Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Partiyên kurdistanî êrîşa li dijî HDP’ê şermezar kirin

Partiyên kurd ên bakurê Kurdistanê bi daxuyaniyeke hevpar êrîşên li dijî HDP’ê şermezar kirin. Partiyan destnîşan kir ku Erdogan û tifaqa cumhur siyaseta kurd hedef nîşan dide û bang kir ku dev ji vê siyasetê berdin

Nûnerên partî û rêxistinên Hereketa Azadî, Platforma Demokratên Kurdistanê (PDK-Bakur), Partiya Demokratên Kurdistanê -Tirkiye (KDP-T), Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKK) û Partiya Mirov û Azadîparêz (PÎA) bi daxuyaniyeke hevpar êrîşa polîsan a li dijî avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê şermezar kirin. Nûnerên partî û rêxistinan li avahiya Hereketa Azadî daxuyanî dan. Daxuyaniya hevpar bi kurdî û tirkî hat xwendin.

Li ser navê partiyan hevserokê Giştî yê PDK-Bakur Sertaç Bucak daxuyanî da. Daxuyanî wiha ye:

“Siyaseta kurd û partiyên siyasî bi gelemperî di bin zexteke bê qanunî de ne. Di derengiya şeva 8’ê adarê de polîsan bi hînceta greva birçîbunê êrîşî avahiya HDP’ê ya Amedê kir. Polîsên ku bi zordestî ketin avahiyê, 10 çalakvanên ku di nav de parlamenter jî hebûn û çalakiya xwe di domand, rastî êrîşê hatin. Polîsan di êrîşê de parlamenter Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç jî derb kirin û 7 çalakvan binçav kirin.

Em vê êrîşê şermezar dikin. Em dixwazin ku kesên hatin binçavkirin di zûtirin dem de bên berdan. Di demên dawiyê de bi awayeke sîstematîk êrîşên ser partiyên siyasî yên kurd, bûye weke plansaziyeke tevgera bêzarkirinê. Serokên tifaqa cumhur ku hêza dewletê ji bo xwe weke mertal bikartînin, partiyên kurdistanî weke hedef nîşan didin. Bi qasî ku dikarin jî dorbera  hilbijartinê ditengijînin. Wezîrê hundir ku karê wî yê yekemîn parastina ewlehiya dewletê û taybetî jî ya hilbijartinê ye, bi daxuyaniyên xwe nîşan dide ku dev ji vê karî berdaye û li dijî siyaseta kurd şer ragihandiye. Dozgerê komare yê Dadgeha Bilind li hemberî partiyên ku bi navê Kurdistanê hatine avakirin, li dadgeha zagonî doza girtinê vekir. Bi vê re jî sînor neman, li benda biryara dadgeha bilind nesekinîn û bi awayekî dijhiqûqî, partiyên ku ji aliyê yasayî ve pêvajoya sazkirina xwe temam kirine û çend kongreyên xwe pêk anîne çar (4) partiyên kurdistanî ji lîsteya partiyên siyasî derxistin.

Çend nivîskarên cuda ku ji vê helwestê cesaret girtin, di quncikên xwe de ev çar partiyên Kurdistanî hedef girtin û gotinên nerewa kirin. Em êrîşên li ser partiyên Kurdistanê ku siyasetên xwe di zemîneke rewa û yasayî de dikin van tevgerên hezmkirin û dorgirtinan şermezar dikin.

Em bang li tifaqa cumhur dikin ku bi rojevên fenî yên weke ‘teror’ û ‘beka’ ye, dest ji hedefnîşandana siyaseta kurdistanî berdin. Wezîfeya desthilatdarên siyasî ne tengijandina pêvajoyê ye, bi taybetî jî parastina ewlehiya hilbijartinê ye.

Bi xemgînî temaşe dikin ku rojeva gel û ya rêzdar serokkomar Erdogan û tifaqa cumhur ji hev du cuda ne. Erdogan/tifaqa cumhur bi propagandayên ‘teror’ û ‘beka’ yê hewl didin balê bikşînin ser cihên cuda. Lê belê rojeva sereke ya gelê me yê zehmetkêş û dagirkirî bi rêzê wiha ye; ji sedî 64. 8 pirsgirêkên aborî, ji sedî 51 bêkarî, ji sedî 17.2 perwerdehî û ji sedê 14.4 jî pirsgirêka ewlehiyê ye.

Gelê me di xema xwarin, kar û ya debara jiyanê de ye. Heta wek nimûne ya ‘Zik têr nebe guh nabihîze’, gotinên serokên tifaqa cumhur nabihîze. Serokkomar Erdogan jî van rojevên esasî dizane lêbelê yan newêrê yan jî destê xwe nabe bide van mijaran. Ji ber ku zêde gotinên wan tuneye ku ji gel re bibêjin! Li hemberî vê jî herwiha hûnandina gelê tirk bi awayê nijatperestî dijayetiya gelê kurd têne şûxilandin. Van vegotinên bêberpirsiyarî û dekkirî, helwesteke dijayetiya nirxên mirovahî û demokrasiyê ye. Em weke partî û hêzên siyasî li jêr navê me hene; Kurdistan û Partiyên Kurdistanî rastiyeke Tirkiyeyê ne. Siyaseta cudadîtin, hezmkirin û wekhevnîşandana ‘teror’ê şermezar dikin. Bangawaziya bidawîanîna vê yekê dikin. Gelê me têra xwe di hişyarê kiryaran de ye û evana di wijdana xwe de cihê ku heq dike dê bicih bike. Em di wê baweriyêde ne ku gelê me bi rengê dengê xwe di roja 31ê adarê de dê xwe nîşan bide. Gelê kurd tu car ji nijadperestiyê re, netewperweriyeke şowenist re helwestên siyaseta pozbilind re rêçek nedaye. Xwediyê van siyasetan re gelê kurd bi siyaseteke sivîl, rewa û aştiyane bersivê ku heq dikin dê bide. Nijadperestî û zordestî emrê tu kesî dirêj nekiriye.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar