Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Partiyên siyasî ji bo mîtînga Stenbolê bang kirin

Nûnerên partiyên siyasî ji bo mîtînga wê di 3’yê sibatê de li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê bê lidarxistin bang kirin û gotin: “Em xwedî li çalakiya Leyla Guvenê derkevin”

HDP’a Stenbolê dê bi boneya piştgiriyê bide çalakiya greva birçîbûnê û ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Abdullah Ocalan bi dawî bibe, di 3’yê sibatê de li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê mîtîngekê li dar bixe. Nûnerên partiyên siyasî ji bo mîtîngê bang li herkesî kirin.

Wekîlê Serokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu diyar kir ku Leyla Guven bi çalakiya xwe enerjiyeke girîng li derdora ku xwe teslîm nake bar kiriye û got: “A dikeve ser milê me em xwedî li çalakiya Leyla Guven û pêşeroja welat derkevin. Xwedîderketina li grevên birçîbûnê û dijderketina li tecrîdê tê wateya xwedîderketina li têkoşîna polîtîk û rêxistinbûyî.” Tumuklu, bang li herkesî kir ku di 3’yê sibatê de biçin Qada Azadiyê ya Bakirkoyê.

Hemû şoreşger vexwendin mîtîngê

Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Şoreşger a Yekbûyî Elîf Torûn Oneren bal kişand ser polîtîkayên 17 salên îktîdara AKP’ê û wiha got: “Di vê pêvajoyê de jin bi taciz, tecawiz û cinayetan re rû bi rû man. Lê belê dîsa jî hin derdoran çok dananî. Mîtînga ku dê roja yekşemê bê lidarxistin yek ji van mîtîngan e. Em Partiya Şoreşger, careke din diyar dikin ku em ê bi ser bikevin. Divê yekitiya me xurtir bibe.” Oneren, hemû şoreşger, demokrat û muxalifan vexwedin mîtîngê û got: “Wê xeyalên me pêk bên.”

Divê her kes mil bide hevdu

Endamê SYKP’ê Îlhan Tûrhan Yildirim jî wiha got: “Ji bo bilindkirina têkoşîna ked, aştî û edaletê divê kuçe û kolan bên dagirtin.” Yildirim, destnîşan kir ku ew wek SYKP, di 3’yê sibatê de hemû kesî vedixwînin Qada Azadiyê ya Bakirkoyê û wiha got: “Em ê bi hemû hêza xwe tev li mîtîngê bibin û divê herkes jî mil bide milê hevdu.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar