Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Partiyên kurd piştgirî dan berxwedêrên greva birçîbûnê

Heyeteke ku ji partiyên kurd pêk dihat li Strasboûrgê çalakvanên greva birçîbûnê ziyaret kir. Heyetê piştgiriya xwe ya bi berxwedêran re nîşan dan. Heyetê da zanîn ku divê hemû partiyên kurd xwedî li çalakiyê derkevin û banga yekitiya neteweyî ya kurd kirin

Heyeteke ji komîteya Dîplomasiya Hevpar a Partî û Tevgerên Kurd ku ji endam û rêveberên Yekitiya Niştimanî Kurdistan (YNK), Partiya Yekitiya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû), Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurdên li Sûriyeyê (PYDKS-EL WAHDE), Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP), KNK û KODAR’ê pêk dihat,  berxwedêrên greva birçîbûnê yên li Strasboûrgê ziyaret kirin.

Rayedarên partî û saziyên kurdan ên serdana çalakgeran kirin wiha ne: “Bi navê YNK’ê Şêx Şemal, bi navê PYDKS-EL WAHDE Ebdulbarî Ezo, bi navê KKP’ê Hesen Ozkan, bi navê Yekgirtûya Îslamî Aras Şallî, endamê Desteya Rêveber a KODAR’ê Hecî Ehmedî, endamê Desteya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar, endamê KNK’ê Refîk Gefûr û serokê Enstîtuya Kurd a Brukselê Derwêş Ferho.”

Têkoşîna hevpar

Ji berdevkên têkiliyên derve yên YNK’ê Şêx Şemal ji berxwedêran re axivî û bal kişand ser girîngiya yekitiya neteweyî ya gelê kurd. Şêx Şemal destnîşan kir ku bi têkoşîneke hevpar dikarin bi pêş ve biçin û da zanîn ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê qebûlkirin. Şêx Şemal anî ziman ku ew berxwedana greva birçîbûnê gelekî hêja dibîne û wiha domand: “Mîna gerîlayên ku di şer de canê xwe feda dikin. Em piştgiriyê didin vê berxwedanê. Divê yekitiya neteweyî ya kurd pêk bê.”

‘Tecrîd li ser Kurdistanê gefek e’

Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç jî piştî pêşwazîkirina heyetê diyar kir ku ew desteka partiyên siyasî yên ji her parçeyên Kurdistanê watedar dibînin û wiha got: “Tecrîd ne tenê li dijî Ocalan an jî gelê bakurê Kurdistanê ye. Tecrîd gefek e li ser hemû parçeyên Kurdistanê ye. Çawa ku gelê kurd bi awayeke hevpar li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Kobanê û Efrînê rabû ser pêyan, bi heman awayî divê li vê berxwedanê jî xwedî derkeve.”

Sedema dagirkirina Efrîn û Kerkûkê vegot

Di serdanê de Kardo Bokanî ku di karê dîplomasiyê yê KNK’ê de ye û tev li greva birçîbûnê bûye jî axivî. Bokanî diyar kir ku destek û yekitiya neteweyî dê bandorê li serkeftina çalakiyê bike. Bokanî daxuyand ku sedema dagirkirina Efrîn û Kerkûkê, nebûna yekitiya kurdan bû.

Daxuyanî dan

Piştre jî li ser navê daxuyaniyeke hevpar hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê kurd bi karê xwe yê dîplomasiyê zilm û dagirkeriya dewleta tirk bêhtir bixin rojeva dinyayê û ev tişt hatin parvekirin: “Daxwaza herî mezin a gelê me, pêkanîna Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ye. Ji bo çareserkirina pirsgirêka li her çar parçeyan, ev girîng e. Li kîjan parçeya Kurdistanê li dijî gelê me zilm bê kirin divê parçeyên din bersivê bidin. Greva birçîbûnê bi tevlêbûna bi hezaran didome, berfirehtir dibe û deng veda. Bi rakirina tecrîda li Îmraliyê re dê rê li ber aştî û danûstandinan jî bê vekirin. Divê hemû partiyên kurd lê xwedî derkevin û bixin rojeva cîhanê.” STRASBOÛRG

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar