Li Rojhilata Navîn û taybetî jî li Kurdistanê ev bi salan e şereke dijwar diqewime. Her ku diçe polîtîkayên şer kûrtir dibe. Bi sedema van şeran û polîtîkayên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) a bi dewletên herêmê re dimeşîne, di navbera kurdan de jî rê li ber xetereya şerê birakujiyê vedike. Liv û tevgera PDK’ê ya li dijî hêzên Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) ji hêla gel ve dibe sedema nerazîbûnê û gel bertek nîşan didin. Tevgera PDK’ê di nava kurdan de bû sedema fikaran û Serokên partiyên Kurdistanî jî bertek nîşanî vê yekê dan û xwestin ku her du alî jî bi rêya diyalogê meseleyên xwe çareser bikin.
‘Kurdistan weke bedenekê ye’
Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Mehmet Kamaç destnîşan kir ku mijara sereke ya nerazîbûnê ew e ku dewleta tirk li başûrê Kurdistanê êrîşan pêk tîne. Kamaç anî ziman ku ya herî girîng jî ew e ku hêzên kurd li hev biçin û şerekî navxweyî derbikeve. Kamaç da zanîn ku li dijî şereke navxweyî yê muhtemel ew dê çalakiyên xwe bidomînin û wiha got: “Divê baş bê fêm kirin, Kurdistan weke bedenekê ye. Desteke an jî pêyekê wê nebe, ew beden seqet dibe. Ev beden bi saxlemî û bi hev re yek tişt e. Ji ber vê yekê em hişyariyê her tim didin, em ji hêzên PDK’ê re jî dibêjin, divê li hemberî destkeftiyên kurdan tu hewl û seknên we tunebin. Di heman demê de em bang li hemû hêzên kurdan dikin, hewlên ku zerarê didin destkeftî û siberoja kurdan dûr bisekinin. Tehemula gelê kurd ji pevçûneke nû re tune ye. Ji ber vê yekê em hişyariya xwe dikin û sekna xwe jî zelal nîşan didin. Hemû perçeyên Kurdistanê weke hev in û divê em bi hev re ji bo siberoja kurdan bixebitin. Sekn û siyaseta xwe divê em ji bo destkeftî û siberoja kurdan bidin nîşandan.”
‘Divê kurd van nakokiyên di navbera xwe de teqez çareser bike’
Kamaç diyar kir ku şert û mercên her parçeyên Kurdistanê ji hev cuda ne û lewma têkiliyên wê yên cîhan, dewlet û rêxistinên herêmê re jî cuda ne. Kamaç anî ziman ku xala girîng ew e ku dewletên axa Kurdistanê dagir kirine, dixwazin bi nakokiyên di navbera kurdan de ji xwe re derfetan derbixin û wiha berdewam kir: “Divê kurd van nakokiyên di navbera xwe de teqez çareser bike. Heke ev nakokî çarerser nebin, hemû alî dê van nakokiyan ji bo xwe bikar bîne û her wiha dê van nakokiyan jî di navbera kurdan de kûr bikin. Heke rêveberiya başûrê Kurdistanê têkiliyên xwe bi dewletên herêmê re deyne jî, bila ev têkilî zerarê nede destkeftiyên kurdan, yan jî hêzên kurdan. Ji ber vê yekê jî sekna xwe zelal deynin. Bila kurd nakokiyên di navbera xwe de çareser bikin, fersendê nedin dagirkerên herêmî û bila bi siyaseta têkiliyan kurd bi hev neçin.”
‘Divê bedeneke yek parçe ji bo siberojê ava bikin’
Kamaç da zanîn ku ew niha di sedsala Lozanê de derbas dibin, yanî sed sal beriya niha hem kurd hem jî Kurdistan hatine dabeşkirin. Kamaç bi lêv kir ku divê kurd ji bo têkilî, hêz, destkeftiyên xwe aktorên navneteweyî û herêmî wisa mecbûr bike ku Lozan bê xerakirin, Lozaneke nû bê avakirin. Kamaç bi domdarî wiha got: “Ji ber vê yekê jî yekitiya di navbera kurdan de pêwist e. Li çar çarpeyên Kurdistanê û dîasporayê jî siyaseteke stratejîk û sîstematîk, hedef û armancekê deynin pêşiya xwe û li gor vê armancê tevbigerin. Heke em van rê û rêbazan ava nekin, mixabin em ê vê sedsalê jî weke ya çûyî êş, elem û tiştên xerab di nav xwe de bipejirînin. Ji bo ku ev sedsal ji bo kurdan bibe sedsala serkeftinê, em bang li hemû partî, hêz û rêxistinên kurdan dikin, em dibêjin ku yekitiya xwe ava bikin, em bi hev re tevbigerin û bedeneke yek parçe ji bo siberojê ava bikin.”
‘Di nava rêveberiyên Hewêr û Bexdayê de problemên mezin hene’
Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel behsa serdana xwe ya li başûrê Kurdistanê kir û da zanîn ku li başûrê Kurdistanê piştî referandûma 2017’yan Îran, Tirkiye û Bexda bi hev re bi ser kurdan ve tên. Bozyel anî ziman ku roj bi roj destkeftiyên kurdan ji destê wan distînin û Kerkûk, herêma Mexmûr ku cihê niqaşê ye ji destê kurdan derket. Bozyel diyar kir ku ev çend sal in jî Bexda paya kurdan ya budçeyê nade û dixwazin kurdan bi birçîbûnê terbiye bikin û wiha got: “Niha di nava rêveberiyên Hewêr û Bexdayê de problemên mezin hene. Weke em dizanin Îran jî ji bo destkeftiyên kurdan ji destê kurdan biçe, zêdetirî piştgiriya Bexdayê dike. Ji ber ku hikûmeta Bexda hikûmeta Şiî ye û bi sedî sed di bin kontrola Îranê de ye. Hema hema em dikarin bibêjin ku Îran, Bexdayê bi destê xwe îdare dike. Ji ber vê yekê zextan zêdetir li ser herêma Kurdistanê dikin. Lê hewldanên hikûmeta Hewlêrê yên ji bo safîkirina probleman bi Bexdayê re berdewam in. Ji aliyê din ve jî Emerîka naxwaze destkeftiyên kurdan tev winda bibe û ew jî dixwazin meseleya Hewlêr û Bexdayê bi rêya diyalogê safî bikin.”
‘Dewletên dagirker dixwazin Kurdistanê bêîstîkrar bikin’
Bozyel bal kişand ser êrîşên Tirkiyeye yên li dijî başûrê Kurdistanê û wiha berdewam kir: “Êrîşên dewleta Tirkiyeyê ev bû çend sal berdewam e. Niha 58 baregehên Tirkiyeyê li herêma Kurdistanê hene. Bi qenaeta me, Tirkiye PKK’ê, Îran jî Hizba Demokrat a Kurdistanê bahane dike ku esas li wir dixwazin Kurdistanê bêîstîkrar bikin. Li gel vê yekê ew rêxistin jî hedefên wan in. Lê problemên PKK û PDK’ê qasî ku ez dibînim, cihê metirsiyê nîne. Nakokî hene di nava wan de, di nava PDK û YNK’ê de jî hene, lê ev bû çend sal ev yek negihiştiye asta şer û wê negihije asta şer jî. Em hêvî dikin ku ew van meseleyan di nava xwe de bêyî ku rojeva kurdan dagir bikin, safî bikin. Ji ber ku em îro Lozanê nîqaş dikin û em dibêjin ku sed sal berê em nebûbûn dewlet jî sedema wê bêtifaqî bû. Yanî qet nebe divê sed sal paşî em ji van tecrubeyan ders werbigirin û ji bo ku ev sedsala borî dubare nebe, em bikaribin siyasetekî muşterek, neteweyî û gorî vê dema cîhanê bişopînin. Yanî ez bixwe di vê meseleyê de xweşbîrim. Ev meseleyên di nava partiyan de dikare bi diyalogê bê safîkirin. Ew şert û mercên ku bibin şer tune ye û tu partî jî tiştekî wisa nagire berçav.”
‘Mifteya azadiyê ji bo kurdan tifaqekî berfireh û neteweyî ye’
Bozyel bi bîr xist ku faktora ku ew sedsal berê nebûne dewlet, tunebûna yekitiyekî neteweyî bû. Bozyel diyar kir ku îro jî mifteya azadiyê ji bo kurdan tifaqekî berfireh û neteweyî ye û wiha axivî: “Helbet tenê bi tifaqeke neteweyî nabe, divê şert û mercên cîhanê jî guncav bin, divê dîplomasiyekî baş bimeşînin, divê em ji bo kurdan dostan zêde bikin. Lê divê ewil em hebin, em li qadê bin, em yek deng, yek helwest bin ku muxatabên me dixwazî bila dewletên dagirker bin, dixwazî bila dewletên hêzên mezin bin me micid û muxatab bigirin ku ev mesele safî bibe. Tabî her tişt di rojekê de safî nabe, lê kurd kurdên sedsal berê, kurdên pêncî sal berê jî nîn in. Îro gelek tecrubeyê kurdan heye û destkeftiyên wan hene. Weke nimune li Îraqê statuyeke federe heye, Rojava ber bi xweseriyê ve diçe û kurd bi hemû giraniya xwe ve di rojeva cîhan û Tirkiyeyê de ne. Divê em aliyê pozîtîf mêze bikin û ez bawer dikim ku dê ber bi başiyê ve biçe.”
‘Derdê dijmin ew e ku kurd bera xwe bidin hev dû’
Serokê Giştî yê Partiya Azadiyê Ayetûllah Aşitî jî bertek nîşanî muhtemeliya şerek birakujiyê da û da zanîn ku ne tenê îro di dîrokê de jî her tim dijminên kurdan dixwestin kurdan berdin hev û xwe bi xwe hev dû bikujin, birakujî di navbera wan de çêbibe. Aşitî destnîşan kir ku divê her dû aliyên kurdan PKK jî PDK jî neyên van lîstikan û wiha got: “Ji xwe derdê dijmin ew e ku kurd bera xwe bidin hev dû. Kûrmê darê ne ji darê be dar hişk nabe. Divê em van gotinan êdî terk bikin û ji dîrokê derbixin. Ji bo ku Kurdistana serbixwe nîne, hemû alî û siyaseta kudan her yekî girêdayî dewleteke herêmê ve ye. Vana ji hevalbendên xwe bidin zanîn û fêm kirin ku ‘ez ji xwe derbas dibim lê ez birakujiyê nakim, ez fitne û fesadiyê naxime nava biratiyê de’. Tiştê herî muhîm ev e.”
‘Divê partî û saziyên kurdan xetên xwe yên sor deynin aliyekî’
Aşitî anî ziman ku armanca wan tifaqeke neteweyî bê avakirin e û tifaqa neteweyî jî di nava hemû parçeyên Kurdistanê de divê bê avakirin. Aşitî wiha dawî li axaftina xwe anî: “Vê armanc û hedefê me dest bi xebatê kiriye û ka dê xebata me bigihije kî derê, ew ê dem ji me re bide fêmkirin. Îro tu ji kîjan kurdî bipirsî dibê ne bi yeketiyê be, ne bi neteweyî be xelasbûn çênabe. Divê hemû partî û saziyên kurdan xetên xwe yên sor deynin aliyekî û bên ser masê û li ser masê jî bi hev re xeteke neteweyî derxin holê.”