveroka komxebatê jî zengîn bûye.

Divê yekitî veguhere organîzasyonekê

Taşçier destnîşan kir ku di komxebatê de fikra ji bo yekitî bi goşt û hestî bibe divê veguhere organîzasyonekê derketiye pêş û wiha domand: “Divê yekitî veguhereke saziyekê, organîzasyonekê. Gava êrîş li ser destkeftiyên kurdan an jî nirxên wan ê hevpar çê bibin, ji bo bertekeke hevpar pêdivî bi saziyeke wiha heye. Her wiha divê partiyên kurdan ên ji bo kurdan têdikoşin daxilî nav xebatên yekitiyê bibin. Ji bo vê jî divê partiyên siyasî bên cem hev û bi hev re siyasetê bikin. Di vî warî de gelek tişt hatine kirin. Partiyên ku heta 20 sal berê jî nedihatin kêlek hevdu, niha nêzî 10 partî tên cem hev û bi hev re nîqaşan dikin.”

‘Komîsyon hatin avakirin’

Di berdewamê de Taşçier da zanîn ku di rojên pêş de wê ji bo yekitiyê gelek komxebatan li dar bixin û nêzî 3 meh şûnde wê komxebateke din li dar bixin. Taşçier anî ziman ku piştî komxebatê wan û partiyên kurd civîn pêk anîne û wiha got: “Ji bo em û gel bêtir bên cem hev û gel jî daxilî nav van xebatan bibe Komîsyona Dîplomasî û Têkiliyên Gel hat avakirin. Ev komîsyon xebatên xwe didomîne. Her wiha ji bo mekanîzmaya yekitiya neteweyî jî komîsyoneke ‘divê modeleke çawa bê çêkirin’ hat avakirin. Wê di pêş de komîsyonên cuda bên avakirin.”

Armanca sereke yekitiya li Bakur e

Taşçier destnîşan kir ku di siyaseta demokratîk de armnaca wan pêkanîna yekitiya neteweyî ye û got ku wê di pêş de biçin hemû deverên ku kurd lê ne.

Taşçier bal kişand ser heyeta ku çû başûrê Kurdistanê û ev tişt anî ziman: “Heyeta me, hevdîtin bi rewşenbîrên li wir re çê kir. Armanca me ya sereke pêkanînan yekitiya li Bakur e. Paşê jî mezinkirina vê armancê ye û dû re jî pêwendiya bi perçeyên din re ye. Armnaca me ya ewil em di nav xwe de bibin yek. Hê jî kêmasiyên me hene. Hêvîdar im ê van kêmasiyan ji holê rabikin.”

Her wiha Taşçier diyar kir ku yekitî mijareke pir hesas e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê kurd hemû fikr û ramanên xwe yên ji bo yekitiyê bînin ziman. Li Tirkiyeyê kurd belawela ne. Loma bêtir pêdiviya me bi yekitiyê heye. Hatina me ya cem hev ne dijminatiya bi dewletan e, daxwazên ji bo maf, azadî û statuya kurdan e. Çawa ev daxwaz mafê her neteweyê ye, yê gelê kurd e jî.”  AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar