Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Partiyên kurd: Şer û dagirkerî ne çareserî ye

Partiyên kurd li dijî operasyon û şerê heyî daxuyaniya hevpar dan û banga “Dawî li şer bînin” kirin. Partiyên kurd gotin: “Şer û dagirkerî çareseriyê bi xwe re nîne. Em bang dikin ku meseleyê bi muxatabê Kurdistanî re bi rêya diyalog û muzakereyên demokratîk û aştiyane çareser bikin.”

Kongreya Civaka Demokraîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Sosyalîs a Bindestan (ESP), Komeleya Kurd a Demokrat û Şoreşger (DDKD), Partiya Mirov û Azadî, (PÎA), Partiya Komînist a Kurdistan (KKP), Platforma Demokratên Kurd (KDP), Partiya Azadî, Partiya Demokratên Kurdistan a Tirkiyeyê (TKDP), li dijî operasyonên TSK’ê yen der sînor a “Pençe” û hewldanên operasyonên Herêma Bakur û Rojhilatên Sûriye daxuyaniyek hevpar dan. Partiyên kurd li Cemiyeta Rojnamegerên Guneydogu daxuyanî da. Nûnerên partî û rêxistinên kurd tev li daxuyaniyê bûn. Daxuyaniya kurdî Endamê PDK-T’ê Ozan Kardaş xwend.

Daxuyaniya hevpar wiha ye: “Dagirkeriya Îran û Tirkiyeyê ya li Heremê Kurdistan û Rojava berfirehtir û kûrtir dibe. Bi taybetî operasyonên artêşa tirk (TSK) yên ji sala 1980’î vir de yên bi hêceta “sedemên ewlehiyê” tu pêywendiya van operasyonan bi ewlehiyê re tune ne û ev operasyon pirsgirêka kurd kûrtir dikin. Ji avabûna komara Tirkiyeyê heta niha pirsgirêka kurd bi siyaseta ewlehiyê çareser nebûye û çareser jî nabe.

Demeke dirêj e artêşa tirk li qadên di bin desthilatdariya Heremê Kurdistan de operasyonên leşkerî yên derhuqûqa navneteweyî çêdike. Tirkiye û Îranê bi van operasyonên xwe yên bi salan li Başur û Rojava yê Kurdistane berdewam dikin, ji berk u ditirsin kurd bibin dewlet. Mafê milete kurde wek hemû miletin din statuya xwe siyasî li gor dixwazê xwê pêkbîne.  Tişta aşkere ev e ku derdê Tirkiyeyê ne “ewlehiya sînor an jî qada ewlehiyê ye”. Heke wisa bûya ji pêşniyara dewriyeya hevbeş ya li ser sînor re wê bigotana Belê. Jixwe Tirkiye endamê NATOyê ye û parastina ewlehiya sînorên wê di berpirsiyariya NATOyê de ye jî. Lewma pirsgirêka ewlehiya sînoran li Tirkiyeyê nîne. Tirkiye li ser xeta efrîn-qamişlo-şingalê hesabên dagirkeriya mayînde dike. Operasyonên tên kirin ne tenê operasyonên leşkerî ne, rasterast dagirkeriye ye.

Plansazî, komkirina leşkeran li ser sînor û dersînor avakirina karakol û pratîka Efrîn-Şehba-Xakûrkê nîşaneyên dagirkeriya mayînde ne. Îran jî heman pratîkê li Heremî Kurdistana û Rojava bi pêş dixe. Hêyne Niştecihên wargeha Mexmûrê ya di bin çavdêriya neteweyên yekbûyî de (UNHCR) di bin fişar û çavdêriya van hêzan de ne.”

Bang û daxwazên hevpar yên partiyan:

“Em wek partî û rêxistinên li ser van xalên li jêr lihevkirî radigihînin ku;

1) Em dagirkeriya dewleta Tirk û dewleta Îranê ya li Heremê Kurdistan û Rojava şermezar dikin. Divê dawî li vê dagirkeriyê bê anîn û leşker bên vekişandin. Şer û dagirkerî ne çareserî ye. Em bang li van hêzan dikin.. pirsgirêkan di zemîneke aştiyane û demokratîk de bi mûhatabên Kurdistanî re çareser bikin. Dev ji rê û rêbazên hatine ceribandin û encam jê nehatiye standin berdin.

Em bang dikin ku bila hemû hêzên Kurdistanî di vê mijarê de hestiyar bin û alîkarê sepandina mafên desthilatdarî yên Heremê Kurdistana Azad bin. Alîkarê bicihanîna ewlehiya hemwelatiyan û parastina xaka welat bin.

2) Di serî de em daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî (UN), NATO, Konseya Ewropayê (CE), Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (EU) û rêxistinên navnetewî dikin ku yên dixwazin axa Heremê Kurdistan û Rojava dagir bikin, hişyar bikin. Bila bidin zanîn ku pirsgirêkên heyî tenê bi rêyên aştiyane û demokratîk dikarin bên çareserkirin. Bi vî awayî ji wan hêzên di serî de me behskirî daxwaziya alîkariyê dikin.

3) Em ji gelên Tirkiyeyê, Îranê, ji gelên herêmê, kesên demoqrat û ji raya giştî daxwaz dikin ku li hemberî van hewlên dagirkeriyê re bibêjin ” ji şer û dagirkeriyê re NA!”

4) Em ji gelê xwe daxwaz dikin ku xwedî li destkeftiyên her çar perçeyên Kurdistanê derkevin. Li hemberî pirsgirêkan dev ji berjewendiyên hizbî berdin û dest biavêjin berjewendiyên Kurdistanî.

Heke em bi çaveke Kurdistanî xwedî li destkeftiyên her çar perçeyên Kurdistanê dernekevin, em hemû wê bin bikevin. Roj roja xwedî li derketina destkeftiyên her çar perçeyên Kurdistanê ye. Roj ew roj e ji destkeftiyên her çar perçeyên Kurdistanê re bibêjin “YÊN ME NE”

5) Daxwaza me ji çapemeniya kurd e; di vê pêvajoya hestiyar de dev ji geşkirina pirsgirêkên hizbî yên partiyên Kurdistanî berdin.

Li hemberî gefên yana qada ewlehiyê yan jî wek moxolan em ê agir berdin her deverê bi hişmendiyek Kurdistanî xwedî li destkeftiyên Kurdistanê derkevin. Çapemeniya Kurd divê hewla piçûkkirina pirsgirêkan bide ne mezintirkirina wan.

6) Di 5. Salvegera Komkujiya (Genocide) Êzîdiyên Şingalê de biryara Parlamentoya Kurdistanê ya bi yek dengî roja 3’yê Tebaxê wek roja Komkujiya Êzîdiyan pejirandî watedar dibînin û silav dikin.

Partiya Heremên Demokratîk (DBP), Şoresgerên Demoqrat (DDKD), Kongreya Civaka Demokratîk (DTK/KCD) Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya İnsan û Azadî (PİA), Partiya Komunîsta Kurdistan (KKP), Platforma Demokratên Kurd (PDK), Partiya Azadî, Partiya Demokratê Kurdistan – Tirkiye (PDK-T).” AMED

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar