Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Partiyên siyasî piştgirî dan TTB’ê

Bertekên li dijî Serokê Giştî yê Partiya Tevegera Nijdaperest (MHP) Devlet Bahçelî duh daxuyanî da û gotibû ‘Bila TTB were girtin’ didomin. Hevserok û serokên rêxistinên partiyên siyasî yên Amedê bertek nîşanî gotinên Bahçelî yên li dijî Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) dan.

Hevserokê Rêxistina HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan diyar kir ku gotina di pêvajoya şewbê de ‘hûn nikarin birêve bibin’ bi banga Bahçelî xwe şênber kir û wiha got: “Heke wezîrek rabe serokê Dadgeha Qanûna Bingehîn tehdît bike, dê Bahçelî jî rabe û banga girtina TTB’ê bike. Bahçelî hêza xwe ji AKP’iyan digire. Dixwazin bi gefan birêve bibin. Ev bang qedandina AKP û MHP’ê nîşan dide. Bi zordestiyê dixwazin li ser pêya bimînin. Em li cem TTB’ê ne. Em wan destek dikin.”

‘AKP bi MHP’ê dide gotinê’

Serokê Rêxistina Partiya Pêşerojê ya Amedê Aydin Altaç da zanîn ku banga Bahçelî ne ‘daxwazek’ li ber çavan were girtinê ye û ev tişt anî ziman: “Dixwazin TTB’ê li ber çavê civakê reş bikin. Ev bang ji bin hişê AKP’ê derketiye. Bi piranî bangên wiha AKP bi MHP’ê dide kirin. Me vê di guhertina înfazê de jî dît. Ewilî Bahçelî dan axaftin û paşê wan xist meriyetê. Ev hewldan wê negihîjin tu encamê. Em li cem TTB’ê ne. Ev rêbaz nayê qebûlkirin.”

‘Divê em mil bidin mile TBB’ê’

Serokê Rêxistina Partiya DEVA ya Amedê Cîhan Ulsen jî destnîşan kir ku TTB’ê di pêvajoya şewbê de wezîfeya xwe dîrokî pêk anî û hêj pêk tîne û wiha got: “Banga Bahçelî nayê qebûlkirin. Divê xelk bertek nîşanî vê bangê bide. Heke ev welatê hiqûq û ewlehiyê be divê bertek were nîşandan. Em hemû li cem TTB’ê ne û mil didin milê wan. Lazim e em li cem rêxistinên civakî yên sivîl cih bigirin û wêrekiyê bidin wan. Em dixwazin ku civak bi giştî bertekên xwe li dijî vê bangê bîne ziman.”

‘Ji xwe re saziyên şeqşeqker dixwazin’

Serokê Rêxistina Partiya Saadetê Fesîh Bozan jî diyar kir ku ev banga Bahçelî ji ber daxuyaniya TTB’ê ya ‘hûn nikarin birêve bibin’ hatiye kirin û ev tişt diyar kir: “Dixwazin civakê bêdeng bikin. AKP û MHP tekane zîhniyet dixwaze. Heke ji van aciz dibin bila ew bi xwe kesan tayînî saziyan bikin. Bila ew lê bidin û ew bileyizîn. Ev rêbaz dide nîşandan ku ketiye tengaviyê. Hikûmet di polîtîkaya hundir û derve de, di polîtîkaya perwerdehiyê û tenduristiyê lawaz ma û bi ser neket. Hikûmet saziyên ku ji wan re şeqşeqkeriyê bikin dixwaze. Divê her kes li cem TTB’ê cih bigire û xwedî lê derkeve.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar