Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Partiyên kurd li dijî dagirkeriyê daxuyaniyeke hevpar dan

Partiyên siyasî yên kurd ên li bakurê Kurdistanê bi daxuyaniyekî nivîskî dagirkeriya dewleta tirk a li dijî Xakûrkê û başûrê Kurdistanê şermezar kir. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku rêbaza çareseriyê dê têk biçe û bang li dewlet tirk hate kirin ku pirsgirêkan bi rêbaza gûftûgoyê çareser bike

Tevgera Azadî, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Kurd a Demokratîk a Şoreşger (DDKD), Partiya Azadî û Mirov, Partiya Komunist a Kurdistanê, Platforma Demokratên Kurd-Bakur (PDK-Bakur) û Partiya Demokrat a Kurdistanê-Tirkiye (PDK-T) ku di hilbijartinên xwecihî yên 31’ê adarê de bi HDP’ê re tifaq kirin, der barê dagirkeriya artêşa tirk a li başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşandin. Di daxuyaniyê de dagirkeriya dewleta tirk hate şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de êrîş û hewldanên dagirkeriyê yên dewleta tirk a beriya niha bi navên ‘Çelîk-Çekîç-Şafak-Guneş-Mertala Firatê’ hate bibîrxistin û hat gotin ku tu ji van hewldanan biser neketine. Di berdewamê de jî hat diyarkirin ku dê hewldana dagirkeriyê ya bi navê ‘pençe’ jî ji bilî girankirina pirsgirêkên li hundir û derve, tiştekî din neafirîne.

‘Rêbaza leşkerî çareseriyê nafirîne’

Partiyên kurd daxuyandin ku bêyî kurdan êdî li herêmê siyaset nameşe û wiha dom kir: “Li başûrê Kurdistanê dewleta federal ava bûye. Li rojavayê Kurdistanê sîstemeke federal li ber avabûnê ye. Wê demê xuya ye ku siyaseta bi rêbaza leşkerî çareseriyê neafirîne.” Di daxuyaniyê de hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatine kirin jî hate bibîrxistin û ev tişt hatin destnîşankirin: “Di demekê de ku pêvajoya aştî-çareseriyê ya nû tê nîqaşkirin de destpêkirina hewldaneke leşkerî nîşan dide ku Tirkiye çareseriyê ne di siyasetê de, hê jî di şer de dibîne.”

Armanca dagirkeriya li Xakûrkê

Daxuyanî wiha dom kir: “Armanca hewldana li Xakûrkê ne tenê Qendîl e. Dixwaze têkiliya navbera parçeyên din ên Kurdistanê bi taybetî başûr û başûr rojava bibirin; ji ber polîtîkayên der barê Kurdistanê peyamê bidin DYA’yê û li Sûriyeyê destê xwe xurt bikin. Ger li xeta Xakûrkê-Qendîlê encamê werbigire dê li başûrê rojavayê Kurdistanê jî planeke leşkerî ya ‘Rojhilatê Firatê’ pêk bîne.Tirkiye bi pratîka xwe zane ku tu ji van armancan pêk nayê lê belê dema ku tengav dibe, ji bo destê xwe di pêvajoya çareseriyê de xurt bike, ya jî bi nêrîna ‘ger bi şensê pêk were’ careke din dikeve nava hewldanên leşkerî.”

Rêya çareseriyê

Di dawiya daxuyaniyê de jî partiyên kurda wiha got: “Çareserî ne şer e, çareserî bi naskirina başûr û başûr rojavayê Kurdistanê, bi têkiliya bi wan re ye. Çareserî ne lêkirina dîwarên beton li dora xwe ye. Çareserî ew e ku bê zanîn; başûr û başûr rojavayê Kurdistanê deriyê Tirkiyeyê yê ber bi Rojhilata Navîn ve ye. Lewma divê di çarçoveya dostanî û hurmetê de têkiliyên siyasî û bazirganiyê pê re bên danîn. Çareserî dûrî tundiyê bi rêbaza demokratîk û aştiyane bi partiyên kurd û kadroyên wê yên siyasî vegera li dora maseya çareseriyê ye.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar