Xwendina Azadiyê azad dike

Rêber Abdullah Ocalan piştî hat girtin li Zindana Îmraliyê tevî şertên herî giran û xerab, gelek pirtûk nivîsandin. Pirtûka Parastina Rihayê, Parastina Atînayê, Parastina...

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Perşembe - 29 Ağustos 2024

Partîzan Gîvara: Di vî şerê de her gerîlayek dîrok dinivîsîne

Ji berxwedêrên Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê gerîla Partîzan Gîvara diyar kir ku her gerîlayekî ku di vî şerî de cih digirin dîrokê dinivîsîn û da zanîn ku bêguman dê bi ser bikevin

Li Herêmên Parastinê yên Medyayê, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk berxwedaneke dîrokî ya gerîla heye. Di pêngavên Şoreşgerî yên Cenga Xabûr û Bazên Zagrosê de gerîla di warê pratîkê de ango bi çalakiyan li ber çavan e.

Gerîla Partîzan Gîvara ku cihê xwe di Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê digire ji Ajansa ANF’ê re axivî.

Gîvara destnîşan kir ku gerîla hêzeke rêxistinkirî ye û li gorî serdemê xwe nû kiriye û wiha nirxandin kir: “Li ser tevahiya Kurdistanê bi taybetî li başûrê Kurdistanê li herêmên Avaşîn, Zap û Metînayê niha şerekî giran diqewime. Bêguman ev ne cara yekêm e ku şer li van herêman rû dide, lê asta vî şerî zêdetir e. Ev êrîş bi armanca qirkirin û dagirkirina axa başûrê Kurdistanê ye. Li hemberî vê jî astekî berxwedanê ya pir mezin heye. Ez jî weke gerîlayekî niha di çeperên Cenga Xabûrê de bi erk û berpirsyartiyên xwe radibim.

Her gerîlayek dîrok dinivîsîne

Niha yekane hêza ku li hemberî êrîşên dagirkeriyê radiweste hêzên parastina Kurdistanê HPG ye û weke tevgera PKK’ê bi giştî ye. Her gerîlayekî di vî şerî de cih digire dîrokê dinivîsîne. Ji bo parastina ax, mirovahiyê û gelê kurd her tiştê xwe feda dike. Weke ciwanekî kurd ji bo min rûmeteke ku li kêlek van qehremanan cih bigirim. Weke gerîlayekî jî erka me ye ku em li hember vê êrîşê rawestin û çi ji me were xwestin em ê pêk bînin.

Em bi hestên berxwedanê dijîn

Li dijî me çiqas teknîkên herî pêşketî werin bikar anîn û bi çi rêbazên hovîtî hewldanên xwe bikin, ji bo me ne girîng e. Ya girîng ji bo me ew e ku soza berxwedana me ye û em ê heya dawî jî ji bo serketinê li ber xwe bidin. Dewleta dagirker ji ber neheq e nikare tiştekî bi dest bixe. Lê ji bo gerîla ne wisa. Em bi hestên berxwedanê dijîn û bêguman em ê bi serkevin.

Em hêzeke perwerdekirî ne

Her gerîlayekî ji bo têkoşîna li dijî her êrîşan û li her deverê amade ne. Em hêzeke perwerdekirî ne û bi her tiştî xwe em beşdarî vê tevgerê bûne. Em hêzeke rêxistinkirî û xwedî birdozî ne. Ji bo wê angaşta me şikandina dagirkeriyê ye û pêkanîna xewn û xeyalên şehîdan û gelên bindest. Heya dawî jî, heya kêliya jiyana xwe ya dawî em gav paşva navêjin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar