Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Partiyên kurd ji bo yekitiyê kom dibin

Partiyên kurd ku dê sibê bi rojeva ‘yekitiya neteweyî’ bên gel hev, ji bo diyaloga bi Herêma Federa ya Kurdistanê re heyetek diyar bike. Parlamenterê HDP’ê Îmam Taşçier, banga tevlîbûna bêşert kir

Nûnerên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Kurdên Demokrat ên Şoreşger (DDKD), Partiya Demokrata Kurdistanê-Tirkiye (KDP-T), Partiya Demokrata Kurdistanê-Bakur (KDP-Bakur), Partiya Mirov û Azadiyê (PÎA), Tevgera Azadî, Partiya Azadî, Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) dê sibê bi rojeva ‘yekitiya neteweyî’ li Amedê tên gel hev. Tê payîn ku nûnerên Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ku tevlî tifaq û hevdîtinên di navbera partiyê kurd nebûbbûn jî tevlî civînê bibin. Di civîna ku 20 nûnerên partiyên kurd li hev bi civin de dê ji bo diyaloga bi Herêma Federa ya Kurdistanê re heyetek bê diyarkirin û di nav meha kanûnê de biçe Herêma Federa ya Kurdistanê û bi partî û saziyên kurd ziyaret bike.

Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier têkildarî xebatên beriya civînê ku bi rojan e didomin axivî û diyar kir ku bi partiyên kurd re timik tên gel hev û wiha got: “Ji bo pêkanîna yekitiya neteweyî nêrîneke hevpar heye. Ji ber rewşa Rojava di dil û mêjiyê gelê kurd yekitiye neteweyî pêk hatiye. Lê di vê mijarê de siyaset hê jî zelal nebûye. Partiyên kurd ên her parçeyên Kurdistanê divê destpêkê di navbera xwe de yekitî pêk bînin û ji bo destkeftiyên gele kurd bên gel hev. Divê bi bangeke mezin siyaseta kurd li hev rûnê û yekitiya neteweyî îlan bike. Bi vê yekê re daxwazên kurdan ên di rojeva Cîhanê de bîne rojevê û tev bi hev re destnîşan bike ku mafê jiyanê yê kurdan jî heye.”

Kurd di rojeva cîhanê de ne

Taşçier bi bîr xist ku heta niha bi partiyên kurd re 2 civîn li dar xistine û ev tişt anî ziman: “Rojeva me ya pêşanî, pêkanîna yekitiya nav partiyên kurd e. Dê her partî bi nêrînên xwe tevlî civînê bibe. Ji bo parastina destkeftiyên kurdan bijarteyeke din tune ye. Kurdan mora xwe li rojeva cîhanê daye. Amerîka dibêje kurd, Rûsya û Ewropa jî bi heman rengî. Qala kurdên kîjan alî bê kirin jî navê partiyan nayê gotin. Navê kurdan tê gotin. Em çima nebin yek? Divê partiyên kurd bêşert tevlî civîna sibê bibin. Heke daxwaza me ya hevpar, maf û azadiya kurdan be, xalên ku em li serê li hev bikin hene. Li ser vê bingehê em dikarin yekitiya xwe ya neteweyî pêk bînin. Divê ku raya giştî vê yekê zanibe. Em ê paşê jî bi rûspiyên civakê re bên gel hev û yekitiya neteweyî nîqaş bikin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar