Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Partiyên siyasî bang li cîhanê kir ku dawî li dagirkeriya dewleta tirk bînin

Li Dêrikê 11 partiyên siyasî bi daxuyaniyeke hevpar êrîşên dewleta tirk ên li dijî Rojava şermezar kirin. Partiyan bang li qada navdewletî jî kirin ku zextê li ser dewleta tirk bikin da ku dawî li dagirkeriya xwe bîne û ji temamiya axa Sûriyeyê vekişe

Li Dêrikê 11 partiyên siyasî bi daxuyaniyeke hevpar êrîşên dewleta tirk û komên çete yên girêdayî wê yên li dijî rojavayê Kurdistanê şermezar kirin. Daxuyanî li Qada Şehîdan a navçeya Dêrikê hate xwendin. Daxuyanî ji aliyê  berdevka Şaxa Partiya Sûriyeyê ya Pêşarojê ya Dêrikê Stêrstan Hacê ve hate xwendin.

Stêrstan Hacê anî ziman ku ji 9’ê cotmehê ve herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê di bin êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê de ye û wiha domand: “Dewleta tirk dixwaze axa xwe ya dagirkeriyê berfireh bike. Bi vê yekê re qanûnên navdewletî binpê dike. Bi vê yekê re jî vîna gel a herêmê hedef digire. Di êrîşên de hemû cureyên çekên qedexekirî bi kar tîne. Van êrîşan jî bi îdiaya avakirina herêma biewle dike. Ji ber êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê yên bermahiyên DAIŞ û El Qaîdeyê, zêdetirî 300 hezar kes koçber bûn, gelek sivîl hatin qetilkirin û bi sedan jî birîndar bûn. Li dijî van êrîşan HSD’ê berxwedaneke efsanewî pêş xist û xeleka yekemîn a plangeriya dijmin di eniyan de şikand. Biratiya rast di xendekên rûmetê de ya di navbera pêkhateyan de, aşkera bû.”

‘Rûyê DAIŞ’ê yê dewlet tirk derket holê’

Bi berdewamî jî Hacê destnîşan kir ku vê berxwedanê planên hikûmeta AKP’ê serobin kir û wiha pê de çû: “Dewleta tirk bi qetilkirina Sekretera Giştî ya Partiya Pêşeroja Sûriyeyê Hevrîn Xelef re rûyê xwe yê DAIŞ’ê nîşanî dinyayê da. Li hemberî van sûcên şer Yekitiya Ereban, Yekitiya Ewropayê û tevahî cîhanê helwest nîşan da. DYA jî bi zextan agirbest ragihand. HSD li gorî vê agirbestê tevgeriya. Lê dewleta tirk hê jî sivîlan hedef digire û êrîşî şervanan dike. Ev yek binpêkirina qanûnên navdewletî ye. Lewre em bang li NY û dewletên pêwendîdar dikin ku li gor qanûnên xwe tev bigerin û zextan li dewleta tirk bikin ku ji temamiya axa Sûriyeyê vekişin.”

Bang li hemû cîhanê kirin

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Em li hemberî helwestên navdewletî, dewletên erebî û partiyên Kurdistanê rêzdarin lê divê ev helwest pêş bikevin da ku bigihin biryarên rawestandina êrîşan. Em bang li tevahî hêzên siyasî yên Sûriyeyê bi taybet jî li yên kurd dikin ku tevahî doz û pirsgirêkên xwe çareser bikin û li gorî berpirsyariya niha dikeve ser milê me tevbigerin.”

Navên partiyên tev li daxuyaniyê bûn

Rêxistinên tev li daxuyaniyê bûn wiha ne: “Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Partiya Azadî ya Kurdistanê ya Azad, Hevbendiya Niştimanê ya Kurd li Sûriyeyê, Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyeyê, Partiya Demokratîk a Pêşverû li Sûriyeyê, Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê, Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê, Partiya Sûriyeyê ya Pêşerojê, Partiya Azadî ya Kurdistanê, Partiya Komunist a Kurdistanê û Yekitiya Suryan.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar