KCK: Dıvê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Partiyên kurd ji bo yekitiyê zend û bendên xwe badan

Partiyên kurd ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo di çaraseriyê de rola xwe bilîzin û helwesta yekpare ya siyasî zend û bendên xwe badan û dest bi xebataê kirin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêşengiya jinên azad şoreşa Rojava pêk hat. Bi şoreşê re xebatên ji bo azadiyê gihîşlt merhaleyeke stratejîk. Piştî avakirina Rêveberiya Xweser ê meclîsan, niha amadekeriya yekitiyê kurdan tê kirin. Partiyên kurdan ji bo ku di çareseriya pirsgirêka kurd û ya Sûriyeyê de nêrîneke yekpare ya siyasî derxînin holê û pêk bînin, rêzecivîn û hevdîtinan dikin. Gavên destpêkê yên xebatê di sala 2023’yan de hatin avêtin û encamên girîng bidest xistin. Beşek ji van xebatan di ragihandinê de jî cîh girt û niha gihîştiye qonaxa ku veguhere bedenekê.

Di demeke ku li Rojhilata Navîn şer û alozî didomin, her wiha dewleta Tirk a dagirker plan dike ku êrişên nû pêk bîne û ji bo wê jî dixwaze Kurdan dijî hev sor bike de, partiyên Kurd jî têkoşîna jibo yekrêziyê zêde kirin. Li gorî agahiyên ku me ji payebilindên partiyên van xebatan dimeşînin girtine, fikra avakirina siyaseta yekpare di encama nêrîna vê nêrînê de derketiye holê: “Pêwîste em di çareseriya kurd û ya Suriyeyê de bibin xwediyên gotinê û bingehekê ji diyaloga ji çareseriya aloziyan çêbikin”.

Di çarçoveya vê nêrînê de destpêkê di navebar partiyên kurd de diyalog û hevdîtin hatin meşandin. 24 partiyên siyasî bi erênî nêzî xebatê bûne û hevdîtinên xwe domandin. Dema ku ber bi dawiya sala 2023’yan de ve nîqaşên nivîsandina Hevpeymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê hatin meşandin, partiyan jî lez dan xebatên xwe.

Wekî encamek van hewldanan di 29’ê kanûna 2023’yan de reşnivîsa helwesta siyasî ya yekpare hat amadekirin. Reşnivîs destpêkê ji 9 xalan pêk dihat, lê piştî gotubêjan 5 xalên din li ser hatin zêdekirin û bûn 14 xal.

ENKS li gorî dagirker û çeteyan tevdigere

Reşnivîs ji aliyê piraniya partiyên tevlî hevdîtinan bûne ve erênî hat dîtin. Tenê 4 partiyan li ser 3 xalan gumanên xwe anîn ziman, lê bi van partiyan re jî danûstendin berdewam dikin. Tişta balkêş ew e ku ENKS li her cihekî bi hêzên dagirker û çeteyan re rûdine, lê hîn ji destpêka hevdîtinan ve red kir ku tevlî xebatên yekrêziya kurdî bibe.

Piştî lihevkirinan li ser reşnivîsê, heman nêrînên hevpar bi gel û rewşenbîran re jî hatin parvekirin. Bi vê mebestê ji destpêka meha adarê (2024) ve dest bi pêkanîna civînan hat kirin. Civîna yekemîn û duyemîn li Qamişlo, hat çêkirin, pişte li Hesekê, Kobanê, Amûdê, Dêrik û Dirbêsiyê dom kirin.

Di civînên ku rûpsiyî, rewşenbîr û welatî tevlî bûn de reşnivîsa helwesta yekpare ya partiyên Kurd hat xwend û nirxandin li ser hatin kirin.

Rayedaran da zanîn ku civînên parvekirên bi gel, rewşenbîr û nivîskaran re bidawî bûne, lê gotubêjên wan ên li ser pêşniyarên di civînan de derketine holê û şeklê dawî yê reşnivîsê didomin.

Lî gorî zanyariyên partiyan, eger astengiyên mezin derknekevin, tê plankirin di dema pêş de konferansek bê lidarxistin. Di vê konferansê de wê nûnerên partiyan, rewşenbîr-nivîskar û pêşengên gel amade bin. Tê gotin ku hejmara beşdaran di navbera 150-200 kesan de be.

Di konferansê de wê reşnivîs were nîqaşkirin û şeklê dawî bê dayîn. Eger reşnivîs bê erêkirin û lihevkirin çêbibe, wê bi daxuyaniyekê encam bi raya giştî re were parvekirin. Piştre jî wê bi civînek çapemeniyê pirsên rojnamevanan werin bersivandin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar