Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Partiyên kurd li ser textê sekeratê ne… hêviya ji wan mirin e

Mihemed Seydî |

Kurdistan tê dagirkirin, partî û aliyên siyasî li pêyî berjiwendiyên xwe yên partîtî ne lê kesê vê rêya dirêj ku hatiye birîn û kurd ber bi armanca xwe ve nêz bûne bixwaze qut bike ji bilî dijmin wê kî be?

Dewleta tirk armanca wê ew e ku destketiyên kurdan li Başûr û Rojava ji holê rabike. Lê ji ber ku kurd li ser pêyan in, vê yekê nikare bi carekê ve bike. Plana niha ew e ku Rojava û Başûr hem ji hev qut bike, hem jî dorê li herdûr parçeyên Kurdistanê bigire. Dewleta tirk ku hin rayedarên wê li ser peymana Şengalê ku li nava PDK’ê û hikûmeta navendî ya Iraqê di 9’ê Cotmehê de hat îmzekirin, dibêjin ‘niha em li peymanê dinêrin, ger neçe serî, em ê bi xwe destwerdan bikin. Me hemû amadekarî jî kirin e. Me ji Amerîkayê re jî gotiye, wan jî negotine na, ne jî gotine erê.’

Dewleta tirk a ku niha danûstandinên xwe bi Bexdayê re li bejahî li ser başûrê Kurdistanê ye, dixwaze yek ser danûstandinê bike. Ww jî bi rêya vekirina derî ji aliyê Zaxoyê, ber bi Kerkur, Mûsil û Bexdayê ye. Yanî li van deveran hemû ew hebe. Kurdan jê derbixe çawa ku niha li Efrîn, Serê Kaniyê û Girêspî dike. Li van deveran jî ew ê kemberekê ava bike. Li vê kemberê jî ka tirkmenan bi cih bike, yan jî sunî. Ber vê yekê niha dixwazin Şengalê jî ji êzidiyan vala bikin. Peymana li ser Şengalê jî di vê çarçoveyê de ye lê li vir ka hikûmeta Bexdayê li hember çi ev plan qebûl kiriye nayê zanîn. Gelo bo êdî Hewlêr û Silêmaniyê mecbûrî xwe bike dibe parçeyekî vê planê? Ber ku dema danûstandin yekser bi Tirkiyeyê re bûn, wê çi di destê Başûr de bimîne?. Jixwe ev daxwaza dewleta tirk a sereke ye. Ji holê rabûna statuya kurd li bakurê Iraqê ku bi nav dikin. Dema ev plan biçe serî, pişt li Rojava jî tê şikandin û dorê li wê jî digire.

Em dibêjin û dipirsin; PDK’ê dibe parçeyekî vê planê û lê aliyên din ên siyasî li başûrê kurdistanê (YNK û hwd.)  çima bêdeng in? Bo plan were pûçkirin divê yekitiya neteweyî pêk were û kogreya giştî were li dar xistin. Alî êdî bêdeng neminin lê hêviya van tiştan û helwestan mayîn çiqas rast e û bendewarî di cihê xwe de ye? Na nexêr ger partiyên siyasî weke YNK û Goran û PDK’ê tenê berjiwendiyên xwe bifikirin, ew ê tu deng ji wan dernekeve û niha jî jixwe bêdeng in û wiha dixuyê wê bêdengiyê de bin. Bi vî halî ew ê kongreya neteweyî were lidarxistin? Ne xêr ew ê jî pêk neyê. Ber ku ev serê 20 salan e bang tê kirin lê bang kombûnê çê nake. Şengal radestî DAIŞ’ê hat kirin, Kerkûk jî di nav de ji sedî 51 axa başûrê Kurdistanê hat radestkirin. Efrîn hat dagirkirin û lê zêde Serê Kaniyê. Ka aliyên siyasî? Ka ji vê yekê ders derxistin û hatin gel hev? Na. Tişta ku niha kurd pê dilê xwe xweş dikin û dibêjin vaye ENKS’ê PYNK’ê tên gel hev jî ew ê neçe serî ger ku Başûr di nava pencên dagirkeriyê ve bê hiştin.

Rê dûr e delîv teng e. Êdî divê gelê kurd dakeve kolan û qadan. Di sêrî de jî li başûrê Kurdistanê. Hêviya ji aliyên siyasî yên li Başûr weke hêviya rabûna kesekî mirî ye. Ne PDK ji van bazarên firotin kurdan vedigere, ne jî YNK û Goran dengê xwe dê derbixin. Hêvî milet bi xwe ye. Şêladiz mînaka serdema dawî ya serhildana gel e.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar